Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Aldar Xelîl: Yên ku di rewşa hindikahiyê de ne yên li Şamê ne
Kurdistan

Aldar Xelîl: Yên ku di rewşa hindikahiyê de ne yên li Şamê ne

Aldar Xelîl, da xuyakirin ku gelên Sûriyeyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî xwe dibînin û got, "Ya ku nûnertiya Sûriyeyê dike ev proje ye. Yên ku di rewşa hindikahiyê de ne, yên li Şamê ne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl, anî ziman ku metna destûrî ya ku ji aliyê hikmeta nû ya Sûriyeyê ve hatiye ragihandin, Sûriyeyê 105 sal paş ve dibe û got, “Ev destûr ji ya ku rejîma Baas’ê pêkaniye jî paşmayîtir e. Civaka Sûriyeyê vê yekê qebûl nake. Divê ev destûr paşve bê kişandin û were sererastkirin.”

Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl, li ser navaroka 8 xalên ku di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê rêveberiya demî ya Şamê Ehmed El Şara, destûra demkî ya di 13’ê Adarê de ji aliyê hikûmetê ve hate erêkirin, serdana dewleta Tirk a Şamê, komkujiyên li dijî Elewiyan û têkoşîna demokratîk a gelan, ji ANF’ê re axivî.

SÛRIYE TENÊ BI NAVENDEK NIKARE WERE RÊVEBIRIN

Aldar Xelîl got, “Me diyar kir ku ji şoreşê vir ve em parçeyek ji Sûriyeyê ne û armanca me avakirina Sûriyeke demokratîk e. Pirsgirêk bi têkçûna rejîma Baas re neqediyaye, demokratîkbûna Sûriyeyê û yekîtiya gelan girîng in. Rêveberiya Şamê dixwaze bi sîstemeke navendî welat bi rêve bibe, lê belê yekîtiya Sûriyeyê bi hevgirtina hevpar a gelan dikare misoger bibe.”

Di vê çarçoveyê de derfet çêbû ku li ser hin mijaran bi Şamê re li hev bikin û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî çû Şamê. Di hevdîtinan de li ser prensîbên bingehîn li hev hat kirin, lê hûrgilî hê jî tên nîqaşkirin. Girîng e komîteyên leşkerî, îdarî, aborî û doza Kurdbûnê bên avakirin. Dema ku ev komîte dest bi xebatên xwe bikin, dê pêvajo bi pêş ve biçe. Doza Kurd tenê bi Kurdan re sînordar nîne, pirsgirêkên hemû gelan jî wê di komîteyên cuda de werin nîqaşkirin. Navê nû yê Sûriyeyê ji bo me mijareke girîng e. Tevî ku Colanî û koma wî ragihandibûn ku navê Sûriyeyê weke ‘Komara Ereb’ diyar kirine, lê gelê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê nêrînê qebûl nake.”

DIVÊ ŞAM XWEDÎ LI AGIRBESTÊ DERKEVE, LI DIJÎ TIRKIYEYÊ NERAZÎBÛNA XWE RABER BIKE

Aldar Xelîl, destnîşan kir ku kesên alîgirê azadî, aştî û çareseriyê ne, şer tercîh nakin û wiha domand, “Me şer jî nexwest; Lê ji ber êrîşên dijmin divê em hebûna xwe biparêzin. Pêwîst e agirbest pêk were û ji bo vê jî em dixwazin lihevkirinekê pêk bînin. Hikûmeta li Şamê dibêje ku ew li dijî me şer nake, rast e lê êrîşên li ser axa Sûrîyê berdewam in. Bendava Tişrîn, Pira Qereqozax, Til Temir, Eyn Îsa, Kobanê xaka Sûriyeyê nîne? Çima xwedî li agirbestê dernakeve?

Eger peymaneke bi vî rengî îmze bike, bi awayekî fermî qebûl dike ku xwe ji bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berpirsyar dibîne. Di wê rewşê de divê ji bo Efrîn, Girê Sipî, Serêkaniyê, Cerablûs, Bab, Ezaz û Minbicê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bêjin ‘ji xaka me derkevin’. Eger hemû alî agirbestê qebûl bikin, wê encamên erênî derkevin holê. Lê belê heta niha dewleta Tirk êrîşên xwe nesekinandiye.”

