Medya Îranê ragihand ku li sînorê parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê du erdhej çêbûn. Li gorî agahiyan, li bajarê Kuzeran ê ser bi Kirmaşanê erdhejek çêbû, piştî çend deqeyan erdhejek din bi pileya 5.7 pileyan çêbû.
Hate diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 8 kîlometreyan û 17 km ji Kûzeranê û 26 km ji Rawanserê dûr bû. Li gorî çavkaniyan cihê erdhejê 65 km ji navenda parêzgeha Kirmaşanê û 98 km ji bajarê Sineyê dûr bû. Heta niha tu agahî li ser ziyanên canî û madî nehatine ragihandin.
Bajarên Îlam, Hemedan, Sine, Loristan û li Başûrê Kurdistanê jî Silêmanî û Helebce bi erdhejê hesiyan.

