Ji bo ziman, çand, dîrk û hişê kolektîf ê jinên Kurd bê parastin û ji nifşên nû re bê ragihandin huner xwedî roleke girîng e. Li gel şer, koça bi zorê, polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê jinên Kurd bi zimanê xwe yê dayikê hilberînê dewam dikin û bi rêya hunerê hem dîroka xwe hem jî tecrûbeyên xwe yên têkoşînê nîşan didin û xwedî li nasnameya xwe ya çandî derdikevin.
Ji Rojava heta bi Şengalê, ji Bakur heta bi Rojhilat ev hilberîn û tecrûbeyên têkoşînê; ji kevneşopiya dengbêjiyê heta bi dîroka devkî, ji wêjeyê heta bi muzîkê li qadên cuda jin hewl didin bîra xwe biparêzin û bigihînin nifşê nû. Endama Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinê (KASED) Saliha Ayata li ser mijarê ji ajansa me re axivî.
‘HUNERA KURD JI BO GEL QADA VEGOTINÊ YE’
Saliha Ayata ragihand ku hunera Kurd ji aliyê parastina çîrok, dîrok, çand û zimanê gelê Kurd ve xwedî mîsyoneke gelekî girîng e û bi bîr xist ku bi taybetî Kkurd di nava 60-70 salên dawî de li qada ziman li qedexeyên giran û polîtîkayên înkarê rast hatin.
Saliha Ayata diyar kir ku van polîtîkayan qadên vegotinê yên gelê Kurd teng kir û got, “Hem bi qedexeyan hem jî bi siyasetê nêzîkatiyên tinehesibandinê Kurd di asteke bililnd de bê îfade hişt.
Li gel vê yekê jî Kurdan rê û rêbaz peyda kirin ku hebûna xwe ya çandî û hunerî biparêzin. Em hemû dibêjin; em ji stranên salên 1990’î gelekî hez dikin. Em dibêjin ku çi dibe bila bibe stranên wê demê gelekî cuda bûn. Ji ber ku ew stran, ew hilberîn û huner ji bo Kurdan qada vegotina xwe bû. Kurdan bi rêya van stranan xwe îfade kirin. Daxwaz, derd, armanc, êş û xwestekên xwe bi rêya stranan anîn ziman. Lewma berhemên wê demê hatin hilberandin ne tenê muzîk bûn. Di heman demê de vegotina bûyer, fikir û hişê civakî yên gelê Kurd ên wê demê bûn.”
‘ASTENGÎ JI BO JINÊN KURD BI DU QATÎ ZÊDE DIBIN’
Saliha Ayata destnîşan kir ku jin li qada hunerê jî bi astengiyên sîstema bi serweriya mêr û feraseta baviksalariyê rast tê û got, “Dema ku mirov bala xwe didin ser tevahiya cîhanê dibînin ku serweriya mêr, baviksalarî, patriyarka gelekî xurt e. Pirsgirêka jineke li cîhanê û pirsgirêkên jineke Kurd bi temamî ji hev qut nîne. Lê di navbera wan de hin cudahiyên girîng hene. Jineke Fransî, Îngilîz, Ereb an jî Efgan dema dixwazin bi hunerê re mijûl bibe li astengiyên sîstema bi serweriya mêr rast tên. Mêr li kîjan qadê dibe bila bibe bi rehetî tevdigere; dikare bi hunerê re mijûl bibe, binivîsîne, hilberîne, dans bike, bistirê. Lê belê ev qad ji bo jinan di heman astê de vekirî nîne. Li wêje, şano, sînema û qadên din ên hunerê bendên cuda derdikevin pêşiya jinê. Lê belê dema mijar dibe jinên Kurd ev astengî bi du, sê qatî zêde dibin. Ji ber ku jinên Kurd neçar dimînin ku hem li hemberî baviksalariyê hem jî li hemberî qedexeya ziman têbikoşin.
