În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Pêngava Azadî ji Rêber Apo re -IV
Rojava

Pêngava Azadî ji Rêber Apo re -IV

Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Qamişloyê heta bi Reqayê bi meş, rojên xwendinê, çalakiyên kon û festîvalan hate meşandin, bi biryardarî dewam dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Kampanya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ ku 10’ê Cotmeha 2023’an li bajarê Strasbourg ê Fransayê destpê kir, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi piştgiriyeke xurt hate pêşwazîkirin. Gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û gelên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kom bûn û pêngav veguherandin tevgereke aştiyê. Agahiyên li ser çend ji çalakiyên sereke yên kampanyayê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vî rengî ne.

14’Ê COTMEHA 2023

Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ew tevlî kampanya azadiyê ya ji bo Rêber Apo bûne ku li tevahiya cîhanê hate destpêkirin.

16’Ê COTMEHA 2023

27 saziyên civakî yên sivîl ên ser bi TEV-DEM’ê ve piştgirî da pêngavê. Kongra Star jî ragihand ku ew ê tevlî kampanyayê bibe. Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û EŞrefiyê têkildarî kampanya ji bo azadiya Rêber Apo daxuyanî dan û beşdarî pêngavê bûn.

17’Ê COTMEHA 2023

Partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl ên li Efrîn û Şehbayê li gel rûspiyên civakê beşdarî kampanyayê bûn. Şêniyên li başûrê Kantona Hesekê bi meşekê, Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava jî bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew piştgiriyê didin kampanyayê.

Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya kampanyayê de li Qamişloyê çalakiya kon da destpêkirin.

Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya kampanyayê de panel lidar xistin.

18’Ê COTMEHA 2023

Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqayê komxebatek di çarçoveya pêngavê de lidar xist.

Gelê Minbicê ji bo piştgiriyê bi kampanyayê re bike, konê çalakiyê veda.

19’Ê COTMEHA 2023

Kongra Star bi navê rêxistinên jinan ên li kantonên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê piştgirî da kampanyayê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo azadiya Rêber Apo meşek lidar xistin.

21’Ê COTMEHA 2023

Xelkê Hesekê di çarçoveya kampanyayê de meşeke girseyî lidar xist.

22’Ê COTMEHA 2023

Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê li gel Tevgera Hîlala Zêrîn çalakî lidar xist. Meclîsên Minbic û Tebqayê yên Civaka Jinan a Zenûbiyayê bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê têkoşînê mezin bikin.

23’Ê COTMEHA 2023

Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çand û Hunerê, Yekîtiya Hunermendan, Rewşenbîr, Komîteya Wêjevanan û Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku ew piştgiriyê didin kampanyayê.

Li Dêrazorê Civaka Jinan a Zenûbiyayê li hemberî tecrîda giran daxuyanî da û banga tevlîbûneke xurt a li kampanyayê kir.

24’Ê COTMEHA 2023

Li Kantona Kobanê bi sedan kes li navenda bajêr li Qada Şehîd Egîd li hev kom bûn û piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê ragihandin.

Hêzên Parastina Civakî yên Hesekê jî diyar kirin ku ew tevlî pêngavê bûne.

25’Ê COTMEHA 2023

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Eyn Îsayê bi beşdariya gelek kesan meşek hate lidarxistin.

26’Ê COTMEHA 2023

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê biryardariya xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo anî ziman.

Xelkê Sirînê di çarçoveya pêngavê de meşek lidar xist.

29’Ê COTMEHA 2023

Bi pêşengiya xwendekar û ciwanan xelkê herêma Kantona Şehbayê meşek lidar xist û daxwaza azadiya Rêber Apo kir.

30’Ê COTMEHA 2023

Meclîsa Malbatên Şehîdan di çarçoveya pêngavê de li kantonên Tebqa, Minbic û Efrîn-Şehbayê daxuyanî da û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga mezinkirina têkoşînê kir.

31’Ê COTMEHA 2023

Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê li Helebê dest bi çalakiya kon a ji bo 3 rojan kir.

2’Ê MIJDARA 2023

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Reqayê kon veda.

7’Ê COTMEHA 2023

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan smeînerek li ser dagirkerî, êrîşên îmha û înkarê lidar xist.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hesekê li navçeya Til Temirê di çarçoveya pêngavê de 2 civînên cuda lidar xist.

Yekîtiya Jinan a Tebqayê ji bo azadiya Rêber Apo meşek pêk anî.

10’Ê MIJDARA 2023

Bi dirûşma ‘Em ê bi ruhê neteweya demokratîk Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin’ Festîvala Çand û Hunerê hate lidarxistin. Di festîvalê de hate ragihandin ku wê paradîgmaya Rêber Apo bigihînin nifşên nû.

