În, 23 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    MED TUHAD-FED û TUHAYDER’a Semsûrê bertek nîşanî taloqkirina tehliyeyan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî nerazîbûna nîşanî desthilatdariyê da: Pêngavên aştiyê çima tên sekinandin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Hevserokê MATUHAYDER’ê Zekî Kiliç hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber peyva ‘Birêz Ocalan’ berdana Alî Adiman 6 sal hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Altûn: Divê em 24 saetan ji bo azadiya Rêber Apo bixebitin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nerazîbûna Misir û Îsraîlê li dijî peymana deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YPG’ê fermandar Yaşar Berçelan bi hurmet bi bîr anî
Rojava

YPG’ê fermandar Yaşar Berçelan bi hurmet bi bîr anî

YPG'ê diyar kir ku fermandar Yaşar Berçelan 13'ê Mijdara 2024'an şehîd bû û diyar kir ku bi tecrûbe û danheviya xwe ya bi salan a têkoşîna azadiyê wê her tim ji wan re bibe mînak.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Îlon 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel ragihand ku ji fermandarên YPG’ê Yaşar Berçelan 13’ê Mijdara 2024’an li Helebê di êrişa dewleta Tİrk de şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em yek ji fermandarên hêza me Yaşar Berçelan ku; di demên herî girîng a dîrokê têkoşîna Kurd de li kêleka gelê Rojavayê Kurdistanê cih girt û gelê me ji êrîşên xeternak yên DAIŞ’ê parast û roleke serekê lîst. Hevrêyê me Yaşar, di dîroka 13.11.2024’an de li Helebê di êrişeke hewayî ya dewleta  dagriker Tirk de gihaşt asta şehadetê bi rêzdarî bîr tînin.

Di qonaxên herî girîng ku tevahî herêma Rojhilata Navîn, bi taybet jî li Sûriyê geşedanên ku rojane diqewimîn bi xwe re erkên parastina cewherî dianî. Komên terorîst ên DAIŞ’ê ku herêm tevahî kiribû armanca êrîşên xwe, bi taybet li Sûrî û Iraqê hewldana xwe firehkirinê raber dikir. Hêzên me YPG û YPJ ku tevahî mirovahî ji xeteriya DAIŞ’ê diparast, ev erka dîrokî girt li ser milên xwe û weke hêza sereke ya li dijî DAIŞ’ê derket dika dîrokê.

Bi êrîşên ku ji dagirkirina Musilê û şûnde ya li ser Rojavayê Kurdistanê û Şengalê destpêkir, di nav derfetên kêm de; bi xwe re berxwedaniyeke bêhempa anî. Rêheval Yaşar Berçelan, bi salên dirêj li seranserê çiyayên Kurdistanê ji şervantî heta fermandartiya xwe ezmûnên mezin yên şer bidest xistibû. Bi taybet êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê ve, Fermandar Yaşar berê xwe da Rojavayê Kurdistanê daku ew êrîşên qirkirinê tevî rêhevalên xwe bide rawestandin.

Ji bo rizgarkirina gelê me yê Êzîdî, vekirina korîdereke mirovî, bo YPG û YPJ’ê him erkeke netewî û him jî weke erkeke mirovî derket pêş. Rêheval Yaşar, di vekirina korîdora Şengalê de bi rola fermandekirina hêza YPG-YPJ ve rabû û di vî şerî de roleke mezin lîst. Bi van êrîşan ve girêdayî, êrîşên li ser eniyên Rebîaa-Til Koçer û Ceza’a de, Rêheval Yaşar wekî Fermandarê Qadê bi kordînekirina şer ve ango ji ew berxwedaniyên dîrokî re fermandartî kir. Di cihên pêwîst de wek şervanekî di eniyên herî pêş de cih girt û di vê qonaxa dîrokî de bi vîneke mezin li kêleka rêhevalên xwe sekinî.

Pêngavên rizgarkirina herêmê ji tarîtiya DAIŞ’ê de Hevrê Yaşar cardin bi berpirsiyartiya xwe ya şoreşgerî û fermandartiya xwe ya wêrek ve; di pêngavên rizgarkirina bajarên Til Hemîs-Til Berak, Hol û tevahî Başûrê Hesekê û Minbicê de wekî kordîneya pêngavê, navê xwe li dîroka têkoşîna azadiyê a mirovahî de nivîsand.

Hevrê Yaşar, di nav hêzên me de, her tim bû çavkaniya bawerî, coş û peroşê. Salên dirêj di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de; perwerdekirina şervanan ji bo xwe her tim wek xebata herî sereke bo dît û li gorî wê jî tevgeriya. Bi ruhê şoreşgertiya welat ve daneheva jiyanî ku salên dirêj di têkoşîna azadiya gelê Kurd de bidest xistiye, di kesayeta xwe de şênber kir û ev kesayet her tim ji bo me bûye mînak. Ezmûnên şer yên ku fermandarê wêrek Rêheval Yaşar jiyabû, êdî di warê taktîkên şer de Ew kiribû pisporekî şer ku karibe li gorî ruhê demê tevbigere. Ev taktîkên şer, her tim ji bo şervan û rêhevalên Wî dibû mijareke parvekirin û perwerdeyê.

