În, 20 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta ji bo girtiyên nexweş: Mafê jiyanê pîroz e, nabe bazartî bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li Arzoxlî ya li dijî projeya GES’ê 30 roj li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Amedê: ‘Ji bo zarokan divê polîtîkayên civakî yên mayinde bêne afirandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serokê Desteya Giştî ya NY’ê banga li Myanmarê: ‘Rohingyayiyan vegerînin malên wan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê belavkarên rojnameyan ên salên 90’î bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê ji bo jinên hatin qetilkirin ‘dara bîrê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelawêj Ewrîn: Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Divê pêşengên aştiyê jin bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şoreşgera ku xeta jiyana azad afirand
Kurdistan

Şoreşgera ku xeta jiyana azad afirand

Gorsê Ayhan û Berfîn Aram Nevîn ji kesayetên sembol ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê şehîd Zîlan bi bîr anîn û gotin, çalakiya fedaî ya Zîlan bû pêlek û tevger bi temamî xist nava xwe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Di ser çalakiya fedaî ya Zîlan (Zeynep Kinaci) re 30 sal derbas bûn ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê pêk anî. Çalakiya şehîd Zîlan di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ne tenê weke çalakiyeke leşkerî; di heman demê de weke manîfestoyeke azadiyê, xeta jiyana azad û asoyê fikrekî nû tê qebûlkirin. Hevrêyên wê Gorsê Ayhan û Berfîn Aram Nêvîn bi wesîleya salvegera 30’emîn a şehadeta şehîd Zîlan qala kesayetî, rêbaza wê ya jiyanê û mîrateya ku li pey xwe hiştiye kirin.

Gorsê Ayhan anî ziman ku wî di bihara sala 1996’an de şehîd Zîlan nas kir, bi qasî du mehan bi hev re man, wê demê li gel ku hemû ciwan bûn hin mirov ti carî nehatin jibîrkirin, di hişê mirovan de timî zindî man û got, “Me hevala Zîlan beriya 30 salan nas kir. Lê belê weke ku îro jî di nava de de ye. Bîranînên wê, nêrîn, sekna wê, hevrêtiya wê û ruhê wê yê ber bi azadiyê ve her tim di bîra me de ye. Têkiliya wê ya bi mirovan, jinan, mêran û di heman demê de bi xwezayê, avê, çiyê û hawirdorê re gelekî cuda û taybet bû. Car carna me nîqaş dikir, carna mirov bêçare diman; lê belê bêçaretî li gel hevala Zîlan tine bû. Wê her tim wate û qîmet tevlî jiyanê dikir. Timî li xwe dipirsî, rexnedayina xwe dikir. Ji bo dijmin rast bê fêhmkirin û were têkbirin, timî digot ku divê em li xwe binihêrin, xwe nas bikin. Dema ku mirov li ser xeta azadiya mirov di navbera jin û mêr de hevrêtiyeke rast biafirîne, têkoşîneke kûr li ser vê bingehê bimeşîne, şerê herî mezin destpêkê li dijî xwe, piştre jî li hemberî dijmin bimeşîne, hingî digihêje serketinê.”

Gorsê Ayhan diyar kir ku bala şehîd Zîlan gelekî li ser dîrok û çanda Dersimê bû û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Rast e, dibe ku her tim ne li wir bû; lê belê timî dipirsî, lêkolîn dikir. Dîroka Dersimê, kevneşopiya wê, şer û berxwedana wê ya rabirdûyê, zor û zehmetiyên gel bi baldariyeke mezin lêkolîn dikir. Her lêkolîn û pirsa wê nîşaneya daxwaza wê ya ji bo encamwergirtinê û afirandina tiştên nû bû. Ev lêgerîn ruh û cewhera wê bi xwe bû. Ruhê wê mirov hembêz dikir. Hem ji aliyê fîzîkî hem jî ruhî ve, di heman demê de bi şewqa li nava çavên xwe timî xwedî kelecaneke mezin a jiyanê bû. Mirov ruhê wê û coşa wê ya jiyanê timî dikarîbû hîs bikira.”

‘ZÎLAN ÎRO JÎ RÊYA ME RONÎ DIKE’

