Li pêşiya Baxê Giştî yê navçeya Ranye ser bi îdareya Raperîn bi tevlîbûna gelek welatiyan bi pêşengtiya Koma Koşan li dijî talan û xirabkirina jîngeha Kurdistanê bi dirûşma ‘Êdî bese ji dagirkerî û xirabkirina jîngeha Kurdistanê re’ çalakiyeke nerazîbûnê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de li ser navê Koma Koşan Şadiye Semed daxuyaniyek da.
Hate ragihandin dewleta Tirkiye bi salan bi hinceta şerê bi PKK’ê re qadeke berfireh a sînroên Behdînan a Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û got: “Tevî di vê pêvajoya şer de gelek welatiyên sivîl hatibin şehîdkirin jî, ziyaneke pir mezin li jîngeh, xweza û jêrxana welatê me bûye.”
Hate gotin ku tevî ev du salin şer nemaey û pêvajoya aştiyê heye, ti hinceteke ya dewleta Tirkiye ya têkdana jînge û dagirkirina Kurdistanê jî nemaeye û ev hate gotin: “Parastina sînor û daristanên Başûrê Kurdistanê tenê pirseke jîngehê nîne, belkû beşeke ji parastina xak, çand û nasnameyê ye.
Di dewama daxuyaniyê de rexne li bêdengiya hikûmetê ya li hemberî qirkirina daristanên Kurdistanê hate kirin û ev hate gotin: “Daxwaz ji welatî, sazî, çalakvan û jîngehparêzan dikîn ku li derveyî welat xwedî helwest bin ji bo derketina artêşa Tirkiyeyê ya ji xaka Kurdistanê û dawî li destdirêjiya li ser xaka me bîne.”