Ji çiyayên Kurdistanê heta bi Şengal û Rojavayê Kurdistanê, nûnertiya welatparêzî û çanda qadîm a gelê Botanê dikir. Hevrê Yaşar di tevahî civata rêhevalên xwe de; bi dilnizmiya xwe ve dihate nasîn û kesayeta xwe ya fedekar dikir para wê civatê. Bi têgihiştina ku mirov bi kedê ava dibe, ji bo her rêhevalekî/e xwe ked dida ango kedkariya Wî li pêşiya her tiştî bû. Rêheval Yaşar têkîliyekî wiha ku him bi xwezayê re û him jî bi rêhevalên xwe re ji dil çêdikir ku dihişt ew têkîlî bibe mîrateyeke ji hemû rêhevalan re. Xwedî cewhereke paqij, resen û girêdayî nirxên pîroz bû.

Hevrê Yaşar Berçelan, di nava xebatên têkoşîna azadiyê de, bê rawestan; senger bi senger di cengên herî dijwar de bêdudilî pêşengtiya şer kir. Di tevahî kêliyên jiyana xwe de; ji gelê xwe re ji bo karibe hîn bêhtir xizmetê bike xwe tevlî xebatan kir. Ji gelê xwe hez kir û di oxira xizmetkirina ji gelê xwe re bi hemû şaneyên laşê xwe ve tevgeriya. Ev girêdana Rêheval Yaşar bi gel re, di şêwazê têkîliyên Wî yên bi gel re jî xwe dida der. Ji dayikeke temen mezin heta bi zarokê di pêçekê de ji bo Wî sedema girêdana bi têkoşînê re bû. Bi her ferdekî civakê re wekî rêhevalekî nêz bû û bi rêzdarî nêzî mirovên li hawirdora xwe dibû.

Hevrê Yaşar, taybetmendiyên kesayeta şoreşger her gav di xwe de dida jiyandin. Di nava refên  azadiyê de ji wan şerên ku jê re pêşengtî dikir, çend caran birîndar bû. Lê ev birîndariyên heyî her çiqas di laşên Wî şop hiştibin jî, ev ji bo Rêheval Yaşar nebû sedemeke ku; xwe ji têkoşînê paş de bihêle. Her wiha di êrîşên DAIŞ’ê yên li ser xeta Kerkuk-Maxmurê de jî Rêheval Yaşar di berxwedaniya ji wir re pêşengtî kir û cardin birîndar bû. Ruxmî pêwîstiya xwe bi dermankirinên demdirêj hebû jî vê yekê nepejirand û di ji bo azadiya gelê xwe her dem pêşengtiya bêqisûr kir.

Hevrê Yaşar, her çiqas fermandarekî şer bû ewqas jî şervanek jîr û bi pîvan bû. Ji bo her devera ku kar û barên şoreşgerî lê heyê; xwe ji tevahî erkan re amade dikir. Bi berpirsiyartiyeke xwezayî ku ji şoreşgertiya xwe ve kiribû para kesayeta xwe, di ber hemû erkên şoreşê de xwe berpirsiyar didît. Bi têgihiştina ku ‘’erka biçûk yan a mezin nîne, tevahî erk di ber xizmeta gel û şoreşê de ne” nêzî erkên ku jê re dihat re nêz dibû. Rêheval Yaşar, bi feraseta şoreşgeriya yekpare xwest kesayeta xwe ava kir û li gorî wê jiya. Barê azadiya welat hilgirt li ser milê xwe û ti caran newestiya ango westandin di ferhenga jiyana Wî de nebû.

Şoreşgerê welat û fermandarê wêrek, herî dawî li herêma Helebê bi erka fermandarê herêmê xebat dimeşand. Di van xebatên xwe yên li Helebê de jî bi heman pîvan û rêgezan tevgeriya. Di dîroka 13.11.2024’an de dema li ser erka xwe bû, di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ve li Helebê gihaşt asta şehadetê.

Em weke Fermandariya YPG’ê, ji malbata hêja û welatparêz ya Rêheval Yaşar Berçelan, rêhevalên Wî û tevahî gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Soza xwe ya rêhevalî didin ku xeyal û armanca şehîdên xwe pêk bînin.

Nasnameya şehîdê me wiha ye:
Nasnav: Yaşar Berçelan
Nav û Paşnav: Aydin Elmas
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê: Zelîha
Navê Bav: Hasan
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb – 13.11.2024″

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e
Nûçeya Pişt re Malbatên li Kampa Serêkaniyê xwe ji vegerê re amade dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyên nexweş Derse û Karsu divê serbest werin berdan

Di çalakiyên ku li Stenbol û Enqereyê hatin lidarxistin de, hat xwestin ku girtiyên nexweş…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Êriş Berxwedan ruh û îradeya Kobanê bû’

Yek ji fermandarên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Çiya Mahabad Şehîd Êrîş Berxwedan bi bîr anî…

Ji aliyê Stêrk TV

Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke din hate vekirin

Derheqê Serokê Şaredariya Esenyûrdê Ahmet Ozer de ku bi îdîayên bêbingeh hatibû girtin, bi hinceta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Til Temirê daxwaza mîsogerkirina Kurdî di destûrê de hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?