Hevşaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli piştî ragirtina ji 7 salan hate berdan. Mizrakli ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Edîrneyê dihate ragirtin, piştî bidawîbûna karê berdanê, ji girtîgehê derket. Selçûk Mizrakli li pêşiya girtîgehê ji aliyê malbata wî û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin.
Girseya gel ku serê sibehê li ber girtîgehê civiya, pankartên bi nivîsa “Selçûk Mizrakli tu bi xêr hatiye”, “Azadî bi xêr be heval”, “Azadî nîvco nabe, azadî ji Demîrtaş re”, “Azadiya Mizrakli kêfxweşiya me ye, girtina Demîrtaş hêrsa me ye” hilda.

