Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Bila girtiyên nexweş Elçe û Oral bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Hasan Biçakçi merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmergeyan: Alîkariya darayî ya Koalîsyona Navneteweyî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 5 bajaran daxwaza edaletê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk hat pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Têkoşîna Riza Altun dê her dem rê nîşanî me bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parlementerên DEM Partiyê ber bi Wezareta Karên Hundir ve meşiyan
Rojane

Parlementerên DEM Partiyê ber bi Wezareta Karên Hundir ve meşiyan

Parlamenterên DEM Partiyê li dijî darbeya qeyûm ber bi Wezareta Karên Hundir ve meşiyan. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît banga mezinkirina hevgirtinê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî têkildarî tayînkirina qeyûm a li şûna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, li pêşiya Meclîsê daxuyaniyê dan. Gelek parlamenterên DEM Partiyê jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên “Qeyûm darbe ye” û “Şaredarî yên me ne, em ê rê nedin hûn xesp biki” hatin hilgirtin. 

‘DARBE WÊ LI TEVAHIYA WELÊT BELAV BIBE’

Gulîstan Kiliç Koçyîgît, got ku xetereya darbeya hatiye kirin li tevahiya welêt belav bibe heye û ev tişt anî ziman: “Me têkildarî rejîma qeyûm gelek gotin kirin. Di 31’ê Adarê de hilbijartin hatin kirin û mohra xwe li serdema nû dan. Xuyaye ku desthilatdarî tu peyamên hilbijartinê fêm nekiriye. Lewma dîsa li dijî vîna gel êrîş dan destpêkirin. Watedar e ku ev hewldana êrîşê li Colemêrgê dan destpêkirin. Ji ber ku tekane rêya ev rejîm pê bikare li ser pêyan bigire, êrîşên li dijî kurdan e. Lê em baş dizanin ku ev darbeya li Colemêrgê hatiye destpêkirin dê li tevahiya welat belav bibe. Divê her çar aliyên Tirkiyeyê li dijî vê darbeyê bisekinin. Heke em bikarin bi hev re demokrasiyê biparêzin, em ê bikarin bi ser kevin. Tevahiya raya giştî dizane ku kompasa Wezareta Karên Hundir û sûcên tên îdiakirin di dosyayê tune ne.”

Koçyîgît, bal kişand ser hêza leşkerî ya li Colemêrgê hatiye sewqkirin û wiha pê de çû: “Garnîzon hatiye avakirin lê nekarîn vîna xelkê Colemêrgê bidizin. Dixwazin tişta ku nekarîn bi garnîzonê bi dest bixin niha xesp bikin. Pêşiya walîtiyê bi leşker û polîsên tevgera taybet tije kirin. Çima xelkê Colemêrgê nikare tiştên aydê xwe biparêze? Niha bajar bi postalên leşker û polîsan dorpêç kirine. Ji 7 salî heta 70’ê salî her kesî didin ber jopan û bombeyên gazê diavêjin. Em vê faşîzm û tundiyê qebûl nakin. Li vir Meclîsê jî em rastî êrîşa AKP’iyan hatin. Bifikirin ku 150 parlamenterên AKP’î xwestin 15 parlamenterên me lînç bikin. Ewqas ji demokrasî û mirovbûnê dûr ketine ku dovîzên me çirandin. Divê Wezareta Karên Hundir tavilê dawî li vê tundiya hêzên ewlekariyê bîne.

‘LI DIJÎ KURDAN HIQÛQEK CUDA PÊK TÎNIN’ 

Hewl didin li Tirkiyeyê hiqûqeke dualî ava bikin. Li dijî Kurdan hiqûqeke cuda li Tirkiyeyê jî hiqûqeke cuda heye. Dema şaredarê Kepezê ji peywirê girtin, meclîsa şaredariyê şaredarê nû hilbijart. Çima heman tişt li Colemêrgê nayê kirin? Erdogan duh dibêje ‘bi hiqûqê hatiye kirin.’ Tu qala kîjan hiqûqê dikî? Tu qala hiqûqa mafê bijartin û hilbijartinê tune dihesibîne dikî? Tu qala ya bi îradeya xelkê Colemêrgê cara sêyemîn xesp kirî dikî? Kîjan hiqûq? Divê ev derhiqûqtiye tavilê bi dawî bibe û hêzên ewlekariyê xwe ji kolanên Colemêrgê vekişînin.” 

Piştî daxuyaniyê jî parlamenter bi dirûşma “Qeyûm darbe ye, na ji darbeyan re” ber bi Wezareta Karên Hundir ve meşiyan. 

DEM Partiyiyên hatin pêşiya wezaretê, bi rayedarên wezaretê re hevdîtinan dikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî: Di doza Tahîr Elçî de lêpirsîneke rast nehat kirin
Nûçeya Pişt re Yilmaz û Eren piştî 32 salan hatin berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Yek ji me jî bimîne em ê dagirkeriyê têk bibin’

Dayikên Kobanê yên ku ji bo şervanên li eniyan xwarinê amade dikin û seferber bûne…

Ji aliyê Stêrk TV

Awûstralyayê têketina kesên xwediyê pasaporta Îranê da sekinandin

Awûstralyayê bi hinceta şerê li Rojhilata Navîn têketina welêt a kesên xwediyê pasaporta Îranê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzgarê Hesekê bi şandeya hikûmeta demkî re vegera koçberan nîqaş kir

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi şandeya serokatiya hikûmeta demkî ya ji bo şopandina bendên peymana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Bila girtiyên nexweş Elçe û Oral bên berdan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Hasan Biçakçi merasîma bîranînê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wezareta Pêşmergeyan: Alîkariya darayî ya Koalîsyona Navneteweyî bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xizmên windayan li 5 bajaran daxwaza edaletê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?