Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi êşkenceyê hate binçavkirin û girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > 10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (243)
Gotar

10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (243)

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 19. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Çemkî Netewey Dêmokrratîk û Konfêdralîzmî Dêmokrratîk(1)

Wutwêjî rawêj legel Dr. Sîvan Se’îd lêkolerewe le zankoy Exeter Devon le Brîtanya,sebaret be çemkî netewey dêmokrratîk û konfêdralîzmî dêmokrratîk. Em bernameye be şêweyey zîndû le êwarey Yekşeme 29-î Janvîyey 2017 le têlêvîzyonî Stêrk bilaw krawetewe. 

Hesen Qazî: Bîneranî berêz bexêr bênewe bo bernameyekî dîkey Rawêj. Le Rawêjî emcare da mîwandarî dekeyn Dr. Sîvan Se’îd lêkolerewe le zankoy Exeter le Devon le Brîtanya. Diyar e berêzyan bo êwe nasrawin çunkû ta êsta çend car lem bernameye da beşdarî kirdûwe. Le bernamey emşew da ême be giştî basî têxwêndnewey berêzyan dekeyn le ruwangey têorîyewe le ser çemkî netewey dêmokratîk û her weha konfêdralîzmî dêmokratîk, bizûtnewey siyasî û ciyawazî bizûtnewey siyasî û bizûtnewey komelayetî û her weha ew adgarane yan ew towaney ke le rastîda netewey dêmokrratîk pêk dênin. Zor zor bexêr bêy kak duktur.

Duktur Sîvan Se’îd: zor sipas, êware baş

Qazî: Ber le hemû şitêk wekû dezanî, ew çend rojî rabirdû têwersûranewey sêhemîn sallî damezranî kantonekan bû le Rojaway Kurdistan û her weha duwemîn salî serkewtinî xoragrî qaremananey Kobanî bû û emroş êsta ke beyekewe qise dekeyn salrrojî damezranî kantonî ‘Efrîne û dezanîn mawey rabirdû ‘Efrîn zor le jêr zext û fişar da bûwe le hemû layekewe. Pêm xoş bû le sereta da eger peyamêktan heye bew bone pîrozanewe basî biken.

Sîvan Se’îd: Belê, êwaretan baş zor sipas bo em derfete dîsan. Be rastî cêgey xoşhalîye le katêkda ême qise le ser çemkî têorî û akadêmî dekeyn çon têruwanînî têorî bo ew pêşweçûnaney ke le Rojhelatî Nawîn da deguzrê be taybetî le Rojaway Kurdistan da, le Sûriya da emro nizîke le salwegerî damezrandinî ew kantonane ke beşêke le xebat û berxodanî xeyalêk ke ême emro be têorî qisey le ser dekeyn, lêrewe emin pîrozbayî le gelî Rojaway Kurdistan dekem bo em berxodaney ke geyandûnyete ewey ke êsta statusêkî xoyanyan hebê ke lanî kem ber be dêmokratî bûn û ber be xoserî deçê ewîş eweye ke emro ême qisey lê dekeyn. Leber ewe zor sipas bo ew derfete û pîrozbayyyan lê dekem.

Qazî: Baş e, bo ewey be şêweyekî sîstimatîk biçîne pêşê ber le hemû şit têxwêndnewey êwe le çemkî netewe çîye?

Sîvan Se’îd: Madam ême qise le ser netewey dêmokrratîk û konfêdralîzmî dêmokrratîk bikeyn debê pêştir bizanîn netewe çîye û netewe bew şêweye ke qalbî girtûwe û be têorî siyaset ke ême lêy têbgeyn le dû sed salî rabirdûwewe cêgay nîqaşe, bîltehdîd le duway şorişî Feransawe û durust kirdinî netewe bew nawe û legel neteweş da be taybet be çemke modêrnekey, durustkirdnî dewletêk bo ew grûpaney ke be nawî netewewe be naw dekrên pêştir.

Qazî: Wextêk ke delêy ew grûpaney ke be netewe benaw dekrên mebestit eweye ke êtnîsîtey cor be cor be mefhûmî dewlet – netewey taze dekrê lewane le îtnîsîtey cor be cor dekrê neteweyek durust bikrê?

