În, 5 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mariana Conti: Jinên Kurd ji bo hemû jinan bûn mînakeke îlhamê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Turkoglu 46 roj in têkoşîna jiyanê dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mahmut Alinak hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sezaî Temellî: Divê Meclîs demildest qanûnên taybet bigire rojeva xwe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aslan ê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex û Mêrdînê bertekên li dijî darvekirinên li Îran û Rojhilat: Em ê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî darvekirinên li Îranê bertek: Gelê Kurd bi darvekirinan bêdeng nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Hevrêyê me Heqî di êrişa Îranê de şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi rê û rêbazên komînan û kongreyan îradeya gel derdikeve holê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mujde Gungor a ku hat qetilkirin li Mûşê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2’yemîn Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz serlêdan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîs Jinan a DEM Partiyê li dijî Pakêta Darazê ya 12’emîn banga têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bursayê Zafer Gungor jina ku pê re zewicî bû, qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Evîn ji 10 girtiyên jin re qedexeya telefon û hevdîtinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dogû: Şer sekinî lê têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Avesta: Bi taktîkên mijûlkirinê ne pêvajoyê bi pêş ve diçe ne jî pirsgirêka 100 salî çareser dibe
Kurdistan

Avesta: Bi taktîkên mijûlkirinê ne pêvajoyê bi pêş ve diçe ne jî pirsgirêka 100 salî çareser dibe

Sozdar Avesta got, "Eger ji bo çareseriya pirsgirêkê Rêbertî muxatab tê girtin, wê demê divê nêzîkatiyek li gorî wê bê nîşandan. Bi taktîkên dirêjkirina pêvajoyê û mijûlkirinê ne pêvajo bi pêş ve diçe, ne jî pirsgirêka sed salî çareser dibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 27 dq.
Parvekirin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta beşdarî bernameyeke taybet a Stêrk TV bû û rojev nirxand.

Weke tê zanîn ev demek bû ku hevdîtin bi Rêber Apo re nedihat kirin. Vê yekê nerazîbûnên mezin bi xwe re anîn. Ji aliyê Tevgerê ve jî weke xitimandina pêvajoyê hate şîrovekirin. Di 5’ê Gulanê de jî li ser navê Tevgerê ji aliyê we û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ve daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di vê civînê de ev xitimandin weke ji ber sedemên nenaskirina statuya Rêber Apo û gavneavêtina dewletê hate şîrovekirin. Piştî du mehan herî dawî jî di 24’ê Gulanê de hevdîtin bi Rêber Apo re pêk hat. Gelo mirov dikarin bibêjin ev hevdîtin ji ber wê yekê ye ku êdî pêşiya pêvajoyê hatiye vekirin, an jî astengî nemane? Ji ber ku gelek nîqaş li ser vê têne kirin, tê gotin di navbera dewletê û PKK’ê de hevdîtin hene, li ser hinek xalan li hev tê kirin, her wiha pêvajo dimeşe, yan jî carna berovajiyê wê… Hûn bi giştî vê demê çawa dinirxînin û ji bo pêvajoyê li benda gavên çawa ne?

Di destpêkê de, em di meha Hezîranê de ne, pêngava 1’ê Hezîranê di salvgera xwe ya 22’emîn de ye. Li ser dorpêça ku li ser tevgerê dihate pêşxistin bi destê hêzên derve û tasfiyetiya ku xwestin di nav tevgerê de bi pêş bixin Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an hate destpêkirin. Ez yên ku di vê pêngavê de pêşengtî kirin û şehîd bûn, di şexsê hevrê heval Erdal, heval Nûda, heval Adil û tevahî şehîdên vê pêngavê de Şehîdên Têkoşîna Azadiyê hemûyan bi hurmet, rêzdarî û minet bi bîr tînim. Meha Hezîranê bi rastî jî meheke tijî berxwedan e, şehadetên pir bi nirx di vê mehê de çêbûne. 7’ê Hezîranê salvegera şehadeta hevrê Fîlîz Yerlîkaya, heval Gulan e. Dîsa di vê mehê de hevr Sema Yuce,  heval Zîlan Zeynep Kinaci ya ku xeta fedayitiyê da destpêkirin û bû xwedevenda azadiyê şehîd bûn. Di meha Hezîranê de şehîdên wisa giranbiha yên ku di dîroka me de her yek ji wan bûne kevirekî quncika çêbûn, têkoşîn li ser vê xetê mezin bû û îro jî em minetdarê wan şehîdan in.

