Li Şirnexê talana xwezayî berdewam dike. Li Herêma Bestayê di dîmenên ku duh ji aliyê welatiyan ve hatine girtin de tê xuyakirin ku li qadeke berfireh bi sedan darberû hatine birîn û qada daristanî bê dar maye.
Hate diyarkirin kiryarên ku ev nêzîkî deh salan e li Çiyayê Cûdî di bin navê lêgerîna medenê û liÇiyayê Gabarê jî di bin navê lêgerîna petrolê de tên birêvebirin, zirareke mezin didin xwezayê û hate îfadekirin ku li Herêma Bestayê di bin navê bazirganiyê de dar tên birîn.
Hate destnîşankirin ku darberûyên li herêmê ku temenên wan ji sed salan zêdetir e, di bin çavdêriya leşkeran de ji aliyê cerdevanan ve tên birîn. Di dîmenên ku li herêmên Kaniya Kolanan û Dergê Gêzna hatine girtin de, tê xuyakirin ku bi rêya xîzaran gelek dar ji binî ve hatine birîn. Hate diyarkirin ku bes leşker dikarin biçin herêmê û nêzîkî deh kes bi wesayîtên transît û xîzaran li herêmên berbehs dixebitin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez dîmen li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kirin û bertekên xwe nîşanî Walîtiya Şirnexê û Midûriyeta Cotkariyê ya Bajêr dan.
Mehmet Zekî Îrmez da zanîn ku tevî daxuyaniyên têkildarî bidawîkirina birîna daran jî talan berdewam dike û got ku li gel dengnekirina saziyên dewletê û kiryarên hevkarên xwecihî qirkirina ekolojîk mayînde dibe.
Mehmet Zekî Îrmez anî ziman ku nabe aşitiya civakî bes bi aliyekî ve bê dîtin û got ku parastina xwezayê jî perçeyekî girîng ê aşitiyê ye. Îrmez xwest ku tavilê birîna daran were sekinandin ûberpirsiyar hesabê bidin.
Her wiha hate ragihandin ku li gundên Cilbiya û Biliga ên Silopyayê jî birîna daran tê domandin.
Hate diyarkirin ku darên hatine birîn ji aliyê cerdevanan ve bi traktoran didbin bajarokên Şêxan û Sêgirkê. Birina daran ya bi rêya traktoran li derdora Bendava Încelerê ji aliyê welatiyekî ve hate bi kameraya telefonê hate kişandin.

