Bûyerên Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Tûgçe Tatarî anî ziman ku pêvajo dikare li Tirkiyeyê veguhere destketiyeke hevpar, tevkariya li pêvajoyê jî dikare qadeke bêhnvedanê ya nû biafirîne û got, “Bi dîtina min ev aştî firsend û destketiyek ji bo welêt e, ne tenê ji bo Kurdan.”
Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Sebahat Bîçer diyar kir ku li girtîgehan nêzî 400 girtiyên nexweş hene, rewşa 180 ji wan giran e û got, “Yek ji gavên destpêkê yên dewlet biavêje divê berdana girtiyên nexweş be.”
Akademiya Kurd wê di 24’ê Cotmehê de li bajarê Zurich ê Swîsreyê “Konferansa Entegrasyona Demokratîk” lidar bixe û aliyên teorîk, siyasî, civakî, hiqÛqî û aborî yên entegrasyona demokratîk binirxîne.
Rojnamevan-nivîskar Nîdal Hawarî li ser pêvajoya derbasbûnê ya li Sûriyeyê axivî û anî ziman ku rêveberiya demkî nekarî krîzan derbas bike û eger mafên gelan bi rengekî mayinde neyên misogerkirin dibe ku sedsalek ji dest biçe.
Ji fermandarên YJA Starê Şerda Mazlûm anî ziman ku sekna fedaî ya Bêrîtan îradeya azadiyê, biryardariya têkoşînê û xeta berxwedanê ya jinan îro jî ronî dike.
Hesen Mihemed anî ziman ku ji bo Kurdî di destûra bingehîn a Sûriyeyê de bê misogerkirin wê têkoşîna xwe dewam bikin û got, “Divê gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derkeve.”

