Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalkan: Yên li ber guherîna demokratîk rabin wê winda bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Prof. Grubacîc: Abdullah Ocalan ji Rêberekî gelekî zêdetir e
Rojane

Prof. Grubacîc: Abdullah Ocalan ji Rêberekî gelekî zêdetir e

Prof. Andrej Grubacîc, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Rêberekî şoreşgerî gelekî zêdetir e û got ku ew fîlozof, civaknas û zanyar e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Prof. Andrej Grubacîc, destnîşan kir ku tişta ku siberoja çepa gerdûnî diyar bike, şerê di navbera du hêmanên rêxistinî de ye û got, “Hûn neçar in tercîhek bikin, li gorî nêrîna min ev tercîh gelek girîng e; An wê Rojava be an jî wê dîsa Bûlgarîstana sosyalîst be. Divê em ruhê Rojava li nav çepgirên nû ya cîhanî belav bikin.”

Andrej Grubacîc serokê damezrîner a Beşa Antropolojî û Guhertina Civakî ya Enstîtuya Kalîforniyayê ya Lêkolînên Integral-San Francîsco û edîtorê Journal of World-Systems Research e. Di heman demê de li Zanîngeha Kalîforniya, Navenda Berkeley a Tiba Civakî ya Berkeleyê jî endamê fakulteyê ye. Andrej Grubacîc ku her wiha edîtorê PM Pressê ye, ku çapa pirtûka wêneçîroka bi Îngilîzî ya bi navê ‘Azadî wê bi ser bikeve’ ku behsa jiyan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, ji ANF’ê re axivî.

 

Grubacîc, diyar kir ku ew di salên 1990’î de bi xebat û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hesiya ye û got, “Wê demê ez li Elmanyayê bûm û min ramanên cuda lêkolîn dikirin. Min hewl dida rewşa li Kurdistanê diqewimî fêm bikim. Dema ku min li vir bi mirovan re nîqaş dikir, hîn bûm ku li herêma Kurdan a li Tirkiyeyê bûyerên balkêş, bi êş û kelecanê çêdike hene. Cara ewil bû ku min navê Abdullah Ocalan dibihîst û bi mirovên ku bi Tevgerê re têkildar in li ser xebatên wan dibûm xwedî agahiyên cuda. Piştre dema ku min xebatên siyasî û hin lêkolîn dikirin, rastî ramanên Ocalan hatim. Wê demê min li ser Zapatîstanên li Meksîkayê lêkolîn dikir. Bi xwendina pirtûkan re ramanên Ocalan hêj zêdetir bala min kêşa.”

Andrej Grubacîc, destnîşan kir ku ew geşadan û pêşketinên li Rojava ji nêz ve dişopîne û wiha dewam kir, ‘’Jixwe ez têkildarî mijarên çepgirî û çepgiriya cîhanî dinivîsim. Girêdayî vê yekê helbet ji kevneşopiya Wallersteîn û Abadullah Ocalan ya dîroka cîhanê û pergalên cîhanê sûd werdigirim. Ez dikarim bibêjim ku ji bo pênaseya çepgiriya cîhanî ya nû têkoşîneke mezin heye. Em dikarin vê mijarê weke du kampên cuda binirxînin. Yek ji wan fikrên Jakobenî, fikrên modernîst yan jî yên kapîtalîst modernîst, fikrên dewleta lîberal, hilberînerin, pêşveçûyîn û mêtînkariya Ewropî gelek êşên çepgiriya cîhanî ji van rû dide û bi salan girêdayî vê xetayê  mane. Niha jî li aliyekî din kesên hewl didin ku kapîtalîzmê bi rêya şoreşgeriya radîkal ji holê rakin hene. Ew kes girêdayî Modernîteya Demokratîk a Abdullah Ocalan ku mirovahiyê esas digire, şiklên rêxistinbûna ku zêdetir nêzîkî kevneşopiya anarşîzmê ye ku ne burokratîk e û federalîst yan jî konfederalîst ji nû ve zindî dikin. Helbet ev yek kevneşopî ya ku niha li Rojava tê afirandin e yan jî ya ji nû ve tê afirandin e. Ev kevneşopiyek e, rast e sosyalîzm e lê belê sosyalîzmeke pir cihê ye. Sosyalîzmeke bêdewlet, sosyalîzma Abdullah Ocalan ku bingeha wê girêdayî fikrên Ocalan ava bûye. Ne ew sosyalîzm e ku girêdayî fikra makînenîzm û hilberîzma Lenînîst a kevn e. Fikrên Ocalan alternatîfeke nû ye. Tiştekî nû ye. Xeyala wan kesan e ku ku em weke çepgirên cîhanî bi nav dikin. Ev yek li Rojava rû dide û pêş dikeve. Hewce ye em ruhê Rojava di nava çepgirên cîhanî yên nû de bidin zanîn.”

