Şemî, 17 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mal û milkên welatiyên Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gezer: Desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê: Kes nikare êrîşî nirxên me yên pîroz bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê bertek nîşanî wekîlê CDU’yê da: Mafê hêviyê ji bo Rêber Apo jî derbasdar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê 7 komxebat hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Mahfûz Guleryuz: Dem hatiye ku Birêz Ocalan karibe yekser ji civakê re biaxive
Rojane

Mahfûz Guleryuz: Dem hatiye ku Birêz Ocalan karibe yekser ji civakê re biaxive

Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz anî ziman ku di bêçekbûn û koordînekirina pêvajoyê de rola Rêber Apo girîng e û got, "Dem hatiye ku Birêz Ocalan karibe gotina xwe yekser bigihîne civakê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Îlon 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Komîsyona Rêxistinbûnê Berpirsyar Mahfûz Guleryuz têkildarî statu û rola Rêber Apo ya di pêvajoyê de ji ANF’ê re axivî.

Guleryuz bi bîr xist ku pêvajo bi îradeya Rêber Apo destpê kir û haya dewletê û raya giştî ji vê heye.

Guleryuz anî ziman ku di nava dewletê de mekanîzmayek heye ku naxwaze rola Rêber Apo fermî bibe û diyar kir ku di çarçoveya pêvajoyê de çar komîsyon ava bûn, yek ji wan jî ew komîsyon e ku Rêber Apo wê di nav de be.

Mahfûz Guleryuz got, “Destpêka vê pêvajoyê bi Birêz Ocalan pêk hat. Îradeya ku Serok Ocalan danî holê ji aliyê tevahiya civakê û raya giştî ve tê zanîn. Rayedarên dewletê jî bi vê zanin. Lê belê bi taybetî mekanîzmayek li nava dewletê xwedî wê meylê ye ku naxwaze rola Birêz Ocalan fermî bibe.

Li gel vê yekê bi taybetî bi rêya komîsyonên jêrîn komîsyonek hate avakirin. Li gel komîsyonê, komîsyonên ku wê pêvajoyê bişopînin, pêşketinê pêk bînin û bersivê bidin pêwîstiyên pratîkî jî ava bûn. Çar komîsyon hatin avakirin. Yek ji van komîsyonan jî ew komîsyon e ku wê Birêz Ocalan di nav de be.

Birêz Ocalan di nava van komîsyonan de wê di komîsyona li ser bêçekbûnê û stratejîk de cih bigire û bi rol û mîsyona xwe rabe.”

‘DEMA AXAFTINA BI NAVÊ OCALAN DIVÊ ÊDÎ BIQEDE’

Guleryuz ragihand ku nîqaşên têkildarî Rêber Apo ji aliyê derdorên cuda ve têne kirin ji aliyê rêveçûna erênî ya pêvajoyê ve pirsgirêk e û anî ziman ku divê Rêber Apo karibe yekser ji civakê re biaxive.

Guleryuz got, “Divê êdî raya giştî hemû zanibe ku axaftina Birêz ocalan bi xwe gelekî rast û pêwîst e” û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Bi taybetî têkildarî Serok Ocalan dema dawî li nava raya giştî nîqaşên mezin hatin kirin. Weke ku qadeke mayinkirî hate avakirin. Niha her kes li ser navê wî diaxive. Rojnamevan cuda diaxivin, siyasetmedar cuda diaxivin. Her kes li gorî xwe vegotineke Ocalan dike. Li ser gotinên wî daxuyaniyan didin.

Em vê nîqaşê êdî biterikînin. Yek ji pêwîstiyên mercên karkirinê yên azad û jiyana azad ev e. Ez çima bi navê Birêz Ocalan biaxivim, yan jî yekî din li gorî xwe şîrove bike? Birêz Ocalan aktorê herî girîng ê vê pêvajoyê ye, yek ji rêveberên asta yekemîn ê vê pêvajoyê ye. Wê demê dem hatiye ku êdî ew bi xwe ji civakê re biaxive.”

‘DI KOORDÎNASYONA PÊVAJOYÊ DE ROLA OCALAN GIRÎNG E’

Mahfûz Guleryuz destnîşan kir ku di koordînasyona pêvajoyê û qonaxa bêçekbûnê de rola Rêber Apo girîng e û diyar kir ku mijara azadiya wî ya fîzîkî hîn di vê qonaxê de nîne, lê belê rêveçûna pêvajoyê bi Rêber Apo re wê bê nirxandin.

Guleryuz got, “Em zanin ku bi taybetî koordînasyona vê pêvajoyê, meşandina vê pêvajoyê, rê û rêbazên asta bêçekbûnê, kî wê li ku bi cih bibe; ev nîqaş hemû wê li gel Birêz Ocalan bê meşandin. Ev girîng e, qonaxeke dîrokî ye.”

Guleryuz ragihand ku komîsyonên hatina vakirin ji aliyê çareseriya meseleya Kurd ve li gel kêmasiyên xwe jî gaveke şênber e û destnîşan kir ku komîsyon divê karên xwe dereng nexîne.

‘ÇARESERÎ DIVÊ BI DESTÛRA BINGEHÎN Û SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ BE’

Guleryuz anî ziman ku aştî û çareseriya meseleya Kurd ji bidawîkirina şerê çekdarî berfirehtir e û işaret bi pêwîstiya guhertina destûra bingehîn û qanûnan kir. Guleryuz got, “Eger em ji kodên înkarê yên komarê rizgar bibin, em ê hingî ji meseleya Kurd jî ji kodên raperînê jî rizgar bibin.”

Guleryuz diyar kir ku ji HEP heta bi DEM Partyê yek ji daxwazên bingehîn ên têkoşîna siyasî naskirina mafên Kurdan e û got, “Ev têkoşîn ji bo komara demokratîk e. Em vê yekê ne tenê ji bo Kurdan difikirin. Komara Demokratîk meseleyeke demokratîkbûnê ya tevahiya Komara Tirkiyeyê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Den Haagê bîranîn: Mîrateya şehîdan gihîşt milyonan
Nûçeya Pişt re Dewleta Îranê êriş bir ser kampa Komele
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ûveyş Ocalan hate bibîranîn

Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ûveyş Ocalan di salvegera wefata xwe de hate bibîranîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin bû 6 kes

Hejmara rojnamevanên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin bû 6 kes.

Ji aliyê Stêrk TV

Mûstafa Ûgûr li navenda polîsan jiyana xwe ji dest da

Mûstafa Ûgûr ê ku tê îdîakirin dema li Navenda Polîsan a Semsûrê di bin çavan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Mal û milkên welatiyên Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gezer: Desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dibîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?