Gerîlayên Tevgera Azadiyê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûn, di roja duyemîn de bi awayekî girseyî li mala şînê ya 19 Mayisê ya li taxa 19 Mayisê tên bibîranîn.
Malbatên şehîdan, parlamenterên DEM Partiyê û rêveber û endamê gelek partiyên siyasî, TJA, Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER û gelek welatiyên bajêr serdanan bîranînê dikin.
Bîranîn wê heta êvarê saet 17:00 dewam bike.

