Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)a Stenbolê, li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê 734’emîn çalakiya “Rûniştinê F” li dar xist. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û pankartên bi nivîsên “Dermankirin mafek e, nayê astengkirin” û “Ekîm Polat berdin” vekirin kirin. Çalakiya vê hefteyê li ser rewşa girtiyê nexweş Ozgur Aras ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Sincanê, sekinî. Gelek caran dirûşmeyên wekî “Girtiyên nexweş berdin” û “Dermankirin mafek e, nayê astengkirin” hatin berzkirin.
Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş, di hefteya 606’emîn a çalakiya xwe de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna wî giran Abdulhalik Orak ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê tê girtin. Daxuyanî li Kolana Sakaryayê hat dayîn. Endamê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Bariş Barişik metna daxuyaniyê xwend. Barişik diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Orak di şert û mercên girtîgehê de ne domdar e.
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmirê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya rûniştinê ya ku ji du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevn a Konakê domand. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne nebe şirîkê vî sûcî” hat hilgirtin û dirûşma “Ji girtiyên nexweş re azadî” hat berzkirin. ÎHD’ê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê 68 salî Mecît Baştaş ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin.
Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
Parêzvanên mafên mirovan di çalakiyên li sê bajaran de, xwestin girtiyên nexweş Ozgur Aras, Mecît Baştaş û Abdulhalîk Orak bên berdan.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike

