Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû
Kurdistan

Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

Nayîf Şemo, diyar kir ku madeya 140 a Destûra Iraqê ji bo armancên siyasî dîsa hatiye rojevê û destnîşan kir ku PDK’ê û Heşda Şeebî dixwazin li Şengalê li ser gelê Êzidî serdestî bi dest bixin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Nayîf Şemo, çarçoveya dîrokî ya madeya 140 a Destûra Iraqê û çawa aktorên siyasî yên heyî hewl didin vê madeyê ji bo berjewendiya xwe bikar bînin nirxand. Şemo, destnîşan kir ku avahiya civakî ya ku piştî polîtîkayên koçberiya bi darê zorê yên 1975’an çêbûye, îro jî pirsgirêkek e ku li benda çareseriyê ye û diyar kir ku PDK’ê, tevî ku di navbera salên 2003 û 2014’an de li Şengalê çalak bû jî, piştgiriya pêwîst nedaye civaka Êzîdî. Her wiha diyar kir ku Heşda Şeebî stratejiyek wisa dişopîne û hewl dide ku bandora siyasî li herêmê ava bike.

 

Nayîf Şemo, rave kir ku madeya 140 a Destûra Iraqê ji sê xalên bingehîn pêk tê û bi vî rengî rêz kir:

“Vegera gel bo cihên wan ên kevin û sererastkirina avahiyên demokrafîk
Destpêkirina serjimêriyê li seranserê herêmên bi pirsgirêk.
Destpêkirina referandûmê, da ku gel bi xwe biryara xwe bide ka ew dixwazin girêdayî Bexda bin an Hewlêrê.”

Nayîf Şemo, bi bîr xist ku ji sala 1975’an heta 2007’an nêzîkî %80’ê xelkê Şengalî bi PDK’ê ve girêdayî bûn û diyar kir ku ev yek ji ber wê yekê ye ku PDK’ê xwe wekî hêzek nêzîkî civaka Êzîdî nîşan dida. Şemo, destnîşan kir ku PDK’ê berê bi rêya sozan piştgiriya civaka Êzîdî wergirtibû, lê ev soz di pratîkê de nehatibûn bicihanîn.

Di serdema Sedam Huseyîn de, mirov ji malên xwe hatin koçberkirin û ji bo wan deverên nû yên niştecihbûnê hatin avakirin. Ji ber vê sedemê, di sala 2005’an de li ser daxwaza PDK’ê madeya 140’an li Destûra Iraqê hate zêdekirin û armanca wê çareserkirina pirsgirêkên civakî û herêmî bû. Lê belê, di sala 2007’an de, Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Nûrî Malikî ev made bêbandor kir û pêkanîna wê rawestand.

ROL Û ARMANCA PDK’Ê

Şemo got, “PDK’ê ji sala 2003’yan heta 2014’an li deverên aloz ên Şengal û derdora wê serdest bû, lê di vê demê de ti hevgirtinek rastîn bi gel re nîşan neda.”Şemo, diyar kir ku tenê tiştê ku PDK’ê pêşkêşî gelê Êzidî kir înkarkirina nasnameya Êzidî bû û nakokî di navbera civaka Êzidî û gelê Ereb ên derodorê de kûrtir kir.

Di berdewamê de Şemo got, “Her çend PDK’ê di demên berê de di bicîhanîna madeya 140’an de nekarî tiştek bike, niha bi atmosfera hilbijartinê vê madeyê dixîne rojevê. Armanc ew e ku dengên gelê Êzidî bi dest bixe û wan dîsa bixe bin kontrolê. Niha PDK’ê bi hemû hêza xwe hewl dide ku wargehên Êzidiyan kontrol bike û madeya 140’an veguherîne propagandaya hilbijartinê. PDK’ê, ku li parêzgeha Mûsilê ofîsên xwe li ser vê madeyê vekiriye, plan dike ku li Şengal jî heman tiştî bike. Armanca rastîn a PDK’ê ne alîkariya Êzidiyên bêçare ye; ew e ku wan bi îradeya xwe ve girêbide û wan bixe bin kontrola xwe.”

HEŞDA ŞEEBÎ JÎ DI LÎSTIKÊ DE YE

Xalek din a girîng ku Nayîf Şemo balê dikişîne ser ev e ku ne tenê PDK’ê, di heman demê de Heşda Şeebî jî bi heman armancê tevdigere û got, “Bi taybetî di hilbijartinên parêzgehê de, Heşda Şeebî bi berhevkirina dengên hemû kêmneteweyan – Êzîdî, Şebek û Xiristiyanan – serdest bû. Niha ew di hilbijartinên parlemanî de jî armanc dikin ku serketinek wisa bi dest bixin.”

Şemo, vê nakokiya di navbera PDK’ê û Heşda Şeebî de wekî “şerekî her du aliyan” bi nav kir û got ku gel di xeweke giran de ye. Ger gelê Êzîdî vê lîstikê fêm neke, ew ê dengên xwe radestî yek ji van hêzan bikin.”

LI ŞENGALÊ YEKÎTIYA PARTÎ Û ALIYÊN SIYASÎ

Şemo, got ku ew înîsiyatîfa “Doza Êzdiyan”, ku yekîtiya partî û hêzên siyasiye pîroz dibînin û got ku weke MXDŞ’ê heta dawiyê piştgirî didinê. Şemo got, “Lê şaşiya wan ew bû ku ger xwe ji bo kota bi rêxistin kiribana, wê kotaya Êzdiyan bi dest xistibana. Niha di vê rewşa heyî de û weke li ber çavan e, Kotaya Êzdiyan ji destê wan hatiye derxistin û şerekî mezin li ser tê meşandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nameya Zîlan
Nûçeya Pişt re Tirkiye û Îran avê jî bi kar tînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MAK’ê li dijî bîra petrolê, polîs û cerdevanan çalakî kir

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku wan li Êlihê li dijî bîra petrolê, li Wanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê Tobias Tunkel bi fermandarên QSD û YPJ’ê re hevdîtin kir

Birêveberê Rojhilata Navîn ê Wezareta Karên Derve ya Elmanya Tobias Tunkel di civîna li gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di bûyerên ku li herêmên cuda cuda yên Sûriyeyê qewimîne de, 8 kesan jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?