Grubacîc bal kişand ser girîngiya pêngava, ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ û axaftina xwe wiha domand, ‘’Ev kampanya pir hêvîdêr e. Li gorî min hewce ye em çakbîn bin. Ez weke kesekî ku gelekî ji felsefeya Ocalan bandor bûyî, dibêjim ku hewce ye em di mijara şoreşgeriya Ocalan û fikrên wî de bi israr bin. Ew fîlozof û civaknasekî gelekî girîng e. Di bin şert û mercên pir zehmet de fikrên xwe weke çend pirtûkan anî ziman ku ji milyonan însana re bûye îlham.  Her wiha em dikarin bibêjin ku îro Rojava gelekî hêvîyê dide. Bi rastî jî îlhamê dide tevgera şoreşgerî ya berbelav. Ez qala Tevgera Azadiyê ya Kurdan dikim. Ocalan gelekî ji rêberekî şoreşger wêdetir e. Her wiha Ocalan fîlozof, civaknas û zanyarekî girîng e. Ev yek ji bo herkesên demokrasîxwaz û azadîxwaz derbasdar e. Wan hemûyan hembêz dike yanî. Weke têgeha ‘Rêber’ e. Birastî jî wisa ye. Bi fikrên xwe rê nîşan dide, tesîreke mezin li ser mirovan ava dike. Şêweyeke axaftin û nivîsandinê ya hebûna felsefîk û sîyasî nîşan dide, diafirîne.”

Crubacîc, diyar kir ku ji bo têgihiştina derbarê Abdullah Ocalan de biguhere û hêj zêdetir ji aliyê rewşenbîr, xwendekarên zanîngeh û akademîsyen ve bê naskirin divê hêj bêhtir pirtûkên wî bên wergerkirin û li ser nivîs bên nivîsandin û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Divê em zêdetir pirtûkên Ocalan wergerînin û li ser binivîsînin, hewl bidin ku fêhm bikin bê ka Ocalan li ser çi dinivîse. Ne tenê li Rojhilata Navîn divê mirov bandora wî baş fêhm bike.

Bi ya min tişta ku divê em bikin ev e. Li ser fikrên wî nivîsan binivîsinin. Li ser fikrên wî bisekinin û belav bikin. Ji bo vê jî heta niha me sê pirtûkên xwe bi PM Pressê, weşanxaneya ku ez pê re kar dikim û pê re têkildar im çap kir. Me pirtûka bi navê Dialogues With Free Life (Diyalogên bi Jiyana Azad re) weşand. Me The Beyond Power, State And Vîolance (Parastina Gelekî) weşand. Her wiha pirtûka Sociology of Freedom (Sosyolojiya Azadiyê) me wergera Îngilîzî kir û weşand. Ez difikirim ku ev çend pirtûkên pir girîng in, metnên pir girîng in ku rewşenbîr li ser bifikirin û bi berdewamî ramanên xwe bi pêş bixin. Herî dawî, Ocalan ji bo zanisteke civakî ya nû ku jê re tê gotin Sosyolojiya Azadiyê, pêşniyareke gelekî wêrek ji me re hişt. Bi ya min divê em vê cidî bigirin dest. Dîrokeke dirêj a pêşniyarên bi heman rengî heye.

Wallerstein xwedî fikra zanista civakî ya dîrokî bû. Beriya wê jî fikra Fernand Braudel ya derbarê zanistê de hebû. Bi dîtina min, pêşniyara Ocalan belkî ya herî bi îdîa ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BERLÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Milîsên Delal Amed ên HBDH’ê çalakiya sabotajê lidar xist
Nûçeya Pişt re MAK’ê li dijî qeymeqamtiya Xinisê çalakî kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şervanên ku gihîştin Kobanê ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin

Şervanên QSD'ê yên ku li dijî êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê bi rojan e li ber xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyên PAJK û PKK’yî: Em her derê bikin qada berxwedanê

Girtiyên PAJK û PKK’yî ji bo xurtkirina destê Rêber Apo bang kirin ku her derê…

Ji aliyê Stêrk TV

Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan hatin bibîranîn

Yekîtiya Xwandekarên Welatparêz ên Sûriyeyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kalkan: Yên li ber guherîna demokratîk rabin wê winda bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?