Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrişên Îranê yên li ser hêzên YRK’ê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya YRK’ê wiha ye:
“Rejîma Îranê careke din baregehên hêzên me yên li herêma Pênciwênê kirin armanca êrişên xwe yên hewayî.
Di 24’ê Mijdarê de, rejîmê bi bikaranîna dronên xwekuj, saet 9’ê şevê bi dirêjahiya saetekê, çar êrişên li pey hev birin ser herêma Pênciwênê. Di encama van êrişan de tu ziyaneke canî yan madî negihîştiye hêzên me û hemû hêzên me di ewlehiyeke temam de ne.
Ev êriş berdewamiya rêze êrişên çend rojên borî yên rejîmê yên li ser deverên cuda yên Kurdistanê ye. Ev êriş berdewamiya siyasetên şerxwaz ên rejîmê yên li dijî hêzên me, tevahiya hebûn û xwezaya Kurdistanê nîşan didin.
Dubarebûna van kiryaran, berî her tiştî, nîşana bêçaretî û bêhêziya rejîmê ya li hemberî çalakî, hebûn û hêza hevalên me ye. Rejîm bi serlêdana van êrişan hewl dide sînordarî û bêhêziya xwe tezmîn bike. Lê ev kiryar ne tenê rastiyên li qadê naguherin, di heman demê de fikar û bêhêziya rejîmê ya li hemberî daxwaza gelan derdixin holê.”