Di çarçoveya pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan de li Hesekê çalakiya kon a ji bo 7 rojan hate destpêkirin.

12’Ê MIJDARA 2023

Li Reqayê dayikên aştiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxuyaniyek da.

13’Ê MIJDARA 2023

Koordînasyona Efrîn û Şehbayê ya Kongra Star di çarçoveya hewldana ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ panelek lidar xist.

15’Ê MIJDARA 2023

Li rojhilatê Dêrazorê meşek hate lidarxistin û endamên saziyên civakî yên sivîl, Meclîsa Jinan a Zenûbiya û rûspiyên herêmê tevlî bûn.

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Dêrazorê panelek hate lidarxistin.

16’Ê MIJDARA 2023

Bi pêşengiya TEV-DEM a Efrîn û Şehbayê li dijî tecrîda girankirî meşek hate lidarxistin.

20’ê MIJDARA 2023

Xelkê li herêma bejahî ya li rojavayê Dêrazorê meşeke girseyî di çarçoveya pêngavê de lidar xist.

21’Ê MIJDARA 2023

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan a Dêrikê ji bo danasîna fikrên Rêber Apo pêşangeheke pirtûkan pêşkêş kirin.

29’Ê MIJDARA 2023

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca tevlîbûna li çalakiyên salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê û xurtkirinan kampanyayê 3 rojan meşiyan.

30’Ê MIJDARA 2023

Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido konserek lidar xistin.

Li Rimêlanê bi heman armancê bi beşdariya 400 şagirtan çalakiyek hate lidarxistin û daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin.

3’Ê KANÛNA 2023

Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan li ser rewşa Rêber Apo û polîtîkayên dewleta Tirk, her wiha ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir.

9’Ê KANÛNA 2023

Civaka Jinan a Zenûbiyayê ji pirtûkên Rêber Apo pêşangehek ava kir.

10’Ê KANÛNA 2023

Li Reqayê bi beşdariya endamên Yekîtiya Doktorên Sûriyeyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansek hate lidarxistin.

13’Ê KANÛNA 2023

Li Qamişloyê di çarçoveya ‘Rojên Pirtûkên Ocalan a Navneteweyî’ çalakî hatin lidarxistin, pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin û piştgirî ji kampanyayê re hate dayin.

18’Ê KANÛNA 2023

Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Temirê û Koordînasyona Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê çalakiyeke hunerê lidar xistin.

20’Ê KANÛNA 2023

Platforma Jinan a Ekolojiyê ya Rojava beşek ji pirtûka ‘Notên Hevdîtinê yên Îmraliyê’ xwend.

21’Ê KANÛNA 2023

Têkildarî nêrînên Rêber Apo yên li ser felsefe, wêje û hunerê semînerek hate lidarxistin û gelek kesayet, rewşenbîr û xwendekar beşdar bûn.

23’Ê KANÛNA 2023

Meclîsa Jinan a PYD’ê bi armanca piştgiriya bi pêngavê re panelek lidar xist.

25’Ê KANÛNA 2023

Kongra Star û Meclîsa Jinan a PYD’ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bi çalakiya 3 rojan kirin.

31’Ê KANÛNA 2023

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hezar û 25 parêzerên Sûriyeyî serî li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan.

3’Ê ÇILEYA 2024

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bi hevkariya Înîsiyatîfa Parêzeran a ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Yekîtiya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê name ji gelek saziyên mafên mirovan ên li cîhanê re hate şandin.

7’Ê ÇILEYA 2024

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê civîneke girseyî lidar xist.

11’Ê ÇILEYA 2024

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan li navçeya Şêran a Kantona Firatê meşek lidar xistin.

15’Ê ÇILEYA 2024

Meclîsa Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê û gelek saziyên baweriyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar ikrin ku ew tevlî pêngavê bûne.

20’Ê ÇILEYA 2024

Li Til Temir û Zirganê bi sedna kes daketin qadan û ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin.

22’Ê ÇILEYA 2024

Înîsiyatîfên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo Azadiya Rêber Apo, ji serokê nû yê Konseya Mafên Mİrovan a Neteweyên Yekbûyî Omar Zniber re name şandin û jê xwestin, li hemberî tecrîdê bikeve nava liv û tevgerê.

23’Ê ÇILEYA 2024

Li Kantona Minbicê bi sernavê ‘Çareseriya dozên li Rojhilata navîn li Îmraliyê ye’ panelek hate lidarxistin.