Sîvan Se’îd: Belê ewey ke heye ber lewey ême be nawî netewe bînasîn û lew qalbey ke êsta le naw dewletî neteweyîda pênase bo netewe dekrê, xelkî ciyawaz hebûn, grûpî ciyawazî êtnî, grûpî ciyawaz ciyawaz hebûn ke her yek lewane hestyan be ciyawazî xoyan lewanî dî kirdûwe belam bew şêweyey ke êsta pênaseyekyan bo kirdûwe ke le naw çuwarçêweyek da dandirawe dewlet – netewe çemkêkî niwêye û kon nîye û çemkî netewe ziyatir ew boney lê dêt ke qise le ser prîmordyal yanî pêşîne nakrê be qeder ewey ke qise le ser çemkî tazey netewe bûn dekrê ke ewîş her le çuwarçêwey dewlet bûn daye eweye ke way kirdûwe ême emro qise le ser corêkî tir bikeyn le netewe ke ewîş dîsan her netewe ebê belam neteweyekî yekangîr nabê wekû ewey witra belkû êste dekrê pênaseke dûbare ciya bikrêtewe be ewey ke dekrê komelêk xelik le regezî ciyawaz, le rengî ciyawaz, le zimanî ciyawaz ko bibnewe û be xoyan bilên neteweyek û le ser xeyal û binaxegelêkî dîke durust bibin û xoyan rêk bixen û jiyanî xoyan be hemahengî legel yektir rêk bixen ke nek le ser esasî yek ziman, le ser esasî yek dînî hawbeş, ayînêk, le ser esasî yek xwên û ew pêwendîyane ke le pêştir da hîsabî bo kirawe, belkû dekrê le naw tenew’êkîş da, le naw rengawrengîyekîş da komelêk xelik le şwênêk da ko bibnewe le rengî ciyawaz belam hemûyan be xoyan bilên neyşen ewey ke êste etwanîn bilêyn le numûney Swîsra da bîbînîn ke lewê xelkî ziman ciyawaz û ayîn ciyawazîş hen lanî kem le Swîsra xelk be çuwar ziman qise deken û ser be grûpî êtnîkî ciyawaz ciyawaz bûn le mêjû da û le êsteş da belam hemûyan le ser ewe mutefîqin ke be xoyan blên Swiss, be xoyan blên Swîssrî û xo rêweberî ewane xorêweberîyekî dêmokratîye ke tuwanay eweyan heye ke kemîne û zorîne be şêweyekî cîdî beyekewe teba bin. Mebestim eweye kemîne û zorîney ewane nebûwete hoy ewey ke mafekanyan bixurê leber ewey kemînen yan mafî ziyatir pêşkeş bikrê be kesêk zorîneye.

Qazî: Zor baş e, ew numûneyey Swîsit ke bas kird, le rastîda wa bikeyn hengaw be hengaw biroyn baştir e. Ew numûney Swîsit bas kird le numûney Swîs da ke ême lêy xurd bînewe demewîst bizanim boçûnî berêzîşt le ruwangey têorîkewe eweye yan na, ew numûneye be ême nîşan deda ke netewe bûn tenê le ser esasî ziman nîye yanî bew manaye Swîsşyekî ke be Italyayî qise deka degel Swîsîyekî ke be Elmanî qise deka ewane neteweyekî Swîsîn belam ew Swîsîyey ke be Italyayî qise deka Italyayî nîye, ya Swîsîyey ke be Elmanî qise deka Elmanî nîye. Boçûnî berêzt waye yan na?

Sîvan Se’îd: Mefhûmeke waye le layek to be pêy rêkewtin, be pêy rêkewtinêkî însanî, exlaqî ziyatir, exlaq le wêda girînge, mebestim exlaqî siyasî ye ke komelêk xelik xoyan be xo bexiş pêyan xoşe egerçî be zimanî Italî û Elmanî û Feransî qise deken belam xoyan ser be neteweyek qibûl deken ke êntîtîyekî siyasî ya hebûnêkî siyasîyan heye ke pêy ewutrê hebûnêkî Swîsrî we xawenî serwerî xoyanin û xawenî ewen ke qerarî xoyan be dest xoyan bê îdî eger be zimanî Italîş qise biken qey naka. Le dirawsêy ew beşey xuwarûy Swîsra ke Italya heye xelkêkî tirîş be heman zimanî ewan qise deken be kemêk ciyawazî eksêntewe belam ewan xoyan be wilatêkî tir dezanin. Lêre me’zeleke leweye ke aya ew dewletey ke pêy dewutrê serwer le nizîkî ewanewe meselen çi pîrozîyekî heye ke Italîyek le tenîştî Swîsrîyekewe heye her dûkyan be heman ziman qise deken le xuwarûy Swîsra û le bakûrî Italya belam eweyan xoy be Swîsrî dezanê emyan xoy be Italî dezanê. Eme pirsyarekey min lêreye aya emane be xo bexiş û le rêfrandomêk û le dêmokrasîyekî rû be rû, rastewxo da qerarî eweyan dawe ke be mehzî îxtyarî xoyan emane Swîsrî bin yan Italî bin qise kirdin le ser eme xoy be xoy kêşeye we ew pirogramey ke emro ême boy kobûynetewe qise kirdne le ser dû çemkî esasî yekemyan netewey dêmokratîk, duwemyan konfêdralîzmî dêmokratîk qise kirdine le ser ew wirde kêşaney ke lewêda heye bo yeklayî kirdnewey ew îrade siyasî û exlaqîyey ke her mirovêk ebê heybê we duway ewe mirovekan bo kolêktîvêk, bo destecem’îyek heyanbê bo ewey ke bituwanin mafî çarey xoyan be destî xoyan diyarî biken û rêweberîyek lew şwêney ke ewan lêy dejîn hebê ke be xwastî dilî xelik bê hetelîmkan.

Dirêjey heye…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Desthilat kujerên jinan diparêze’
Nûçeya Pişt re ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê êrîşên li ser gerîlayên azadiyê hatin protestokirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên tevî biryara fesix…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Guherîna avhewayê çemên li cîhanê bêdeng difetisîne’

Li gorî lêkolîneke nû, beşek mezin ji çemên cîhanê oksîjenê winda dikin û herêmên tropîkal…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora OHD’ê: Di protestoyan de 842 kes hatin binçavkirin, 118 kes hatin girtin

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) li ser destwerdana polîs û leşkeran a li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?