Civîn li Mala Kurdan a Moskowê bi beşdariya endamên civaka Kurd û kesayetiyên siyasî, hate lidarxistin. Civîn bi axaftina vekirinê ya rojnamevan Mûsa Allo destpê kir. Mûsa Allo girîngiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya di dîroka gelê Kurd de anî ziman û piştî wê mafê axaftinê da berpirsyarê PYD’ê ya Rûsyayê Abdûselam Alî.
Di axaftinan de behsa şert û mercên şoreşê, qonax û dîroka wê hate kirin. Her wiha bal hate kişandina ser destkeftiyên ku bi saya Şoreşa 19’ê Tîrmehê di warên siyasî, civakî û rêxistinî de hatine bidestxistin û girîngiya parastina van destkeftiyan di şert û mercên îroyîn de anîn ziman.