Di hunerê de ji bo hilberîn, nivîsandin, lêdan, danskirin û gotina stranan pêwîstiya we bi qadekê, bi cihekî heye. Hunera Kurd ji xwe ji ber xwe ve weke qadeke îfadeyê derdikeve holê. Lê belê em dibînin ku ev qad bi giranî bi destê mêran tê avakirin. Jineke Kurd dema ku dixwaze bi biryara xwe berê xwe bide hunerê, bibe hunermend hingî li astengiyên bi du, sê qat zêdetir rast tê. Beriya her tiştî divê feraseta serweriya mêr ji holê rake û hilberîna xwe bide qebûlkirin. Ya duyemîn jî li qedexeya ziman rast tê. Ya sêyemîn jî derfet û atmosferekê nabîne ku hilberînê bike.
Ji bo jin karibin li qada hunerê hilberînê bikin mercên saziyî û aboriyê yên pêwîst nehatine afirandin. Lewma ji bo jineke Kurd bibe hunermend, ji bo karibe berheman biafirîne û xwe nîşan bide, divê gelek astengiyan ji pêşiya xwe rake.”
‘HUNER JI BO JINÊN KURD BERXWEDAN E’
Saliha Ayata diyar kir ku jinên Kurd hilberîna hunerê di heman demê de weke şêweykî berxwedan û têkoşînê dibîne û got, “Ji bo jinên Kurd huner qada herî mezin a têkoşîn û berxwedanê ye. Hûn dikarin siyasetê hilberînin, li qadên cuda dikarin rêyên têkoşînê biafirînin. Lê belê jineke Kurd ji bo karibe bi Kurdî hilberînê bike divê gelek astengiyan ji pêşiya xwe rake, gelek dîwaran hilweşîne. Ji bo karibe lîstikeke şano bi rehetî bilîze, fîlm bikişîne, bistirê, wêneyan çêbike yan jî bi Kurdî wêjeya Kurd binivîsîne, kar ewçend hêsan nîne. Divê li hemberî astengiyên li pêşiya van hemûyan têbikoşe. Jİ ber vê jî gelek jinên kurd ên hunermend qada hunerê, bi taybetî jî hunera KUrd weke qadeke têkoşînê dibîne.
Li gelek deverên Kurdistanê jin têkoşîneke mezin dimeşînin. Lê belê qada hunerê ji bo jinên Kurd qadeke berxwedanê ya gelekî girîng û demdirêj e.”
‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEYÊ’
Di dewama aaftina xwe de Saliha Ayata destnîşan kir ku hilberîna hunerê ya bi zimanê dayikê ji aliyê avakirina civaka demokratîk ve nebe nabe û got, “Ji bo civakeke demokratîk pêwîstî bi wan qadan heye ku bi zimanê xwe karibe xwe bi rengekî azad îfade bike. Ziman tenê bi saziyên Kurd, bi saziyên çandê, bi saziyên çapemeniyê yan jî bi saziyên ziman nayê parastin. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Heta niha Kurdan têkoşîneke xurt meşandin, bi berxwedana xwe wêje û zimanê xwe gihandin vê astê. Lê belê ji niha û pê ve divê qada perwerdeya Kurdî bê avakirin.
Heta ku Kurdî nebe zimanê perwerdeyê, heta ku zarokek b, destan, çîrok, felsefe, psîkolojîk û sosyolojiya xwe mezin nebû, meseleya ziman wê timî kêm bimîne. Perwerdeya zarokan a bi zimanê xwe ne tenê hînbûna zimanê xwe ye. Di heman demê de tê wateya naskirina hişê xwe yê civakî, çand û dîroka xwe.
Di vê pêvajoyê de di deriyên ji bo ziman hatine vekirin de divê samîmiyet bê nîşandan. Ji ber ku dema ev derî hate vekirin çand dikare bi pêş bikeve, huner dikare bi pêş bikeve, çapemeniya azad dikare xurt bibe. Qadên ku jin xwe lê îfade bikin wê berfireh bibin, ji bo parastina ziman wê sazî hîn bi xurtî bixebitin. Lewma azadiya ziman wê bandoreke yekser li van hemû qadan bike.”