30’Ê ÇILEYA 2024

Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Reqayê bi dirûşma ‘Helbest û wêje di pêlên Îmraliyê de digihêjin hev’ li ser jiyana Rêber Apo kombûneke wêjeyî lidar xist.

9’Ê ÇILEYA 2024

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kampanya îmzeyan hate destpêkirin.

10’Ê SIBATA 2024

Li Reqayê Konferansa Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate lidarxistin.

13’Ê SIBATA 2024

Li Reqayê bi dirûşma ‘Bi têkoşîna gelan wê dîwarên Îmraliyê bêne hilweşandin, wê bibe bihara gelan’ konferansa ji bo azadiya Rêber Apo hate lidarxistin.

Ciwanên li Kantona Firatê di çarçoveya pêngavê de meşeke dirêj a ji bo 3 rojan dan destpêkirin.

14’Ê SIBATA 2024

Jinên li Kantona Cizîrê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwendin.

15’Ê SIBATA 2024

Li 4 kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî li 7 navendan meş hatin lidarxistin.

1’Ê NÎSANA 2024

Li Reqayê bi Pirtûkxaneya Gerok re 200 pirtûkên Rêber Apo hatin belavkirin.

2’Ê NÎSANA 2024

Li Qamişloyê standek ji pirtûkên Rêber Apo hate vekirin.

21’Ê NÎSANA 2024

Kongreya Îslama Demokratîk li Qamişloyê panelek ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd lidar xist.

8’Ê GULANA 2024

Bi beşdariya bi sedan xwendekarî û malbatên şehîdan, her wiha bi tevlîbûna endamên Kongra Star konferansek hate lidarxistin.

13’Ê GULANA 2024

Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Apo ji 8 saziyên navneteweyî re ‘peyama vekirî’ şand û ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bang li wan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin.

19’Ê HEZÎRANA 2024

Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê pêşangehek vekir û pirtûk û wêneyên Rêber Apo nîşan da.

21’Ê HEZÎRANA 2024

Li Qamişloyê çalakiyeke muzîkê hate lidarxistin. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.

25’Ê HEZÎRANA 2024

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran bi çalakiyan li ber tecrîdê rabûn û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kirin.

1’Ê TEBAXA 2024

Konseya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê konferansek lidar xist.

4’Ê TEBAXA 2024

Li Kobanê şeveke heblestan hate lidarxistin.

7’Ê ÎLONA 2024

Bi pêşengiya Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan bi mijara ‘Rejîma Heqîqetê’ panelek hate lidarxistin.

10’Ê KANÛNA 2024

Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo balê bikişîne ser sîstema qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê nameyek ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re şand.

13’Ê ÇILEYA 2025

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber salvegera 26’an a komploya navneteweyî civînên gel hatin lidarxistin, ji bo tevlîbûna li pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ bang hate kirin.

14-15’Ê SIBATA 2025

Li Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma ‘Em ê Roja Reş bikin Roja Azadiya Rêber Apo’ mîtîngeke bi heybet hate lidarxistin.

27’Ê SIBATA 2025

Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ekranên mezin hate nîşandan.

4’Ê ADARA 2025

Xelkê Amûdê civînek lidar xist û ji bo aştî û demokrasiyê işaret bi girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.

8’Ê ADARA 2025

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxisitn û peyama Rêber Apo ya ji bo jinan bû sedema kelecaneke mezin.

21’Ê ADARA 2025

Li qadên Newrozê peyamên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin dayin.

13’Ê NÎSANA 2025

Meclîsa Civaka Jinan a Zenûbiyayê li kantonên Dêrazor û Reqayê li ser pirtûka Rêber Apo rojên xwendinê lidar xist.

15’Ê NÎSANA 2025

Bi pêşengiya Kongra Star û Yekîtiya Jİnên Ciwan li bajarê Qamişloyê çalakiya çandî hate lidarxistin.

3’Ê GULANA 2025

Li Kobanê, Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di bombebarana dewleta Tirk de 65 donim zevî şewîtî
Nûçeya Pişt re ROJEVA 19’Ê HEZÎRANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şehîd Dilxwaz Hesekê hat veşartin

Cenazeyê şehîd Dilxwaz Hesekê bi merasîmeke li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya Dirbêsiyê hat veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Encamnameya Kongreya Jinan a li Qamişlo hat eşkerekirin

Encamnameya Kongreya Jinan a Qamşlo hat eşkerekirin. Di encamnameyê de ji bo qadên siyasî, civakî,…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Wê tola nêzîkatiya li hemberî dîlgirtiyan bê hilanîn’

Koordînasyona Kongra Star têkildarî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?