Saziya Tiba Edlî (ATK), ji bo girtiyê nexweş ê giran Necdet Koç ê ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Wanê tê ragirtin biryara “Dikare di girtîgehê de bimîne” da. ATK’ê di rapora xwe de diyar kir ku Koç “dikare jiyana xwe bi tena xwe birêve bibe û di çarçoveya paşxistina înfazê de nayê nirxandin”.
DI VÊ PÊVAJOYÊ DE 65 KÎLO WINDA KIR!
Koç di Mijdara 2022’yan de hat girtin û cezayê girtîgehê ya heta hetayê ya girankirî lê hat birîn. Koç ê ku ji ber nexweşiyên xwe di girtîgehê de di pêkanîna hewcedariyên xwe yên rojane de zehmetiyê dikişîne, di vê pêvajoyê de 65 kîlo winda kir.
Di rapora nexweşxaneyê de hat destnîşankirin ku Koç dermanên doza bilind bi kar tîne, krîza myastenîk û xetereya jiyanê li ser heye. Her wiha hat diyarkirin ku divê di bin tedawiyê de bê girtin.
Hat ragihandin ku tenduristiya Koç paşê xirabtir bûye; di axaftin, daqurtandin û xwarinê de zehmetiyê dikişîne û hewcedariyên xwe yên bingehîn bi alîkariya hevrêyên xwe yên qewişê bi cih tîne.
Hat diyar kirin ku Koç emeliyata gurçikê derbas kiriye û nexweşiyên karsînoma şaneya zelal a gurçikê û Myasthenia Gravis pê re hene. Hat qeydkirin ku di 5’ê Sibata 2026’an de emeliyata gurçikê derbas kiriye.
‘DIVÊ DI ZÛTIRÎN DEM DE BÊ BERDAN’
Malbata Koç, jî diyar kir ku rewşa wî ya tenduristiyê roj bi roj giran dibe û daxwaza berdana wî kir.
Malbatê got: “Êdî ne pêkan e ku di girtîgehê de bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Her tiştî bi piştgirî û alîkariyê dike.”
Her wiha hat gotin ku di raporên nexweşxaneyê de behsa xetereya jiyanê tê kirin û bang kirin ku Koç di zûtirîn dem de bê berdan.

