Nivîvîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku li Silêmaniyê di 4’ê Cotmeha 2022’an di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bibû, di 4’emîn Salvegara şahadeta xwe de li Navenda Jineolojî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hate bîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin destpêkir û piştî wê li ser navê Jineolojiyê xebatkara navendê Bîrîvan Benek axivî û got: “Em di salvegera şahadeta Heval Nagîhan de wê bi rêz û minetdarî bibîrtînin. Heval Nagîhan ji bo heqîqeta jin kedek mezin da. Di ragihandinê de kar kir û gelek xebatên cuda da meşandin. Nivîskar û lêkolînvanek mezin bû. Hertim ji bo jinan ked dida meşandin. Ketibû li pey rêya heqîqetê. Em wek endamên Navenda Jineolojiyê ti caran keda wê ji bîr nakin. Wê parastina mafê jinan bibe armanca me ye sereke. Divê kujerên wê yên katîlên kastîk bên darizandin. Ji bo jinan heval Nagîhan mamostayek bû. Em carekdin dibêjin wê keda me û soza me şopandina rêya şehîdan be.”
Piştî wê nameyek li ser jiyan û têkoşîna Nagîhan akarsel ji aliyê endama Jineolojiyê Şînda Bulut ve hat xwendin û herî dawî jî sînevîzyon hate temaşekirin.
Bernameya bîranînê bi diruşmeyên ‘Şehîd Namirin’ ‘Bijî Seroka Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