Eger îro ji bo gelê Kurdistanê têkoşîna azadiyê tê meşandin û gelê Kurd û gelê herêmê ji bo mafê xwe têdikoşin ev bi saya wan şehîdan e. Bêguman şehîdên me rol û mîsyona xwe ya dîrokî lîstine û ew nirxên me yên herî pîroz in. Ez careke din  van şehîdan bi minet bi bîr tînim û ew soza ku me daye şehîdan em ê teqez bi encam bikin. Ez bi vê munasebetê Rêber Apo ku herî zêde di xeta şehîdan de ev têkoşînê bilind kir û di hemû kêliyan de bi şehîdan re tevgeriya û şehîd kir xwedî wateyeke mezin bi rêzdarî û hezkirin silav dikim.

TÊKOŞÎNEKE 53 SALÎ HEYE

Niha em werin ser pirsa we, bi rastî jî pirsekî girîng bû. Wekî ku we jî da diyarkirin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji 27’ê Sibatê ve bi rengekî fermî di rojeva tevahî raya giştî ya Tirkiye, gelê Kurdistanê û gelê herêmê de ye. Pêvajoyeke ewqasî girîng e û bi wateye ku timî bal li ser e. Ji ber ku pirsgirêka sed salan tê çareserkirin, li ser vê tê çareserkirin. Têkoşîneke 53 sal heye. Bi dehan salan têkoşîna çekdarî hate meşandin. Îro ango ji 27’ê Sibatê wê ve bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk ev pêvajo hat destpêkirin. Ango, pêvajo wisa ket rojeva tevahî civakan. Ji bo vê, ev pêvajo niha li ku derê ye? Hevdîtina vê dawiyê bi Rêber Apo re hate kirin, bi xwe re tiştên nû çiqas dane çêkirin? Helbet pêwîstiya van bi şîroveyê heye. Lê dixwazim destpêkê bibêjim ku ev pêvajo bi vî rengî çênabe. Berê jî dihat gotin, dihat rexnekirin jî mehê careke ku vê dawiyê bû du mehan careke û tenê heyetek biçe bi Rêber Apo re hevdîtinek çêbike û ji raya giştî re daxuyaniyeke kurt bide, bi vî rengî ne pêvajo tê fêmkirin ne pêvajo bi pêş dike û ne jî çareseriya pirsgirêka sed salî pêk tê. Helbet berê vê jî bi salên dirêj tecrîdê dewam kir.

27 sal in hiqûq û qanûn li Girava Îmraliyê nayê meşandin. Bi hiqûq, qanûn û destûrên cuda ên taybet tên meşandin. Vana hemû bi dehan caran me şîrove kiriye û aniye ziman. Raya giştî jî vê dizane û li dadgeha navdewletî ya Ewropayê jî li ser van mijaran bi dehan dosya hatine amadekirin. Ji bo vê, berê me daxuyanî da, 5’ê Gulanê bi munasebeta salvegera yekemîn a Kongreya 12’emîn ku me PKK’ê tê de fesix kir û dawî stratejiya şerê çekdarî anî, me ji raya giştî re pêvajo heta wê demê çawa hatiye meşandin parve kir. Ji wê demê û şûnde jî rêveberiya me gelek caran di vê mijarê de şîrove kiriye, daxuyaniyê jî daye. Herî dawî jî di heman roja daxuyaniya me de piştî çend saetan serokê MHP’ê Devlet Bahçelî dîsa di koma partiya xwe de daxuyaniyek da. Di vê daxuyaniyê de hinek gotinên erênî jî bi kar anî. Weke Rêber Apo ji destpêkê çêkirina vê partiyê heta roja îro rêber û pêşengê vê tevgerê ye, rêberê vî gelê ye, rêberê gelan e, jinan e, ji bo vê jî Rêber Apo sermuzakerevanê me ye, Rêber Apo muxatabê vê pirsgirêkê ye.