‘KOMKUJIYA LI DIJÎ ELEWIYAN NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Aldar Xelîl, destnîşan kir ku komkujiyên li bajarên peravên Sûriyeyê bi taybetî yên li ser Elewiyan nayê qebûlkirin û wiha got, “Divê ev komkujî bi awayekî cidî bên şermezarkirin. Ev êrîş hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê ya li Şengalê tîne bîra me. Rejîma Baas zilm li me kir, bi salan em li zindanan girtin, êşkence û komkujî li me kirin û jê wêdetir jî li ser tinekirina gelan ava bû. Bêguman li Cizîrê, Heleb, Hama, Hûmûs û Şamê, li ku dibe bila bibe divê em bi hev re li dijî vê zîhniyetê têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Hin xala 6’an bi bûyerên li bajarên peravê ve girê didin û hewl didin Elewiyan weke alîgirên rejîma BAAS’ê nîşan bidin. Ev ne rast e. Elewî jî mexdûrên rejîmê ne. Em li dijî gel, bawerî û komên etnîkî şer nakin û nabin amûrên nêzîkatiyên bi vî rengî. Prensîba me ya bingehîn çanda humanîst û demokratîk e.”

Aldar Xelîl, da zanîn ku destûra bingehîn Sûriyeyê 105 salan paşve dibe û got, “Destûra ku hatiye ragihandin nayê qebûlkirin. Ev destûr Sûriyê vedigerîne 105 sal berê û wê di civakê de nakokiyên mezin derbixe. Gelê Sûriyê 14 sal in di şoreşê de bedelên mezin dane. Ev têkoşîn ji bo azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê bû, ne ji bo destûreke bi vî rengî. Ev destûr ji ya ku rejîma Baas’ê li ser hatibû avakirin jî paşvemayîtir e û ji aliyê civakê ve nayê qebûlkirin. Li ser hin prensîbên bingehîn bi Fermandariya Giştî ya QSD’ê re belgeyek hate îmzekirin, lê metna ku roja din hate weşandin bi tevahî li dijî van prensîban bû. Dîsa jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo makezagona Sûriyeya demokratîk bidomînin. Bertekên raya giştî diyar e; Divê ev destûr bê paşxistin û sererastkirin.”

Aldar Xelîl, da zanîn ku dewleta Tirk bi manîpulasyonê hewl dide pêşî li şertên Rêveberiya Xweser bigire û wiha dewam kir, “Dewleta Tirk bi manîpulasyonê hewl dide nehêle Şam şertên Rêveberiya Xweser qebûl bike. Serdana şanda Tirkiyê bo Şamê piştî lihevkirinê, nîşana tirsa nasandina mafên Kurdan e. Tirkiye dixwaze zextê li Şamê bike da ku rê li pêşiya pêşketina projeyên demokratîk bigire.

Hevgirtina gelan bi Rêveberiya Xweser re ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ereb, Kurd û Asûrî di nava sîstemeke hevpar de dixebitin. Durzî, Elewî û Misilmanên Sûnî yên ne radîkal ji Şamê bêhtir destekê didin Rêveberiya Xweser. Asûrî û Suryan jî ji Şamê zêdetir xwe nêzî Rêveberiya Xweser hîs dikin. Ev yekitî bingeha Sûriyeyeke demokratîk e.

Dibe ku rejîm têk çûbe, lê belê pirsgirêk nehatine çareserkirin. Sûriyeyeke demokratîk ancax bi projeya neteweya demokratîk, bi hişmendiya jinên azad û yekîtiya gelan dikare bê avakirin. Sîstema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, ji bo tevahiya Sûriyeyê modelek e. Divê siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend di vî warî de bixebitin û ji bo avakirina çanda demokratîk têbikoşin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînakên herî şênber ên Sûriyeya demokratîk in.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêber Apo: Ev pêvajo wê herî zêde bibe Ronesansa Êzidiyan
Nûçeya Pişt re Peyama bingehîn a Newroza Amedê: Azadî ji Rêber Apo re
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Soza desthilatdariyê ya ji bo gel: 21 girtîgehên nû

Wezîrê Dadê yê Tirk Yilmaz Tunç, ragihand ku avakirina 11 girtîgehan didome û projeyên 21…

Ji aliyê Stêrk TV

Hamas amade ye ku di berdêla ‘qedandina şer’ de dîlgirtiyan hemûyan berde

Ji rêveberên Hamasê Tahîr El Nûnû diyar kir ku tevger di berdêla rawestandina şerê Îsraîlê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Fîdan Dogan hate bîranîn

Nûnera Parîsê ya KNK'ê Fîdan Dogan ku li Parîsê li gel Sakîne Cansiz û Leyla…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?