Navenda Metro di Roja Cîhanî ya Bidawîkirina Bêcezakirina Sûcên Dijî Rojnamevanan de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye diyar kirin: “Li Herêma Kurdistanê, ji ber bindestiya sîstema dadweriyê ya di bin bandora partiyên siyasî yên desthilatdar de, lêkolîneke serbixwe li ser terorkirina rojnamevanan nehatiye kirin. Dosyayên kesayetên herî diyar ên wekî Soran Mame Hame, Serdeşt Osman, Kawe Germiyanî, Wedat Hisên û Ebdulstar Tahir Şerîf girtî mane; bêyî ku kujer an plansazên van sûcan werin dîtin û radestî dadgehê bên kirin.”
Navenda Metro daxwaz dike ku lêkolînên li ser van dosyayan ji nû ve destpê bikin û balê dikişîne ser daxuyaniyên UNESCO’yê û dibêje: “Bêcezakirina sûcan dibe sedema zêdebûna kuştin û tundûtûjiyê, her wiha sîstema qanûnî û dadweriyê têk dibe. UNESCO hişyariyê dide ku ev bêcezakirin ziyanê dighîne tevahiya civakê, ji ber ku dibe sedema veşartina binpêkirinên giran ên mafên mirovan û gendeliyê. Ji ber vê yekê, bang li hikûmet, civaka sivîl û medyayê tê kirin ku girêdayî serweriya yasa bin û beşdarî hewldanên cîhanî yên ji bo bidawîkirina vê diyardeyê bibin.’’
Hêjayî gotinê ye Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 2013’an de, roja 2’yê Mijdarê wekî “Roja Cîhanî ya Bidawîkirina Bêcezakirina Sûcên Dijî Rojnamevanan” îlan kiribû.
Li gorî daneyên UNESCO’yê yên di navbera salên 2025 û 2026’an de, li cîhanê 166 rojnamevan hatine kuştin ku di nav wan de tenê di 7 rewşan de lêkolîn hatine kirin û kujerên din ji cezayê filitîne.
Li Başûrê Kurdistanê jî rojnamevanên wekî Ebdulstar Tahir Şerîf, Serdeşt Osman, Kawe Germiyanî, Soran Mame Hame û Wedat Hisên, her wiha Şukrî Zeydîn, Nagîhan Akarsel, Gulîstan Tara û Hêro, heta niha kujer û berpirsên qetilkirina wan nehatine cezakirin û tu lêpirsîneke yasayî bi kesên tawanbar re nehatiye kirin.

