Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû got, “Dema azadiya Rêber Apo pêk hat, hingî wê komplo bi temamî bê pûçkirin. Em heta niha ji bo vê têkoşiyan. Ji niha û pê ve jî em ê vê têkoşînê bimeşînin.”
Aliyê leşkerî yê entegrasyona bi Şamê re giran dimeşe, pirsgirêkên ewlekariyê nikare bê çareserkirin. Pêvajoya li ser perwerdeya bi Kurdî, statuya YPJ’ê û vegera koçberan di asteke mezin de xitimî ye.
Ji Teatra Jiyana Nû Xanim Rojbîn Ozmen got, “Mafê şanoya Kurd e ku li ser dikên herî baş, bi derfetên teknîkî yên herî baş bilîze. Ji bo vê jî bi taybetî şaredarî divê ji bo şano û çanda Kurd derfetan amade bike.”
Di bawer û felsefeya Êzidiyan de qub ne tenê avahiyên ji kevir û mîmariyên neqişandî ne; qub navenda îbadet, hurmet û bîra civakî ya gelê Êzidî ye.

