Li bajarên Trappes û La Verrière yên herêma Yvelines a Fransayê, sibeha Înê di êrişa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da, çar kes jî birîndar bûn.
Şaredarê Trappesê Ali Rabeh daxuyanî da qenala BFMTV’ê û anî ziman ku êrişkar li derdora xwe reşandiye û got, “Bi rengekî eşkere li derdorê direşand û dixwest komkujiyê bike.”
LÊPIRSÎNA TERORÊ HATE DESTPÊKIRIN
Dozgeriya Têkoşîna li dijî Terorê ya Neteweyî ya Fransayê (PNAT) têkildarî bûyerê dest bi lêpirsînê kir. Lêpirsîn di çarçoveya kuştina têkildarî hewldana terorê, hewldana kuştinê, hilgirtina çekê û gumana avakirina rêxistina sûc bi armanca terorê tê meşandin.
Lêpirsîn wê ji aliyê Midûriyeta Jêrîn a Têkoşîna li dijî Terorê (SDAT), polîsên herêmî û Midûriyeta Giştî ya Ewlekariya Hundirîn (DGSI) ve bê meşandin.
Serokwezîr Sébastien Lecornu li ser X’ê daxuyaniyek da, bûyer “gelekî cidî” pênase kir û anî ziman ku Dozgeriya Têkoşîna li dijî Terorê ya Neteweyî bûyeran ji nêz ve dişopîne.