Me ev yekê cara yekemîn ne di 5’ê Gulanê de daye diyarkirin, ev ji xwe wisa bû. Me di daxuyaniya 5’ê Gulanê de careke din diyar kir, bêyî ku Rêber Apo bikeve dewrê tîşteke din pêk nayê. Eger hinek dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, divê destpêkê ji pozîsyona Rêber Apo destpê bikin. Divê qanûn ji bo Rêber Apo derkevin, azadiya wî ya fîzîkî pêk were, Rêber Apo di şert û mercên tendurist, azad û bikaribe bi ewlehî kar bike û bikaribe vê pirsgirêkê bi diyalog û muzakere bibe ser maseyê û çareser bike. Xwezaya vê pirsgirêkê encex wisa bê çareserkirin. Di heman rojê de Bahçelî jî got ku koordîneterbûna Rêber Apo ya aştî û siyasî, statuya wî bê diyarkirin, koordînetorê hem pêvajoya aştî û siyasî bikaribe bide meşandin. Lê wê çaxê raya giştî jî nîqaş kir, me jî di nava xwe de nîqaş kir, me got ku nêzîkî hev e, eger rastî bi vî awayî pêngav bipêş bikevin, dibe ku pêvajoya ku em dibêjin qonaxa duyemîn yan jî pêngava erênî dikare bi pêş bikeve. Lê piştî vê bi demeke kurt, cara duyemîn Devlet Bahçelî dîsa daxuyanî bi nivîskî da, hinek lêkolîn kiribû, gelek xwe amade kiribû û daxuyaniyek wisa li ser navê wî hate dayîn. Vê carê jî berovajî tiştên ku berê gotibûn bû. Vê carê mijar cuda hatibû nirxandin.

ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ JI STATUYA RÊBER APO DESTPÊ DIKE

Li ser vê jî, me weke tevger bi nivîskî jî me helwesta xwe nîşan da. Yanî me careke din di vir de anî ser ziman. Pirsgirêkê ne weke pirsgirêk çareserkirinê, pirsgirêk weke amûr nirxandin heye. Ji bo vê jî ev mijar ji statuya Rêber Apo destpê dike. Di vê derê de ev nêzîkbûna ku anîne ser ziman ne çawabûna çareserkirina pirsgirêka Kurd şîrove kirine, pozîsyona Rêber Apo jî anîne ku wê astê, yanî bibe koordînatorê tasfiyekirin û belavkirina tevgerê. Me helwesteke tund danî, ew helwesta me bû, em careke din li vir dubare dikin, ev bêrêzî nayê qebûlkirin. Divê her kes di vê mijarê de li gorî giraniya mijarê û pozîsyona Rêber Apo tevbigere, zimanê xwe jî li gorî vê bikar bîne, nêzîkbûnê xwe li gorî vê çêbike.

Eger bi rastî jî ji bo çareseriya pirsgirêkê Rêber Apo muxatab digire, wê demê divê li gorî vê nêzîk bibe. Rojekê bibêje, “bila were li meclîsê biaxive, di koma partiya siyasî ya DEM Partiyê de biaxive”, roja din jî bibêje, “Bila Tevgerê xwe belav bike, piştre jî di girtîgehê de dewam bike.” Ev daxuyanî taktîkên mijûlkirin û dirêjkirina pêvajoyê ne. Ev nayên qebûlkirin û em van nêzîkatiyan red dikin. Em li hemberî vê ne. Divê ev yek wiha bê zanîn.

