Hevşaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku ji Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Edîrneyê hate berdan, li pêşiya girtîgehê ji aliyê malbat, xizm û nûnerên partiyên siyasî ve hate pêşwazîkirin.
Mizrakli daxuyaniyeke kurt da rojnamevanan û anî ziman ku sala 2015’an û piştî wê li Tirkiyeyê hiqûq û demokrasî bi rengekî cidî zerar dîtin. Mizrakli diyar kir ku ji bo civak di vê dema nû de pêşiya xwe bibîne divê pêvajo bi rengekî zelal bê meşandin.
Selçûk Mizrakli diyar kir ku Tirkiye ji pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe û li hemberî provokasyonên gengaz ên ji derve ve bêne kirin divê bi baldarî, hesas û bi lez bê meşandin.
Hevşaredarê berê yê Amedê Mizrakli ragihand ku li Tirkiyeyê qala atmosfereke nû ya aştiyê tê kirin û diyar kir ku ev yek nayê wateya tenê bêdengbûna şer, pêvajoyek e ku divê rûbirûbûn bi rabirdûyê re bê kirin û bûyerên qewimî ne bêne telafîkirin.
Ji bo mayindebûna aştiyê jî Mizrakli got, pêwîstî bi wan gavan heye ku baweriyê bide civakê.
Mizrakli her wiha bal kişand azadiya Selahattîn Demîrtaş, peyama wî ragihand û got, “Çi dibe bila bibe demokrasî, çi dibe bila bibe aştî, çi dibe bila bibe çareserî.”

