Di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi pêşengtiya Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de, li Kurdistanê li dijî dagirkeran û faşîzmê guleya yekem hate avêtin. Ji wê demê ve salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin û pîrozkirin. Gerîlayê azadiyê Cesûr Întîkam jî bi wesîleya Salvegera 42’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivî.
Gerîla Cesûr di şexsê Fermandar Egîd, Erdal û Bedran de hemû şehîdên têkoşînê bi bîr anî û ev tişt got, “Rêber Apo dibêje, di qonaxa avakirina tevgerê de li Kurdistanê ti kes nemaye ku xiyanet li nirxên xwe nekiriye. Têkoşîna azadiyê li ser bingehê destpê kir. Divê baş were zanîn ku vê têkoşînê bi pêngava 15’ê Tebaxê heta roja îro çi tişt ava kirine. Li cihekî ku evqas mirin û jixwe revîn lê hebû, pir girîng e ku wateya guleya yekem bê zanîn. Dema em li 15’ê Tebaxê dinêrin, em dibînin ku ev çalakî tam di dem û cihê xwe de pêk hatiye. Em pêngava 15’ê Tebaxê di têkoşîna xwe ya çekdarî de weke çalakiya herî bi bandor dinirxînin. Ev çalakî di demeke welê de destpê kir ku Tirkiye û Kurdistan di bin bandora 12’ê Îlonê de bûn û her kesê xiyanet li nirxên xwe kiribûn.
Helbet ev pêngava bi pêşengiya heval Egîd destpê kir, ji bo me nirxekî pir mezin afirand. Berê hêvî nemabû, hêvî ava kir; têkoşîn nemabû, têkoşîna ava kir; berxwedan nemabû, berxwedan ava kir. Pêngava 15’ê Tebaxê eger pêngaveke hêsan ba, bi xwe re evqas nirx ava nedikirin. Yê ku me li ba hev digire, Rêber Apo ye. Rêbertî xeta me ya sor e. Lewma divê şert û mercên xebatê yên Rêber Apo bên avakirin. Eger ev neyê kirin, çi qanûn were derxistin jî, çi bername bikeve meriyetê jî, evane wê cihê xwe negirin. Rastî û heqîqeta Rêber Apo û gelê Kurd yek e. Lewma nêzîkatiya li Rêbertî, nêzîkatiya li gelê Kurd û pêvajoyê nîşan dide.”
Gerîla Cesûr bal kişand ser pêdiviya têkoşînê jî û axaftina xwe bi pîrozkirina Cejna Vejînê ya Rêber Apo, gelê Kurd û hevrêyên xwe bi dawî kir.