Piştî van daxuyaniyan, di 24’ê Gulanê de ji aliyê heyetê ve hevdîtineke hate kirin. Piştî hevdîtinê, ji raya giştî re hate ragihandin ku ji aliyê heyetê ve ji bo vesererastkirina qanûnê raporek tê amadekirin. Hinek dibêjin ev rapor 7, hinek jî dibêjin 9 xal in. Ez dikarim vê diyar bikim; weke Tevger ji Rêber Apo ji me re peyameke fermî nehat. Divê ev ji Rêber Apo ji me re were. Nîqaşên ku niha di çapemeniyê de têne kirin, helbet ku heyeteke fermî ye, hevdîtinan dike û bi raya giştî re parve dike, girîng û binirx e, parçeyek ji pêvajoyê ye, em vê girîng dibînin. Lê pirsgirêk tenê bi vî rengî çareser nabe. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê aliyekî jî muxatab Rêber Apo, muxatabê Rêber Apo jî Tevgera Azadiyê ye. Bi hev re bi rêya diyalog û nîqaşan ev pirsgirêk dikare were çareserkirin. Ji ber vê yekê jî, divê qanûna ku were amadekirin divê bibe bingehek û pê re pêngav werin pêşxistin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê çi pêwîst bike, divê gavên li gorî wê bên avêtin. Lê têkildarî vê ji me re tîştekî bi fermî nehat. Di hevdîtinê de ev nîqaş kirine, Rêber Apo hinek nêrînên xwe bi heyetê re parve kiriye. Divê hikûmet û heyet van nîqaş bikin, qanûnan amade bikin, bibin Rêber Apo, bi Rêber Apo re jî nirxandineke hevpar bikin û Rêber Apo jî ji me re rabigihîne. Divê em jî bibînin û Rêber Apo li gorî vê bike biryar. Ev kar wiha dimeşe. Wisa bi bihîstina ji hinek kesan nabe.

Em jî nîqaşên têkildarî pêvajoyê dişopînin, di raya giştî de gumanên hîn aliyan hene. Çima? Ji ber ku tiştên ku tên gotin û tên kirin hev nagirin. Bi awayekî xwezayî ev rewş gumanekê çêdike. Her roj tiştek tê gotin, lê di pratîkê de gav tune ye. Mînak, di 27’ê Adarê de nîqaşên ku niha têne kirin, weke nexşerêyekê hatibû rojevê. Tiştên ku niha tên nîqaşkirin, divê ji 27’ê Adarê ve qanûnî bûna. Lê di meha Nîsanê de hevdîtin nehatin kirin, di dawiya Gulanê de hevdîtin çêbûn. Niha jî di meha Hezîran û Tîrmehê de, beriya ku meclîs bikeve betlaneyê qanûnên têkildarî mijarê derkevin. Ev niha tenê têne nîqaşkirin. Ji ber van nêzîkatiyan, hinek alî dibêjin ku desthilatariyê pêvajoyê ji bo hilbijartinê bi kar tîne. Dirêjkirina pêvajoyê dibe sedem ku nebaweriya di raya giştî de mezin bibe.

Eger di meha Hezîran û Tirmehê de tiştên ku têne axaftin bikeve meriyetê, wê ev nebawerî kûr nebe. Di nîqaşên tên kirin de dibêjin ku piştgiriya ji bo pêvajoyê kêm bûye. Lê çima kêm dibe? Ji ber ku nebawerî zêde dibe. Ne tenê têkildarî vê pêvajoyê jî. Li ser navê demokrasî, yekîtî, azadî û gav avêtina erênî, tu pêngav nayên pêşxistin, ziman nayê guhertin. Mînak zimanê ku bikartînin, weke rojên ewil e. Roportaja Bahçelî jî ji serî heta dawî bi rengê, ‘Tirkiyeyê bêteror’ û ‘tasfiyekirina terorê’ ye.  Gelo çareseriya pirsgirêkê li ku ye? Pirsgirêk wê çawa were çareserkirin? Berê jî hevalên me bersiva vê dan; gelo wê derketina qanûnan her tiştî çareser bike? Na, em vê jî dizanin. Li gorî xwe dibêjin, “dema qanûn derket, yên ku sûc kirine û sûc nekirine, bila yên dixwazin bên, yên naxwazin neyên, em ê biçin ser yên nehatine û wan tune bikin.” Yên ku derketin çiyayên Kurdistanê û bi dehan sal têkoşiyan, xwe feda kirin, hemû hebûnên xwe fedayî şoreşa gelê xwe kirin. Ma ev kes sekînine dibêjin bila qanûnek derkeve em jî herin. Jixwe niha qanûna poşmantiyê heye. Di civakê de kî sûc kiribe, ji vê sûd digire û wan berdidin. Qanûna poşmantiyê jixwe heye. Ji ber vê yekê divê dema qanûn derkeve, nêzîkatiya ku qey wê sibehê pirsgirêk çareser bibe, nebe.

