Komeleya Lêkolînên Civakî yên Kurd (Akademî Kurd) wê 24’ê Cotmehê roja Şemiyê li bajarê Zurich ê Swîsreyê bi sernavê “Entegrasyona Demokratîk” konferansekê lidar bixe. Di konferansê de wê di çarçoveya Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk de ku Rêber Apo danî holê, têgîna entegrasyona demokratîk bi aliyên xwe yên cuda bê nirxandin.
Di konferansê de ku wê akademîsyen, siyasetmedar, hiqûqnas û lêkolîner lê amade bin, li gel hîmên teorîk ên entegrasyona demokratîk wê aliyên xwe yên civakî, siyasî û çandî bê nîqaşkirin. Sererastkirinên hiqûqî yê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aboriya komînal a demokratîk jî wê ji sernavên bingehîn ên nîqaşê yên konferansê bin.
Konferans wê saet di 09:15’an de bi rûniştina bi sernavê “Çarçoveya Teorîk a Entegrasyonan Demokratîk” destpê bike. Di rûniştinê de ku wê heta saet 10:45’an dewam bike siyasetmedarê Kurd Çetîn Arkaş û civaknas, akademîsyen û nivîskar Nazan Ustundag wê weke axaftvan amade bin.
ALIYÊN SIYASÎ, CIVAKÎ Û ÇANDÎ WÊ BÊNE NÎQAŞKIRIN
Di rûniştina duyemîn a konferansê de ku wê di navbera saet 11:00 û 13:00 de pêk were, sernavê “Aliyê Çandî, Civakî û Siyasî yê Entegrasyona Demokratîk” bê nirxandin.
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî, ji Zanîngeha Parîs 8 civaknas Engîn Sûstam, endama TJK-E’yê Zîlan Diyar û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Derya Arlan wê weke axaftvan beşdarî rûniştinê bibin.
Di rûniiştinê de li bandora entegrasyona demokratîk li jiyana civakî û siyasî wê derfetên jiyana bi hev re ya li ser zemîneke demokratîk a derdorên cuda yên civakî bê nîqaşkirin.
DI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DE ALIYÊ HIQÛQÎ
Rûniştina sêyemîn a konferansê wê di navbera saet 13:30 û 15:00 de bi sernavê “Çareserî ji bo Kurdan û Aliyê Hiqûqî yê Entegrasyona Demokratîk “bê lidarxistin.
Di rûniştinê de wê endamê Heyeta Îmraliyê parêzer Ozgur Erol û parêzer Husnu Yilmaz weke axaftina amade bin.
ABORIYA KOMÎNAL A DEMOKRATÎK WÊ WERE NÎQAŞKIRIN
Rûniştina dawî ya konferansê wê saet di navbera 15:15 û 17:00 de li ser mijara “Aboriya Komînal a Demokratîk û Entegrasyona Demokratîk” bê lidarxistin.
Lêkolîner û ekonomîst Ahmet Pelda û civaknas û natropolog Neşe Ozgen wê weke axaftvan beşdarî rûniştinê bibin.
Konferans wê navnîşana Kirchgemeindehaus Wiedikon, Bühlstrasse 9/11, 8055 Zürich bê lidarxistin.

