Malpera Kolbernewsê derbarê girtina jineke Kurd ya ji aliyê rejîma Îranê ve agahî parve kir.
Li gorî malperê jineke Kurd a bi navê Meryem Dadiyan (58) ya xelkê bajarê Bokan ya Rojhilatê Kurdistanê, piştî çûyîna wê ya ji bo saziya lêkolînê ya li Bokanê, hatiye binçavkirin û ji bo girtîgeha Urmiyeyê hatiye veguhastin.
Heman çavkaniyê ragihand ku ji bo Meryem biryara 10 rojên binçavkirinê hatiye derxistin. Sedema binçavkirinê nehate zanîn.
Hêjayî gotinê ye ku beriya niha hêzên Wezareta Îtilaatê ya Îranê bêyî biryara dadwerî bi ser mala malbata Meryem Dadiyan de girtibûn. Di dema serdegirtinê de telefona Meryem hatibû desteserkirin.