Ev pirsgirêk wê çawa were çareserkirin? Helbet divê bibe malê civakê. Divê bi hêza civakê li ser vê mijarê were rawestan û têkoşîn were kirin. Ne tenê bi daxuyaniyan, zêdetir  divê li dijî bêedaletî û bêheqiyê were derketin, divê ji bo çareseriyê helwestê bigrin û nêzîkatiyek raber bikin. Em wekî Tevgera Azadiyê helbet rola ku dikeve ser milê xwe pêk tînin, di xeta Rêber Apo de amadekariyên xwe dikin. Em têkoşîna xwe li ser vê bingehê didin.

Pêvajo, pêvajoya têkoşîn  û muzakereyê ye. Têkoşîn û muzakere di nav hev de tê meşandin. Ma ji bo ku qanûn derkeve, wê têkoşîn neyê kirin? Divê têkoşîn bi her awayî, li her qadê were meşandin û pêngava ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo esas digre, bi awayekî bênavber dewam bike. Divê ji bo Rêber Apo mafê hêviyê hatiba dayîn, jixwe divê qanûn li ser vê bingehê werin guhertin. Divê astengiyên li pêşiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo werin rakirin û li gorî vê ji bo ku Rêber Apo bi awayekî azad têbikoşe, qanûnên din jî werin derxistin. Heta ku ev neyên, tenê bi gotinan helbet ne pêvajo pêş dikevke û ne jî bawerî dide.

Di rastiyê de, di pêvajoyeke bi vî rengî e, divê dewleta Tirk di her wateyê de gavên demokratîk biavêje. We diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd jî bi rêya Komara Demokratîk çareser bibe. Lê em îro dibînin ku dewleta Tirk tu pirsgirêkan bi rêya demokratîk çareser nake, tiştên ku ji bo CHP’ê hatin kirin li ber çavan e. Hûn vê rewşê, van êrîşan çawa dinirxînin? Ev rewş çawa dikare were derbaskirin. Bi taybet jî rola ku di vê demê de dikeve ser milê civakê û hêzên demokratîk çi ne?

Ya rast, siyaseta Tirkiyeyê niha tarûmar bûye. Êrîşên li ser CHP’ê, bi rojan in di rojeva raya giştî de ye. Her kes têkildarî vê mijarê nîqaşan dimeşînin. Sedema vê jî li ber çavan e. Dewletên netewe û hêzên li dijî demokrasiyê, her tim dixwazin rojevê berovajî nîşan bidin. Ji ber vê yekê rojeva Tirkiyeyê, desthilat, AKP’ê diyar dike. AKP’ê jî berê xwe dide konjonkturê, berê xwe dide geşedanên li cîhanê diqewime, li gorî desthilatdarî û berjewendiyên xwe plansazî dike û dike meriyetê. Ji ber ku dest danîne ser dewletê. Bi hemû saziyên xwe re, dest danîne ser dewletê. Ev bi awayekî pir vekirî, li holê ye. Mînak, berê para CHP’ê jî di vê de hebû. CHP’ê partiya damezrîner a ewil a Komarê ye, ji aliyê Ataturk ve hatiye avakirin, ji ber vê yekê di demokratîknebûna Komarê de para CHP’ê jî heye. Ev mijareke din a nîqaşê ye.

