Yekşem, 7 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 7’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Melîs Gebeş: Binpêkirin dewam dike, sererastkirin şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    NûJINHA: Em tevî êrîş û gefên li dijî ajansa xwe, fealiyetên xwe dimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nabe Ocalan di van şertên girtîgehê de pêvajoyê bi rê ve bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Bûldan, Yildirim û Karay kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Dihokê 2 drone hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û weşangerên Kurd: Eger Kurdî bibe xwedî statu, wê xwendevan jî zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin, serdana gorên dayik û bavê xwe kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê jinek û birayê wê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Giştî ya KNK’ê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik û Karayilan: Ji bo Kurdan hem xeterî hem jî derfet hene

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Dersîmê bersiv dan Ensarîoglu: “Ev mikurhatine, divê tavilê sûcdar bêne cezakirin!”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîst Nadîm Mukarreb: Di salekê de herî kêm 61 jin hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AKD’ê banga ji bo 14’ê Hezîranê: Em tevlî Greva Jinan bibin, li dijî G7 dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mujde Gungor a ku hat qetilkirin li Mûşê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2’yemîn Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz serlêdan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi temaya ‘Diyalog ji bo aştiyê’
Civak & Ekolojî

Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi temaya ‘Diyalog ji bo aştiyê’

11'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku îsal bi temaya “Diyalog ji bo aştiyê” bi beşdariya komên şanoyê yên ji 17 welatan hatine tê lidarxistin, bi peyamên aştî û diyalogên li dijî şer dest pê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

 11’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku di navbera 22’yê Nîsanê û 2’yê Gulanê de bi dirûşma “Diyalog ji bo aştiyê” ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, bi bernameya vekirinê dest pê kir. Mihrîcana ku di bin koordînasyona Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de tê lidarxistin, tê de bi giştî 22 lîstik dê bên pêşandan. Dema ku piraniya pêşandanên lîstikan li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bên kirin, hin performans jî li qadên vekirî dê derkevin pêşberî temaşevanan. Bernameya nihrîcanê dê ne tenê bi qonaxan re sînordar bimîne. Çalakiyên ku bi gotûbêj, panel, atolye û hevdîtinên hunermendan dewlemend bûne, dê bi anîna cem hev a qadên cuda yên şanoyê, atmosfereke zindî ya çand û hunerê bide bajêr. Ji gelek welatan şanoger, stranbêj û temaşevan, hevşaredarên Navend û navçeyên Amedê, endam û nunerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de mêvanan bi cil û bergên neteweyî û rengîntir peyamên aştî û hevgirtinê dan.

Bername bi derketina Koma Govendê û dengbêjan bi dawî bu. Festîval dê sibê bi lîstika ‘Moraşîn’ li Çand Amedê berdewam bike.

Seroka Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî (ITI) yê Jessica Kaahwa da zanîn ku dem ne dema vekişînê ye, dem dema wêrekiyê ye û wiha axivî: “Werin em şanoyek biafirînin ku wijdana bêxemiyê têk bibe û empatiyê ji nû ve ava bike. Em şanoyê ne tenê wek şahiyê lê wekî hêzek ji bo girêdana mirovan û ramanên civakî ji nû ve piştrast bikin. Şano yek ji wan cihên mayî ye ku li derveyê siyaset, propagandayê ye û li derveyî tirsê bi hev re hevdîtinekê pêk tîne. Ew naqîre û aşkere dike, ferz nake û wedixwîne. Divê şano bersiv bide. Şano rûyê mirovan ji bo krîzên cîhanî vedigerîne. Ew israr dike ku her çîrok girîng e. Ew rastiyên dûr tîne holê û windabûyîna mirovahiyê red dike.”

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di axaftina vekirina bernameyê de da zanîn ku ew ê bi festîvala şanoyê bibin dengê aştî û diyalogê û got: “Mêvanên ezîz bi hatina we em gelek kêfxweşbune. Îşev em dixwazin vekirina festivala xwe bi hevre bikin. bi rastî şanoya Kurdî, dîroka şanoya Kurdî ji bo çar parçeyên Kurdistanê gelek girîng e. Şanoya Kurdî xwedî tecrûbe, rol û mîsyon e. Ev rol û misyon îro li Amedê tê avakirin. Aştî ne bi bêdengiyê wê bi axaftina zimanan were.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun anî ziman ku bi festîvala şanoyê dê dengê aştî û xwişk-biratiyê xurttir bibe û wiha got: “Yên ku ji derve hatine bajarê me bi ser seran ser çavan hatine. Ev festivala şanoyê dê bibe dengê aştî û diyalogê. Hunermend hemû keda xwe ji bo şano û ji bo aştiyê dimeşînin. Dê dengê aştiyê li navçeya Sûrê bilind bibe.”

Bername bi Koma Govendê û dengbêjan bi dawî bû. Festîval dê sibê bi lîstika “Moraşîn” li Çand Amedê saet 20:30’an berdewam bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Alî Koç piştî 34 salan ji girtîgehê derket
Nûçeya Pişt re ROJEVA 23’Ê NÎSANA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Di her gava têkoşînê de xeta Zîlan ji xwe re kir esas

Hevala Roza, lehengî û fedakariya te ewqasî mezin e ku gotin têra vegotina wê nake.…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hatayê bajarê konteynirê di bin avê de ma

Li Hatayê ku bandora erdhejê dewam dike, bajarê konteynirê yê ku mexdûrên erdhejê lê dimînin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Hîna jî çemê Firatê bilind e û cihê metirsiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Jiyan û xwezaya gundê Elîreşê yê Binarê Qendîlê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Melîs Gebeş: Binpêkirin dewam dike, sererastkirin şert e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin, serdana gorên dayik û bavê xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?