Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Viyan Adar: Wê ev konferans bibe bingeha yekrêziya gelê Kurd
Jin

Viyan Adar: Wê ev konferans bibe bingeha yekrêziya gelê Kurd

Fermandara YPJ Viyan Adar bal kişand ser girîngiya konferansa jinan li Qamişloyê û got, “Silavên Rêber Apo ji bo jinan bû sedem ku 8'ê Adarê û Newroz bi coşeke mezin werin pîrozkirin. Lewma lidar xistina vê konferansê weke bersiva li peyama Rêber Apo ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve û bi damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re, Şoreşa Jinê tê pêşxistin. YPJ ji bo mezinkirina têkoşînê jinê, bi roleke girîng rabû. Di encama têkoşîn û dayîna berdêlên giran de, îro nasnameya YPJ’ê di cîhanê de bûye nasnameya rûmet û têkoşînê. Yek ji beşdarên Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd a li Qamişloyê, Fermandara YPJ’ê Viyan Adar bû. Viyan Adar têkildarî vê konferansê ji ANF’ê re axivî û ev konferans li hemû jinan pîroz kir.

Fermandar Viyan Adar di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku lidarxistina konferanseke bi vî rengî gaveke dîrokî ye û wiha got: “Lidarxistina konferansa jinên Kurd di demeke wiha de xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber pêvajoya ku em jiyan dikin pir girîng e û pêwîstî bi gavên xurt û dîrokî heye, li ser wê esasê em lidar xistina vê konferansê wekî temamkirina rola mezin dibînin. Demeke dirêje gelê Kurd û jinên li her çar parçeyên Kurdistanê di bin zext û çewisandineke pir mezin de jiyan dikin û her wiha Jinên Sûrî jî bi heman rengî hatine çewisandin. Weke jin em vê destûra hatî derxistin, qebûl nakin. Em bi vê bawerin ku wê ev konferans bandor û guhertinek mezin ava bike.”

Fermandar Viyan Adar diyar kir ku bêyî jin Sûriyeya demokrat û aştiyane nabe û wiha pê de çû, “Ji bo her çar parçeyên Kurdistanê, tevahî Rojhilata Navîn û bi taybetî ji bo Sûriyeyê, em dixwazin di vê pêvajoyê de roleke girîng û sereke bilîzin. Peyama Rêber Apo ya di 8’ê Adarê de ji bo jinan şandibû, ji bo me peyamek pir hêja û bi nirx bû. Ji ber ku Rêber Apo her tim dibêje jin pêşenga civak, pêvajoyê û şoreşê ye. Her wiha silavên Rêber Apo ji bo jinan bû sedem ku 8’ê Adarê û Nerwoz bi coşeke mezin werin pîrozkirin. Lewma lidar xistina vê konferansê weke bersiva peyama Rêber Apo ye. Li ser vê esasê weke YPJ erka me ya parastinê li Bendava Tişrînê, Qereqozax û Dêr Hafirê berdewam e, da ku em destkeftiyên xwe biparêzin û jiyana xwe ya azad û aram mîsoger bikin. Divê em bikaribin zêdetir destkeftiyan bi dest bixin. Weke jin ji bo pêkanîna demokrasiyê û jiyanek azad û ji bo jinên ji hemû pêkhateyên li Sûriyeyê, em vê barê digrin ser milê xwe û em ê erka xwe ya pêşengtiyê berdewam bikin.”

Fermandara YPJ’ê Viyan Adar di dawiya axaftina xwe de ev tişt bilêv kir: “Wê ev konferans bibe bingeha yekrêziya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê. Eger jin li cihekê vê hevgirtinê ava bike, ne mumkine ku zemînekê ji bo yekîtiyê ava neke. Ji ber ku jin cihê kombûn û civakbûyînê ye, ji bo wê jî ev konferans wê bibe bingeha yekrêziya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê. Em ê li Rojhilata Navîn ji bo hemû jinan jiyaneke azad û aştiyane ava bikin. Ev Konferans weke hêzeke parastinê xurt e. Li ser vê esasê divê em xwedî li biryarên Konferansê derkevin da ku em destkeftiyên xwe biparêzin û li ser wan destketiyan hîn zêdetir ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ekolojîst û baro çûn serdana berxwedêran
Nûçeya Pişt re Li Şirnexê jin li dijî fûhûş û bêcezatiyê meşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Endamtiya Yekîtiya Şaredariyên Tirk a ji bo Kerkûkê hate redkirin

Meclîsa Bajêr a Kerkûkê biryara ku bajêr bibe endamê Yekîtiya Şaredariyên Cîhana Tirk qebûl nekir…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistinên Kurd ên li Rûsya û Yekîtiya Dewletên Serbixwe ji bo Rojava bang kirin

Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê û Yekîtiya Dewletên Serbixwe, li dijî êrîşên li ser Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk bombe li Tişrînê û navendeke avê barand

Dewleta Tirk a dagirker derdora Bendava Tişrînê û gundekî li rojhilatê Eyn Îsayê bombe kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Dêrikê: Heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê têbikoşin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?