Lê dema ku em îro dinêrin, desthilatdariya AKP’ê hemû saziyên dewletê kiriye bin bandora xwe, girêdayî xwe kiriye. Kesên bi xwe diyarkirine tayînî saziyan dike. Dadgehan, artêşê, hemû saziyên din bi vî rengî dizayn dike. Mînak, meclîs heye, lê meclîs jî li gorî van polîtîkayê dimeşîne. Her qanûna di berjewendiya gel de, ji ber ku hejmara van têre dike, red dikin. Ji ber vê yekê ev êrîşên li dijî CHP’ê jî weke ku biryara dadgehê ye vedibêjin. Gotinek heye dibêje, “lîstina bi mejiyê mirov.” Bi rastî jî bi mejiyê mirov dileyzin. Her kes jî vê baş dizane ku ev ne biryarek hiqûqî, lê siyasî ye. Ev biryar helbest bi pêvajoyê re jî girêdayî ye. Pêvajo bi vê rewşê re zêdetir tê nîqaşkirin. Desthilatdarî hem ji aliyekî ve dibêje, “ezê demokrasiyê pêş bixim” ku sedema herî mezin a neçareserkirina pirsgirêka Kurd demokratîk nebûna Tirkiyeyê ye. Tirkiyeyekî ku pirsgirêka Kurd hebe, nasname û mafên gelekî neyê naskirin, zimanê wê neyê axaftin, çanda wan neyê jiyandin, çawa demokratîk bibe?

Ji ber vê yekê ma dibe, hem ji aliyekî ve bibêjî, “ezê demokrasiyê pêş bixim, pirsgirêka Kurd çareser bikim” hem jî ji aliyekî ve evqas bêhiqûqî li dijî partiya muxalefetê bikî, ev qas pêngavên dij demokratîk bikî. Ev hemû helbet biryarekî siyasî ne. Li ber çavê cîhanê, deriyên partiyê şikandin û ketin hundir. Rêber Apo jî di hevdîtina xwe ya dawî de diyar dike ku ev êrîş ji ber kêmaniya demokrasiyê dibe. Rêber Apo ji bo demokrasiyê têkoşîn dike. Vê pêvajoyê ne tenê ji bo gelê Kurd pêş dixe, têkoşîna azadiya Kurd, ne tenê têkoşîneke ku ji bo Kurdan tê meşandin e, têkoşîna ji bo hemû civakan e. Ji ber vê yekê têkoşîna demokrasiyê, ne tenê Kurdan hemû aliyan eleqeder dike. Mînak, dema ku heyet çû gel Îmraliyê, CHP’ê nêzîkatiyek teng raber kir û endamê xwe neşand. Çima? Ji ber ku ew jî têkildarî pirsgirêka Kurd hîna biryarek zelal nedane. Weke ku min got, her kes li gorî berjewendiya xwe nêz dibe.

PÊVAJO NE PÊVAJOIYA AKP’Ê, PÊVAJOYA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKEKÎ 100 SALÎ YE

Bi dehan sal in, li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, ev êrîş tên meşandin. Herî zêde jî ji bo Kurdan, li Tirkiyeyê ji bo hemû gelên ku têdikoşin, ji bo partiyên siyasî yên têdikoşin êrîşên bi heman rengî têne kirin, hevserok û parlamenterên wan hatin girtin, qeyûm tayînî şaredariya wan hate kirin. Tiştên ku li hemberî  CHP’ê hatin kirin, bi salan in li dijî Kurdan têne kirin. Ger dema ev êrîş hatin kirin, helwestekî zelal hatiba girtin, êrîşên îro nedihatin kirin. Ji ber vê yekê divê hemû partiyên siyasî, demokratîk, partiyên çep, li dijî hemû bêhiqûqiyan helwestekî zelal bigrin. Encex bi vî rengî dikarin li ber êrîşan bisekinin. Weke ku min got, ji aliyekî ve meşandina pêvajoyê, ji aliyê jî pêkanîna van êrîşan, bêbawerî û bêhêvitiyê diafirîne. Desthilat dixwaze hewayeke wiha jî biafirîne; her tişt di destê min de ye. Lê tu hêz ji hêza civakê ne mezintir e. Hêza civakî dikare hemû desthilatdariyan biguherîne, dikare armanca wan asteng bike.

