În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PKK: Ji bo hesabpirsîna komkujiya Parîsê em tevlî meş û mîtîngan bibin
Kurdistan

PKK: Ji bo hesabpirsîna komkujiya Parîsê em tevlî meş û mîtîngan bibin

Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên komkujiya Parîsê bi hurmet û minet bi bîr anî û got, "Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li her qadê beşdarî meş û mîtîngan bibin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Çile 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê got, “Em di salvegera 12’emîn a komkujiyê de ne ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hate kirin û di encamê de hevrê Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) şehîd bûn. 12 sal inl i ser şopa hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî em têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin. Di vê salvegerê de jî ji bo hesabpirsîna komkujiya Parîsê em qad û kolanan dadigirin.

Beriya her tiştî em şehîdên xwe yên mezin hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî di salvegera 12’emîn a şehadeta wan de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin; soza xwe dubare dikin ku xwedî li armanc û bîranîna wan derkevin. Em careke din destnîşand ikin ku di sala 13’an de ji bo hesabpirsîna ji komkujeran û pêşvebirina têkoşîna azadiyê ya jinê em ê hîn bi xurtî û bi rêxistinî têbikoşin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku eşkere ye ku komkujiya Parîsê bi zanebûn û plankirî hate kirin û hate gotin, “Bi zanebûn êrîş li dijî sê hevrêyên me yên hêja hate kirin. Bi taybetî hevrê Sara ji ber ku yek ji damezrînerên partiya me bû, li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê yek ji hevrêyên pêşengî ji Berxwedana Zindanê ya Mezin re kir û tevkariya herî zêde li pêşketina xeta azadiyê ya jinê ya partiya me kir, bû hedefa êrîşê. Li ser vê bingehê, eşkere ye ku komkujiya 9’ê Çileya 2013’an li dijî partiya me PKK’ê û di şexsê wê de jî li hemberî gelê Kurd hatiye kirin. Di vê çarçoveyê de ya ku bû hedefa êrîşê gelê Kurd û têkoşîna wê ya hebûn û azadiyê ye.

Ya rast, hîn di rojên destpêkê de eşkere bû bê kê komkujiya 9’ê Çileya 2013’an a li Parîsê kir, kê da kirin. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Lê belê rêveberiya Fransayê ku li ser bingeha berjewendiyan bi berpirsyarê komkujiyê re li hev kiriye, ev rastî ti carî bi şênberî eşkere nekir û kujer mehkeme nekir û hesab nepirsî. Eger di dema xwe de ev kiribûya di 23’ê Kanûna 2022’an de komkujiya Parîsê ya duyemîn rû nedida ku di encamê de yek ji fermandarên şerê li dijî DAÎŞ’ê Evîn Goyî û du welatparêzên Kurd şehîd bûn. Par gelê me û dostên gelê me gelekî hewl dan, lê belê li gel vê yekê jî rêveberiya Fransayê xwe neda ber bicihanîna hiqûqê û darizandina hemû sûcdaran.

Bi wesîleya salvegerê em careke din bang li Rêveberiya Fransayê dikin ku bi rengekî demokratîk tevbigere, hiqûqê bi cih bîne û hemû sûcdarên herdu komkujiyên Parîsê darizîne. Bi taybetî em dibêjin, destnîşankirina para rêveberiya Tayyîp Erdogan a di van komkujiyan de û darizandina wan wê pêşî li qirkirina Kurdan bigire, wê xizmetê ji demokratîkbûna Tirkiye, Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn re bike. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên demokratîk dikin ku heta bidestxistina vê encamê têkoşînê timî mezin bikin.

EM HER TIM LI PIŞT BIRYARÊN RÊBER APO SEKINÎN, JI NIHA Û PÊ VE JÎ EM Ê BI HEMAN RENGÎ BIKIN

Gelê me yê welatparêz û dostên me yên hêja!

Di vê demê de ku em dikevin sala 13’an a Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an, weke gel û tevger li gel derfet û firsendan her wiha bi gelek rîsk û metirsiyan re jî rû bi rû ne. Bi hilweşîna rejîma Baas a li Sûriyeyê re sîstema netewe dewletê ya piştî şerê cîhanê yê yekemîn li Rojhilat Navîn hate danîn li qada Ereb hilweşiya, li Îran û Tirkiyeyê dawiya vê yekê tê. Di avakirina sîstema Rojhilata Navîn a nû de Kurd û Kurdistan xwedî roleke kilît û diyarker e. Ev yek jî têkoşîna li ser Kurdistanê zêde dike. Hêzên ku dixwazin li Rojhilata Navîn bi bandor bibin, berê xwe bi giranî didin Kurdistanê. Di rewşeke bi vî rengî de weke tevger û gel divê em hîn bêhtir baldar bin, bi tedbîr bin, yekîtî û têkoşîna xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibin.

Ji bo mifteya Rojhilata Navîn ber bi aliyê demokrasî û azadiyê ve veke, Rêber Apo dest bi hewldaneke nû kiriye. Bêguman ev rewş encameke Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ye ku ji 10’ê Cotmeha 2023’an û vir ve em dimeşînin. Bi rêya têkoşînê zext li deriyên Îmraliyê hate kirin ku vebe. Daxuyaniya Heyeta DEM Partiyê ya ku 28’ê Kanûna 2024’an bi Rêber Apo re hevdîtin kir, hem kêfa Kurdan û dostan anî, hem jî atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê bi rengekî cidî guhert.

Em gel û tevger, bêguman vê pêvajoyê û van nîqaşan girîng dibînin. Em her tim li pişt biryarên Rêber Apo sekinîn, bêguman ji niha û pê ve jî em ê bi heman rengî tevbigerin. Ji bo têkoşîna Rêber Apo bi ser bikeve, em ê her wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin. Ji bo vê jî em ê li ser xeta Apoyî her tim bi israr û bi sebir têbikoşin. Di heman demê de li hemberî lîstik, fen û fûtên siyasetê û mejiyê qirker-faşîst jî em ê baldar û hişyar bin. Weke ku em timî dibêjin, em her tim ji şer re jî ji aştiyê re jî amade ne. Yên ku ji bo me dibêjin ‘wê me binax bikin’, em ji wan re pêşniyar dikin ku halê xwe bibînin, ew li ber binaxkirinê ne.

Em careke din şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin; bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li her qadê beşdarî meş û mîtîngan bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Astengiyên li hemberî heyeta ku çûbû cenazeyan wergire didome
Nûçeya Pişt re Ji Kevana Zêrîn klîba ‘Sakîne Cansiz’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojnamevan Osman Çakli hat binçavkirin

Nivîskarê pirtûka Çeteyên Nifşê Nû Osman Çakli li Stenbolê hat binçavkirin. Sedema binçavkirina wî nehat…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara kesên di erdheja Kolombiyayê de mirin gihîşt 224 kesan

Li gorî rayedarên herêmî, hejmara kesên di erdheja li Kolombiyayê de mirine gihîştiye 224 kesan.

Ji aliyê Stêrk TV

Sinn Feîn: Em piştgiriyê didin pêvajoyê, Abdullah Ocalan divê azad bibe

Serokên berê û yên nû yên tevgera Sinn Feîn Gerry Adams û Declan Kearney ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?