În, 20 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredariya Cizîrê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan Bişeng vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta ji bo girtiyên nexweş: Mafê jiyanê pîroz e, nabe bazartî bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li Arzoxlî ya li dijî projeya GES’ê 30 roj li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Amedê: ‘Ji bo zarokan divê polîtîkayên civakî yên mayinde bêne afirandin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê ji bo jinên hatin qetilkirin ‘dara bîrê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelawêj Ewrîn: Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Divê pêşengên aştiyê jin bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sermîn Demîrdag 7 carin berdana wê tê astengkirin
Rojane

Sermîn Demîrdag 7 carin berdana wê tê astengkirin

Lijneya Îdarî û Çavdêriyê 7 carin berdana Sermîn Demîrdag a ku 32 sal in girtî ye, asteng dike. DEM Partî diyar kir ku ev biryar keyfî ye û serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Sermîn Demîrdag a ku ji sala 1993’yan vir ve girtî ye, di 7’ê Adara 2023’yan de cezayê xwe qedand û divê bihata berdan. Lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê di 23’yê Sibatê de berdana Demîrbag ji bo sê mehan taloq kir. Piştî vê biryarê, lijne di 25’ê Gulanê, 17’ê Tebaxê, 8’ê Sibata 2024’an, 1’ê Tebaxê û 23’yê Çileya 2025’an de civiya û berdana Demîrbag 6 caran taloq kir.
Lijne herî dawî di 16’ê Cotmehê de ji bo berdana Demîrbag dîsa civiya. Endamên lijneyê di civînê ji Sermîn Demîrbag pirsa; ji ber çalakiyên xwe yên siyasî “poşman” bûye yan na, kir. Demîrbag êşkenceya ku berê lê hatibû bi bîr xist û diyar kir ku ew bi zexta psîkolojîk re rû bi rû maye.

BÊYÎ CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ BERDANA DEMÎRBAG HATE TALOQKIRIN

Tevî ku cezayê dîsîplînî tineye jî, lijneyê bi gotina “beşdarî çalakiyên ku sûcên dîsîplînê pêk tînin bûye” berdana Demîrbag salekê taloq kir. Bi vê biryarê re berdana Sermîn Demîrbag 7 carin tê astengkirin.

DEM PARTÎ: HIQÛQA DIJMINATIYÊ PÊK TÎNIN

Parlamenterên DEM Partiyê anîn ziman ku biryar keyfî ye û serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê dan. Di serlêdanê de diyar kirin ku ne tenê biryar, di heman demê de divê xebatên lijneya girtîgehan jî bên lêkolînkirin.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan ên sîstematîk pêk tên û got, “Girtîgeh birîna Tirkiyeyê ne. Rêveberiyên girtîgehan mîna ku sond xwarine ku girtiyên siyasî yên cezayên wan qediyane, bernedin. Ev bi awayekî eşkere hişmendiya hiqûqa dijminatiyê nîşan dide.”

‘DIVÊ WEZARETA DADÊ DAXUYANIYÊ BIDE’

Koçyîgît ev bang li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kir: “Gelo kî azadiya Sermîn Demîrdag û girtiyên siyasî yên mîna wê asteng dike? Dozger, lijne, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan an wezaret bi xwe? Em li ser navê gelên Tirkiyeyê bersiva vê pirsê dixwazin. Ger li aliyekî qala ‘aştiyê’ bikin û li aliyê din jî bi salan girtiyan di hundir de bigirin, em ê li hemberî vê bêdeng nemînin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêyek ber bi Şêxmeqsûdê hate vekirin
Nûçeya Pişt re Rêya Tebqa-Selemî hîn jî girtî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hilbijartinên Hindistanê: Dengên Modî kêm bûn

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî û hevalbendên wî yên neteweperest di hilbijartinên giştî de bi ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şirnexê astengiya kêfî ya serxweşiyê: Polîsan êriş kirin, alozî dewam dike

Serdana gel a ji bo sersaxiya li Şirnexê ku ji bo gerîlaya YJA Starê Bêrîvan…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG NRÇ’ê şehîdên Garê bi hurmet bi bîr anî

HPG NRÇ'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir û got, "Em hevrêyên xwe Mûnzûr, Artim û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Şaredariya Cizîrê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan Bişeng vekir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeta ji bo girtiyên nexweş: Mafê jiyanê pîroz e, nabe bazartî bê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Platforma Giştî ya Neteweyî ya Jinên Kurd li Silêmanî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?