Sêşem, 21 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tesîsa civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rastî êrîşa çekdarî hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Qanûna çarçoveyî divê berfireh be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kurtulmuş tûra ‘qanûna çarçoveyî’: Bi Koma Yenî Yolê re jî civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Kurtulmuş û DEM Partiyê 45 deqeyan dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şîrketeke din a petrolê karê xwe sekinand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Weşandina dîmenê jinên Êzidî yê dîlgirtî êrîşa şerê taybet a plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn
Kurdistan

Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

Li Silêmaniyê bi merasîmekê Rojnamevan Soran Mame Heme di salvegera 18’an a şehîdbûna xwe de hate bibîranîn. Xelata Soran Mame Heme ya îsal diyarî Îlham Ehmed hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di saetên êvarî de li navenda Saziya CDO ya li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê bi amadebûna gelek rewşenbîr û çalakvan bi dirûşma ‘Heyva Erxewanî ya Soranî Mame Heme Qet Ava Nabe’ di salvegera 18’an de Soran Mame Heme hate bibîranîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre rojnamevan û hevalê Soran Mame Heme, Ehmed Mîre axivî û spasiya malbat û hemû kesên amade kir û got: “Soran bûyerên ku dixwestin civakê tine bike, ronî dikir. Soran bû qurbanê dagirkeriya desthilatê li Kerkûkê. Ji bo Soran karê rojnamevanî gotina gotinên rast bû. Lê rê nedanê. Ji bo wê parastina peyv û rastiyan bû çandek.”

Di dewama merasîmê de Karwan Enwer peyama Liqa Silêmanî ya Sendîkaya Rojnamevanî ya Kurdistanê xwend. Di peyamê de ev hate gotin: “Piştî Soran gelek kes din jî hatin qetilkirin. Êrişên li ser rojnamevanan berdewamin. Bila sûcdar baş bizanin ku Soran zindî ye, li ser mijarekê hatiye qetilkirin ku ew mijar a me tevane.

Daxwaza me ewe ku dosyaya rojnamevanan li dadehê bê çareserkirin. sûcdar bên dadgehkirin û girtin. Saziyên navneteweyî diyar dikin ku Kurdistan ji bo rojnamevanan bûye qadeke xeternak. Em jî piştrast dikin ev gotin raste. Niha rojnamevan li ser raman azad û derbirînê di girtîgehê de ne, sûcdar jî li dervene.”

Rêveberê Navenda Metro Diyar Mihemed li ser navê saziya xwe peyamek da û got: “Sûcdar wisa dizanin ku bi borîna demê re wê bên jibîrkirin, va hûn dibînin salane tên bibîranîn. Ev bîranîn wê xeyala sûcdaran vala derdixe. Di dema vê bîranînê de niha li Silêmanî û Hewlêr qenalên ragihandinê tên girtin û talankirin. Di dema vê bîranînê dikin de dadgeh biryarên xwe di berjewendiyên rojnamevanan de nade. Rojnamevan û azadîxwaz girtî ne. Li şûna yasaya rojnamevanî bê bikaranîn yasayên xirab û amûrên têkiliyê xirab tên bikaranîn. Di demekê de rojnamevan tê gilîkirin û tolê ji wan digirin. Spasiya wan dikim ku bi wêrekî karê rojnamevaniyê dikin.”

Di merasîmê de, peyama malbata Şehîd Soranî Mame Heme ji aliyê Mutesem Necmedîn ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin; “Em wekî malbata Şehîd Soran dixwazin spasiya hemû kesên ku doza şehîd Soran û şehîdên din ên rêya azadiyê diparêzin bikin. Xofnak difikirin ku bi kuştina rojnamevanan ew giyanê azadiyê bi dawî dikin. Lê rêya şehîdan berdewam dike.”

Her wisa di dewama peyamê de ev tişt hatin gotin; “Van rojan em dibînin ku çawa xwîna ciwanên Kurd di şerê di navbera Îran û DYA’yê tê rijandin û aliyên siyasî yên Kurd hewl didin ku malbatên xwe biparêzin, ne pirsgirêkên netewî. Ev rejîm israr dike ku kujerên Soranî Mame Heme eşkere neke. Bi vê boneyê, em heman daxwazên salên berê dubare dikin. Ji destpêka bûyerê ve, me guman li partiyek desthilatdar ku ew jî PDK’ye kiriye û emê heta ku sûcdar neyên cezakirin, dev ji têkoşîna xwe bernedin.”

Di dawiya merasîmê de, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed hêjayî Xelata Soranî Mame Heme hate dîtin. Xelat ji aliyê Nûnera Kongra Star ya Başûrê Kurdistanê Necme Elûş ve hate wergirtin.

Her wisa peyama Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ya ji bo merasîmê ji aliyê Necme Elûş ve hate xwendin.

Di peyama Îlham Ehmed de wiha hate gotin; “Ez spasiya we dikim ku we ez wekî jinek ku beşek ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne, destnîşan kir. Ez serbilindim ku mertala rûmetê ya Şehîd Soranî Mame Heme werdigirim, ku li ser navê yek ji şehîdên azadîxwaz têm xelatkirin. Hemû têkoşînên me ji bo azadiyê ne. Azadiya çapemeniyê beşek yekgirtî ya armancên me ye.

Rojnamevanên me yên ciwan her tim ji bo azadiya vî welatê xweşik, ji bo Kurdistanek ku azadiya ramanê diparêze canê xwe feda dikin. Ragihandinê di têkoşîna azadiya gelê me de, bi taybetî di bûyerên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê de, roleke mezin leyîstiye. Rojnamevanan kêleka şervanan parastina axa welat û gelê xwe kirin.”

Piştre, xelata duyemîn ya Soranî Mame Heme pêşkeşî Mehmûd Elî, ku bi navê Mehmûd Namo jî tê nasîn, dostê Soranî Mame Heme û endamekî çalak yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê hate kirin. Xelata wî ji aliyê birayê Şehîd Soran, Seyîd Ferman ve hate dayîn.

Piştî wergirtina xelatê, Mehmûd Namo di merasîmê de axaftinek kurt kir û wiha got; “Her dem ku dor tê ser karê ragihandinê û rûbirûbûna her mijarekî bê kirin, wêrektiya Soranî Mame Heme tê de ye. Ez serbilindim ku carekê hevalê Soranî Mame Heme bûm. Divê em baweriya xwe bi rastiyê bînin, ne tenê bi gotinên li ser ekranê yên kesên ku Şehîd Soran şehîd kir.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
Nûçeya Pişt re Tesîsa civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rastî êrîşa çekdarî hat
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hûsiyan: Serokwezîrê Yemenê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de hat kuştin

Hûsiyên Yemenê ragihand ku Serokwezîr Ehmed El Rehavî û hin wezîrên wî di êrîşeke hewayî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin

Xelkê Wargeha Mexmûrê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xelkê Başûrê Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hewlên dewleta Tirk a kirîna milkên li Serêkaniyê hat şermezarkirin

Meclisa Wargeha Serêkaniyê ya koçberan ku li gundewarê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê der barê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tesîsa civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rastî êrîşa çekdarî hat

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?