Li bejahiya gundê Xoşnav ê navçeya Rûbarok a li başûrê rojhilatê Colemêrgê, bi hinceta xebatên madenê, ji aliyê cerdevanên gund ve dar tên birîn.
Heta niha bi sedan dar hatine birîn. Herêma daristanî ku darên berû yên sedsalan lê tên birîn, tê wêrankirin.
Darên tên birîn bi alîkariya cerdevanan tên berhevkirin û bo deverên baregehên leşkerî tên veguhastin.

