Li Ofîsa Penaberan ya li bajarokê Ranye ya li navenda Îdareya Raperînê, ji aliyê Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî Bekir Elî ve daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.
Bekir Elî, ragihand ku rojane ciwanên welat di rêyên pir bimetirsî re derbasî Ewropayê dibin û got: “Duh 36 kesên ku di bin destê bandên qaçaxçiyan ên li welatê Lîbyayê de bûn, ji aliyê Saziya Parastina Neteweyî ya Lîbyayê ve hatin rizgarkirin û radestî Balyozxaneya Iraqê ya li Lîbyayê hatin kirin. Ev kesên ku hatine rizgarkirin, di destpêka vê mehê de bi mebesta gihîştina welatekî Ewropayê berê xwe dabûn Lîbyayê.”
Her wiha Bekir Elî, diyar kir ku ya cihê fikarê çarenûsa komeke din a ciwanên Herêma Kurdistanê ku beşek ji wan ji 15’ê Adara 2026’an ve û beşek din jî ji dawiya vê mehê ve winda ne, ne diyare. Bekir Elî, destnîşan kir ku wek Komeleya Penaberên Vegeriyayî, li seranserî Herêmê her dem li ser metirsiya wê rêyê hişyarî daye.
Di dewama daxuyaniyê de Bekir Elî, da zanîn ku hejmarek welatî ji meha Mijdara 2025’an ve û beşek din jî ji meha Çileya 2026’an ve ku bi giştî ji 253 welatiyên Herêma Kurdistanê pêk dihatin, piştî metirsî, azar û êşkenceyeke zêde û dayîna pereyek mezin ji bo zarokên xwe ji bin destê milîsên Lîbyayê rizgar bikin, bi hewldanên Fermangeha Têkiliyên Derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Derve ya Iraqê û komek kesên dilsoz hatin rizgarkirin.
Her wiha, Bekir Elî ragihand ku ji bo îsal wek Komeleya Penaberên Vegeriyayî, wan pêşbînî dikir ku koçberî lewaz û kêm bûye, lê li gorî şopandinên wan, koçberî hîn jî berdewam dike û di asteke bilind de ye.
Bekir Elî, da zanîn ku ji ber rêyên pir bimetirsî, di nava îsal de 20 kes winda bûne.
Di dawiyê de, Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî Bekir Elî, bal kişand ser wê ku li seranserî Herêma Kurdistanê koçberî berdewame û ber bi zêdebûnê ve diçe, lê ev rêje li sînorê Îdareya Raperînê zêdetire.

