Çalakiyên karmendan ên li gel banga sendîkayan hatin destpêkirin, li gelek bajarên Yûnanistanê hatin lidarxistin. Li gorî polîsan nêzîkî 14 hezar kes beşdarî çalakiyan bûne. Tê texmînkirin ku zêdetir kes beşdarî çalakiyan bûne.
Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (Adedy) daxwaz kir ku mûçe werin zêdekirin û li hemberî buhabûna jiyanê hêza kirînê ya xebatkaran were parastin.
Ji ber grevan di metroya Atînayê de hem sibehê û hem jî bi şev çalakiyên karberdanê hatin lidarxistin, seferên trenên banliyoyan sekinîn û li 15 balfirgehên herêmî jî sefer nehatin kirin.
Komîsyona Ewropayê, li bendê ye ku aboriya Yûnanistanê îsal ji sedî 1,8 mezin bibe. Lê belê kedkar dibêjin ku mezinbûna aborî bandor li jiyana wan a rojane nekiriye.
Serokwezîr Kiryakos Miçotakis jî buhabûna jiyanê weke ‘’mezintirîn ezmûna welêt’’ pênase dike û diyar kir ku wê mûçe û mehaneyên teqawidan werin zêdekirin û di destpêka sala 2028’an de mûçeya kêmane bibe 1000 euro.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Yûnanistanê sendîkayan di nava mehekê de du caran xwepêşandan li dar xistine.

