Girtiyên bi navê Tahsin Sagaltici, Gurkan Turkoglu û Huseyîn Ozen ên ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Doşemealti ya Antalyayê tên ragirtin, bi daxwaza veguhezînin girtîgehek din bi mehan e di greva biçîbûnê de ne. Turkoglu ê ku 268 roj di greva birçîbûnê de ma, ji ber rewşa tenduristiya wî giran bû di 10’ê Nîsanê de tevî girtiyên din rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Antalyayê. Di 20’ê Nîsanê de bi zorê mudaxaleyî Turkoglu kirin û wî rakirin beşa lênêrîna giran.
30 ROJ IN HATIYE ENTUBEKIRIN
Turkoglu ji ber greva birçîbûnê pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî û ji 30’ê Nîsanê ve hatiye entubekirin. Li gorî agahiyên ku parêzerê wî Ulkucan Kaplan daye, windabûna masûlkeyan bandor li ser pergala wî ya nefesê jî kiriye û ev tê vê wateyê ku pişikên wî baş naxebitin. Turkoglu bi piştgiriya cîhazan dijî. Li gorî agahiyên bijîşkan, ne tenê pirsgirêkên nefesê dijî, di heman demê de ji ber ku mixa hestiyê wî bi qasî tê xwestin xwînê hilnaberîne, nirxên xwîna wî ji nişka ve dadikeve.