Gorsê Ayhan ragihand ku 30’ê Hezîranê dema ku ji televîzyon û radyoyê nûçeya li ser şehadeta Zîlan bihîstin destpêkê wateya çalakiya fedaîtiyê fêhm nekirin, ji ber ku feraseta fedaîtiyê wê demê bi qasî vê demê nebû û got, “Dema ku nameyên Zîlan û nirxandinên Rêbertî gihîştin, me fêhm kir ku Zîlan manîfestoyeke nû nivîsî ye. Her ku pirtûk û manîfestoyên nû yên têkildarî azadiya jinê piştî 30 salên ji çalakiyê em dixwînin, baştir fêhm dikin ku hîmê van hemûyan bi çalakî û kesayetiya hevala Zîlan hatiye danîn. Her ku em metn û manîfestoyên nû yên perwerdeyê dixwînin; jinê, wateya azadiya jinê fêhm dikin bê çima bingeha azadiya civakê ye. Hevala Zîlan beriya bi 30 salan ev hemû bi pratîk û ruhê xwe nîşanî me dabû. Û xeteke welê ya jiyanê nîşanî me da ku îro bûye bingeha têkoşîna jinan li tevahiya cîhanê. Weke şopdarên hevala Zîlan em di nava kîjan şert û mercan de dibin bila bibin, em ê li ser mîrate û xeta wê bi dewamî bimeşin. Ruhê Zîlan îro jî rêya me ronî dike û garantiya serketina me ye.”

‘BÛ PÊLEK Û TEVGERA BI TEMAMÎ HEMBÊZ KIR’

Berfîn Aram Nêvîn jî bi balkişandina li ser bandora çalakiya fedaî ya Zîlan dest bi axaftina xwe kir û got, “Di salvegera 30’emîn a şehadeta hevala Zîlan de em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wê ditewînin. Çalakiya 30’ê Hezîrana 1996’an di nava tevgear Apoyî de weke pêlekê belav bû û bandoreke gelekî mezin kir. Piştî xeta fedaî ya hevala Zîlan bi sedan hevrêyî bi can, ruh, fikir û sekna wê xwe kirin bombe û di dilê dijmin de teqandin. Ev yek mîrateyeke mezin e ku me ji şehîdên xwe wergirtiye. Hevala Zîlan weke jineke berxwedêr rabû ser piyan. Jinên ku her kesî ji bo wan digotin, ‘nabe’, ‘nikarin bi ser bixînin’, ‘nikarin rabin ser piyan’, nikarin pêşengiyê ji berxwedanê re bikin’ di nava tevgera Apoyî de nîşan dan ku jin dikarin bibin xwedî artêş. Zîlan bi canê xwe xeteke fedaî afirand. Vê xetê mîrateyeke welê mezin ji me re hişt ku îro jî em li ser xeta wê dimeşin û têkoşîna wê dewam dikin.”

Berfîn Aram Nêvîn diyar kir ku şehîd Zîlan hem tevger nas kir hem jî bi rengê herî radîkal xist meriyetê. Berfîn Aram Nêvîn ragihand ku Zîlan di asta herî bilind de bi Rêbertî re bû yek, weke gerîlayekê sînor hemû ji holê rakir, fedaîtî bi wateya xwe ya herî rast fêhm kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir, “Fedaîtî ne tenê fedakirina canê xwe ye, yan jî teqandina xwe li nava dijmin e. Fedaîtiya rasteqîn di wê kêliyê de destpê dike ku dema mirov dijminê di nava xwe de dikuje. Hevala Zîlan di ruh, bedena xwe de bi têkoşînê dijminê di nava xwe de ji holê rakiribû. Hevala Zîlan bi vê çalakiya xwe ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê veguherî nîşaneya azadî û îradeyê.

Hevala Zîlan bersiva herî mezin da komploya ku ji bo îmhakirina Rêberê me hate kirin. Bi hişmendî, îrade û biryardariya xwe bersiveke welê da ku vê têgihiştinê ne tenê li nava dijmin, di zîhniyeta dewletperestiyê de teqîneke mezin kir. Hevala Zîlan di nameya xwe de digot, ‘Eger ji canê min bêhtir tiştekî din ê min ê hêja herbûya min ê ew jî bida’. Ev yek nêzîkatiya dilnizm a felsefeya me ye. Rêber Apo jî gotibû, ‘Zîlan fermandara min e, ez şervanê Zîlan im’. Em jî weke şervanên hevala Zîlan heta dawiyê em ê li ser vê xetê bimeşin. Ev têkoşîn sed salî jî dewam bike wê di mijara fedaîtî û jiyana azad de biryardariya me neheje. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe pêk bînin em ê ti carî dest ji vê dozê bernedin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRADOST

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Fermandarê NPG’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Kadîr Înanir: Reh berda nava dilê me hemûyan
Nûçeya Pişt re Bi hesreta gora kurê xwe koç kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di lêpirsîna Halk Tv’yê de 3 rojnamevan hatin binçavkirin

Rojnamevan Bariş Pehlivan, midûrê berpirs ê Halk TV Serhan Asker û pêşkêşvana Halk TV Seda…

Ji aliyê Stêrk TV

JINNEWS: 16 jin hatin kuştin, 25 jin bi gumanbarî mirin

Li gorî daneyên JINNEWS'ê yên li ser tundiya meha Gulanê, 16 jin hatin kuştin, 25…

Ji aliyê Stêrk TV

MKG û DFG: Gûrbetellî Ersoz bû dengê berxwedana jinê û wijdanê çapemeniya azad

Komeleya Rojnagerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê kolberek qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?