Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Şandeya Îmraliyê serdana EMEP’ê kir: Misogerkirina aştiyê bi hiqûqê pêkan e
Rojane

Şandeya Îmraliyê serdana EMEP’ê kir: Misogerkirina aştiyê bi hiqûqê pêkan e

Di daxuyaniya çapemeniyê ya piştî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û EMEP’ê de, bal hat kişandin ser pêdiviya misogerkirina zagonî ya pêvajoya aştiyê, avakirina tifaqa herî berfireh a di siyasetê de û xurtkirina piştgiriya civakî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faik Ozgur Erol, li Navenda Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) bi şandeya EMEP’ê re civiyan. Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê hate dayîn. 

 

EMEP: ÊRÎŞA LI SER LEYLA ZANA KIRÊT E 

Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyit Aslan ku di daxuyaniya çapemeniyê de ewil axivî, êrîşa li ser siyasetmedar Leyla Zana wekî “kirêt û nîjadperest” pênase kir. Aslan destnîşan kir ku di serdemeke ku pêvajoyeke nû tê nîqaşkirin de êrîşên bi vî rengî nayên qebûlkirin û diyar kir ku ew li gel Leyla Zana ne.

Aslan bal kişand ser nîqaşên derbarê pêvajoyê de jî û diyar kir ku raporên hatine eşkere kirin di warê nîşandana daxwazên gelê Kurd de kêm mane û got ku EMEP’ê rapora xwe bi raya giştî re parve kiriye. 

BAL KIŞAND SER MAFÊN WEKHEV Û GARANTIYA YASAYÎ

Aslan da zanîn ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek dîrokî ya 100 salî ye û wiha got: “Ji bo ji holê rakirina şer û neyîniyên ku diqewimin, em wek partî duh jî, îro jî û sibê jî çi ji destê me bê em ê bikin. Ji bo ku ev pêvajo bi aştiyê bi encam bibe û li ser bingeha mafên wekhev bi dawî bibe, em ê xebat û ramanên xwe bi raya giştî re parve bikin. Di hevdîtina îro de derfeta me çêbû ku em hem ramanên xwe hem jî ramanên şandeya mêvan hîn bibin. Di dema pêş de, em ê hewldanên ji bo garantiya vê pêvajoyê bi qanûnan bişopînin. Helbet em ê daxwaz bikin ku gavên ji bo aştiyeke rasteqîn bên avêtin. Di nav de sepandina biryarên DMME’yê jî di nav de, vegera şaredaran ser karê xwe û rakirina astengiyên li pêşiya maf û azadiyên demokratîk, em ê têkoşîna xwe bi hev re bidomînin.” 

BULDAN: EM DI SERDEMA HERÎ NÊZÎ AŞTIYÊ DE NE

Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan jî diyar kir ku ew di pêvajoyeke krîtîk de ne û pêdiviya wan bi piştgiriya hemû partiyên siyasî heye. Buldan anî ziman ku nêzî hefteyekê ye ew serdana partiyên siyasî dikin û destnîşan kir ku ew di yek ji serdemên herî nêzî aştiyê de ne.

Buldan diyar kir ku divê ji bo aştiyeke birûmet her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe û wiha axivî: “Êdî divê ne tenê dest, lê bedena mirov di bin kevir de be. Di vê mijarê de me di qonaxên gihîştî de her cure piştgiriya MHP’ê dît. Me her tim dît ku heta hûn li gel me bisekinin daxuyaniyên wan piştgirî didin. Di civîna ku me niha pêk anî de jî, li ser berdewamiya vê yekê lihevkirinek heye.” 

‘EV MESELE 86 MÎLYONÎ ELEQEDAR DIKE’

Pervîn Buldan destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd û demokratîkbûn ne tenê meseleya DEM Partiyê yan jî Kurdan e, ev meseleya 86 mîlyon mirovî ye, lewma pêdivî bi keda her kesî heye. Buldan ragihand ku ew ê sibê bi Wezîrê Dadê û Serokê Parlamenê Numan Kurtulmuş re bicivin û piştgiriya partiyên siyasî bigirin, piştre jî plan dikin ku bi Serokkomar re jî hevdîtinekê pêk bînin.

Buldan bi bîr xist ku derbasî qonaxa duyemîn bûne û got: “Qonaxa ku em gihîştinê qonaxa duyemîn e û di vê qonaxê de pêdivî bi rêziknameyeke zagonî heye, hûn jî dizanin. Niha em li ser vê şêwir dikin. Dê çi celeb zagon derkeve, dê kîjan aliyan li xwe bigire? Lewma di vê mijarê de, di hevdîtina ku me pêk anî de, em helbet raman û nêrînên girîng ên desthilatdariyê jî hîn bûn. Lê di encamê de, ez dixwazim careke din binê vê xêz bikim ku divê ev zagon bêyî windakirina demê bi lez derkeve.”

SANCAR: GARANTIYA HIQÛQÊ TÊKOŞÎNA SIYASÎ YE

Mîthat Sancar jî diyar kir ku aştî hewcedarê hiqûqê ye û destnîşan kir ku misogerkirina dawî ya hiqûqê, têkoşîna siyasî û xwedîderketina civaka demokratîk e. Sancar anî ziman ku ji bo qaîde ne tenê li ser kaxezê bimînin, yekîtiyên demokratîk ên berfireh û piştgiriya civakî ya xurt şert in. Sancar bal kişand ser têkoşîna hevpar a di vê rêyê de.

Sancar got ku EMEP amade ye keda xwe bide pêvajoyê û ji niha û pê de jî vîna meşîna bi hev re ya di çarçoveyeke hevpar de hatiye anîn ziman.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê êrîşa li Helebê daxuyanî da
Nûçeya Pişt re Gelê kantona Firatê ji bo piştgiriya Şexmeqsûd-Eşrefiyê daketin qadan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nerazîbûna li hemberî êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê: Walî şermezar kir

Waliyê Silêmaniyeyê bang li hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih…

Ji aliyê Stêrk TV

KNK: Çarşema Sor pîroz be

Konseya Rêveber a KNK'ê cejna Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) a civaka Êzidî pîroz kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Gelbûyîna bi çand û hunerê -II

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li hemberî tinebûna çand û hunera Kurd weke ronahiyekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?