Li kargeheke navbera taxên bejahî Girherrîn û Goliyê yên girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê, trafoya ji bo tesîsata elektrîkê anîn ket erde. Di bûyerê de karker Tahîr Çîçek (62) di bin trafoyê de ma û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Tahîr Çîçek rakirin morgê. Piştî kar û barên otopsiyê cenazeyê karker ji aliyê malbatê ve hate veşartin.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.

