Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Prof. Dogû Ergîl anî ziman ku li Tirkiyeyê lêgerîna li pergaleke nû destpê kiriye û got, çareseriya pirsgirêka Kurd ne tenê bêdengbûna çekan e, mesele divê li ser bingeha welatîbûn, wekhevî û demokrasiyê bê nirxandin.
Derhêner Yuksel Aksû diyar kir ku ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi edalet, welatîbûna wekhev, hurmeta li nasname û zimanê hev heye û got, “Bi rengekî din em ê nikaribin li dergûşa şaristaniyê Anatoliyê aram bibin.”
Rojnamevan Hîwa Hemrînî destnîşan kir ku hevdîtinên Şengalê ne tenê ji bo herêmê di heman demê de ji bo avakirina pergala ewlekariyê ya paşerojê ya Iraqê girîng e û got, “Bexda dixwaze modeleke çareseriyê biafirîne û nîşanî tevahiya Iraqê bide.”
Pirsgirêka karkerên demsalî ji avaniya aboriya herêmê cuda nikare bê nirxandin. Bajarên Kurdan xwedî deştên berhemdar, çavkaniyên avê û nifûseke ciwan e. Li şûna nirxandina vê potansiyelê, bûye parçeyek ji pergaleke ku koçberiyê li mirovan ferz dike.
Ew Rêzan ê heftemîn ne tenê navek bû; nefesek bû ku ala emaneta yên ketin hembêza axê hildigirt. Şewqa li çavên wî baweriya bi siberoja azadiy nîşan dida. Bi kameraya xwe qîrîna bêdeng ji cîhanê re radigihand.

