Yekşem, 4 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê serdana girseyî ya ji bo taziyeya şehîd Delîl Nergis

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Aksû: Pêdiviya me bi welatîbûna wekhev û rêzdayîna li nasnameya hev heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî her cûre fitne û xerabiyan em ê yekîtiya xwe xurt bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Dogû Ergîl: Lİ Tirkiyeyê lêgerîna li pergaleke nû destpê kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hemrînî: Bexda li Şengalê li modela çareseriyê digere

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 12 salan serdana gora zarokê xwe kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê di salvegera 4’emîn de Nagihan Akarsel bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK: Em ê bi Zîlanbûnê bigihêjin serketinê
Jin

PAJK: Em ê bi Zîlanbûnê bigihêjin serketinê

PAJK'ê şehîd Zîlan bi bîr anî û destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya li ser xeta Rêber Apo û şêwaza Zîlan têdikoşe wê ji pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' re bibe bersiv û xwedî li xeyalên şehîdan derkeve.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê ya li ser malpera pajk.online hate weşandin bi vî rengî ye:

“Di meşa me ya mezin a azadiyê de ku nîv sedsal derbas kiriye, bi deh hezaran çalakvan û pêşengên me yên nemir hene ku her yek ji wan nirxekî bêdawî îfade dike. Ev mîrateya me ya herî mezin, sedema hebûna me û hêza me ya têkoşînê ye. Em bawer dikin ku gava em bi ronahiya şehîdên xwe yên ku em bi hebûn û rûmeta xwe deyndarê wan ne ronî dibin, tu hêzeke bi hişmendiya tarî nikare me ber bi paş ve bikişîne û em têkoşîna xwe dewam dikin. Bi vê bawerî û hişmendiyê, em hemû şehîdên xwe yên ku pratîkbûna her herî xurt a pêşengiya Rêber Apo û şênberbûna fedaî ya armanca azadiyê ne, carek din bi mînetdarî bi bîr tînin.

HETA JIYANEKE WEKHEV Û AZAD, AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ Û AŞTIYEKE BI RÛMET EM Ê BÊRAWESTAN TÊBIKOŞIN

Bêguman fermandar, xwedawenda serketinê ya şerê me yê azadiyê û doza me ya rûmetê ya li ser xeta fedaî ya Apoyî, hevrê Zîlan (Zeyneb Kinaci) ye. Em hevrê Zîlan, nûnera jiyana bi wate û çalakgeriya mezin a di vê rêyê de, di 30’mîn salvegera şehadeta wê de bi rêz û mînet bi bîr tînin. Weke hevrê û şopdarên wê; em soza xwe nû dikin ku heta em ji bo gelên xwe û hemû jinên li welatê xwe, herêmê û cîhanê jiyaneke wekhev û azad ava nekin, azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe misoger nekin û li ser bingeha aştiyeke bi rûmet pirsgirêka Kurd çareser nekin, em ê bê rawestan têkoşînê bikin.

Gelê me yê ku xwedî civaka kevnar a vê xaka dergûşa mirovahiyê ye; li dijî dagirkerên ku ziman, nasname û çanda wî qedexe kirine, hebûna wê înkar kirine û tunekirin anîne rewşa polîtîkaya bingehîn 200 sal in li ber xwe dide. Li welatê me yê ku şêwaza jiyanê bûye berxwedan, serketin bi pêşengiya Rêber Apo, bi xeta wî ya şer û şêwaza wî ya têkoşînê şênber bû. Ev jî bêguman bi sekna tûj û radîkal a li ser xeta fedaî ya Apoyî derket holê. Fedayîbûna ku navê sekna Rêbertiya me ya ku xwe fedaî azadiya jinan, gelê me û bi giştî ya bindestan kiriye, ji Mazlûman derbasî Kemalan, ji Bêrîtanan derbasî Zîlanan û ji Zîlanan jî derbasî gelê me yê têkoşer bû û di her wateyê de xeteke bi serketinê kilit bûye afirand.

ZÎLAN PÊŞENGÎ JI GEL Û TEVGEREKÊ RE KIR KU JI BO AZADIYA XWE DIBE FEDAÎ

Rola dîrokî û kesayeta dîrokî ya hevrê Zîlan tam li vir watedar dibe. Ji ber ku wê pêşengiya teşegirtina gel û tevgerekê kir ku ji bo azadiya xwe dibe fedaî. Li hemberî dagirkerî, zilm û saltanatên wan bi ruhekî ku bi baweriya azadiyê hatiye strandin, bi dilekî evînê bi gelê xwe ve hatiye girêdan, weke xwediyên hişmendiyeke ku heqîqeta Rêbertiyê fam kiriye, Rêbertiya ku dihêle em li ser bingeha rûmetê ji nû ve bibin xwedî hebûn, rê û tarzê ku divê em çawa şer bikin nîşa me da, fêrkariya têkoşînê afirand. Her wisa şêwaz şênber kir û rê nîşan da ku hebûna me weke jin û Kurd tenê bi Rêber Apo re dikare bikeve ser rêya azadiyê, dikare bi wî re serketinê bi dest bixe û tenê bi xwedîderketineke xurt a li Rêbertiyê û bi sepandina serketinê ya li ser bingeha xeta jiyan û şer, dikarin dagirkeran û pergalên zilmê derbas bikin. Ji ber vê yekê, ji bo gel û tevgera me, Zîlan navê fedaîbûna di xeta Apoyî de, navê misogerkirina serketin û pêşxistina azadiyê ye; israra têkoşîn, ferasat û rêbazê ye. Ew teqîna hêsreke mezin e li dijî pergala serdestiya mêr, nîzama mêtingeriya dagirker û her cûre paşverûtiya ku li ser gelê me û jinan tê ferzkirin; organîzekirina tola dîrokî, xwedawendbûna wêrekiyê û veguherîna hişmendiyê ya ber bi afirandina taktîkê ve ye.

FELSEFEYA ‘EM JI MIRINÊ MEZINTIR IN’ DA GELÊ ME Û JINÊN TÊKOŞER

Hevrê Zîlan xeta Azadiya Jinê li ser pêşengiya têkoşînê bi pêş xist, tevî hemû dezavantajên tevger û gelê me li hemberî dijmin çalak kir û bi vî rengî bû ruh, hiş, dil û xeta çalakiyê ya ku ji parastinê derbasî êrîşê dibe. Wê felsefeya ‘Em ji mirinê mezintir in’ di hundirê her ferdekî gelê me û hemû jinên têkoşer de bi cih kir, vîna civakê veguherand polayê û bû hîndekariya ku helwesta buhayê wê çi dibe bila bibe wê dev ji azadiyê bernedin jiyanî kir. Bi vê yekê re, di nava jinan û bi giştî di nava gelê me de têgihîştin û xeteke têkoşînê şênber kir ku bi derbaskirina mirinê wêrekiyê bilind dike û wateya jiyana bi rûmet şênber dike. Di vê wateyê de hevrê Zîlan, bi îfadeya Rêbertiya me, ji bo me, ji bo hemû jinan û gelê me, Manifestoya Jiyana Azad, Zagona Evînê û Xeta Serketinê ye.

Tevgera me ya azadiyê ya di bin pêşengiya jinan de ku di xeta Rêber Apo de fedaî bûye û bi şêwaza Zîlan şer û têkoşîn dike; wê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk, bi soza xwedîkerketina xeyalên şehîdên xwe û xwedîderketina li hêviyên gelê me yê fedakar û dayikên me yên serbilind ku tevî êşên sed salan jî dev ji aştiyê bernadin bibe bersiv. Divê dost û dijmin, gumanên tu kesê ji vê yekê nebe. Em fedaiyên ku li ser bingeha azadiya jinan û gelê me-gelên me, bi hîndekariya Rêbertî ji xeta Zîlan re bawer kirine û tevlî vê xetê bûne, em ê ji bo azadiyê bi fedaîtî têkoşînê bikin. Em dizanin ku gelê me bi fedaiyên xwe gihîştiye van rojan û ew bi xwe jî di her wateyê de fedaî bûye; xwedî li nirxên me yên azadiyê, li Zîlanan û xwedî li mîmar û garantiya hebûna me Rêber Apo derketiye û wê derkeve jî.

BI RUHÊ SEFERBERIYÊ EM Ê CIVAKBÛNA DEMOKRATÎK BI PÊŞ BIXIN, KOMÎNAN BI RÊXISTIN BIKIN, XET AZADIYA JINÊ BIXIN MERIYETÊ

Di salvegera çalakî û nemiriya hevrê Zîlan de, em bi vî ruh û baweriyê bang dikin ku em hîn xurtir xwedî li pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derkevin, bi ruhê seferberiyê civakbûna demokratîk pêş bixin, komînan rêxistin bikin û bi vî rengî xeta azadiya jinê bixin meriyetê, jiyana hevbeş a azad li her derê pêş bixin û bi vê zanabûnê tevbigerin ku ev hemû di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re derbas dibin. Divê jin û gelê me bizanibin ku weke Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK), nêzîkatiya me ya li hemberî salvegera 30’mîn a Zîlanê dê bi vî ruh û israra têkoşînê be. Bi girtina bingeha jiyaneke bi wate ya azad û têkoşîna radîkal a bênavber a di vê riyê de, em ê ji bo afirandina pêşeroja bi rûmet a ku jin û gelên me heq dikin, di xeta fedaî ya Apoyî de bibin Zîlan û bigihîjin serketinê. Bi vê îddîa û israrê, em carek din pêşenga me ya mezin hevrê Zîlan û di şexsê wê de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêz û mînetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya girêdayîbûna bi bîranînên wan re nû dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî valakirina konteynirên li herêma erdhejê da
Nûçeya Pişt re Şehîd Zîlan li Kobanê û Dirbêsiyê hate bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Desthilatdar girtîgehê li dijî rojnamevanan weke çek bi kar tîne’

Woman Press Freedom ragihand ku 92 rojnamevanên jin di girtîgehê de ne û got: “Desthilatdar…

Ji aliyê Stêrk TV

Serkeftina Amedsporê li gelek bajaran hate pîrozkirin

Serkeftina Amedsporê ku derket Super Ligê, di serî de li Amedê li bajarên Tirkiye û…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzer û malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke nû kirin

Malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?