CHP’ê dikare pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi xwe çareser bike, lê desthilatdarî destwerdanê dike. Me di daxuyaniya xwe de jî anî ser ziman; ev sabotekirina pêvajoyê ye. Guhertina rojevê ye. Mînak, ji êrîşên li ser CHP’ê ve pêvajo bi awayekî nerênî tê axaftin. Her kes dibêje, “pêvajoya çi, pêvajo filan û bêvan tune ye.” Heta dibêjin, “bila kes qala pêvajoyê neke.” AKP’ê hem rewşekî bi vî rengî diafirîne, hem jî dibêje “binêrin rojev tijî ye ez di demeke wiha de nikarim qanûn derbixim, nikarin gavê biavêjim, di meclîsê de qanûnê pêşkêş bikim jî CHP’ê tevlî nabe. “ Lê tu bi xwe tînî vê xalê, tu bi xwe dikî. Madem tu yê qanûnê binî meclîsê, madem tu yê qanûnê derbixî, helbet pêwîst dike ku hemû partiyên siyasî di vir de cih bigirin, nirxandinên wan jî pêwîst e. Ji ber ku ev pirsgirêk, pirsgirêkekî civakî ye. Pirsgirêkekî ku 86 milyonê ku li Tirkiyeyê jiyan dike, eleqeder dike. Lê desthildariyê vê rewşê berovajî dike û dike hinceta gavneavêtina xwe.

Hikûmeta AKP’ê berê jî ji bo ku hilbijartinê qezenc bike, hewl da pêvajoyê li gorî xwe bide meşandin. Guman hene ku dîsa heman tişt bên jiyankirin, lê dibe ku hemû hesabên wan negire. Nikare hemû tiştî wekî endezyarekî di maseyê de xîz bike û bike meriyetê. Helbet di serî de gelê Kurdistanê, gelê Tirkiyeyê, yên ku bawerî bi demokrasiyê tînin, divê li dijî van lîstîkên desthilatdariyê rabin û ji bo biserketina pêvajoyê bi awayekî wêrek gavê biavêjin. Ger ew jî weke, “ger em mijarê bikin rojeva xwe, bibin alîgirê AKP’ê” bihizirin, ev jî şaş e. Pêvajo ne pêvajoya AKP’ê ye. Pêvajo pêvajoya çareserkirina pirsgirêka 100 salî ye. Divê wiha were destgirtin. Di serî de CHP’ê û partiyên din ger bi vî rengî nêzîkatî raber bikin, dikarin ji krîz û kaosa ku jiyan dikin, derkevin.

Ez dixwazim hinek balê bikşînim ser tiştên ku li herêmê diqewimin. Weke ku tê zanîn her çiqas di navbera Îsraîl- DYE û Îranê de agirbest hebe jî, ev rewş timî  tê guhertin. Niha li dijî Îranê ji derve jî êrîş hene, lê rejîma Îranê hem li dijî gelê Kurd hem jî li dijî gelên ku li Îranê jiyan dikin, komkujiyên xwe didomîne. Bi sedan kes digre, bi darve dike. Di rojên derbasbûyî de, 2 bira ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin. Ev zilm Îranê ber bi çi ve bibe? Ji ber ku pergala alternatîf ku Rêber Apo pêşkeş dike, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn derbasdar e. Ger rejîma Îranê bikeve rêya demokratîbûnê çi qezenc bike, an jî bi vî rengî dewam bike çi winda bike?

Pirsgirêkên giran ên ku min têkildarî Tirkiyeyê behs kir, bi heman rengî li Îranê jî tê jiyankirin. Dewletên netew her tiştê ku di civakê de heye, dixwazin bikin qurbanê berjewendiya xwe. Ger di wê dewletê de gelê wî ne azad be, demokrasî tune be, her tişt tenê ji bo beqaya dewletê were meşandin, nikare tevahiya civakê birêve bibe. Dîktatoriya wan ji xwe di vir de derdikeve holê. Ji ber vê yekê şerê Îsral-DYE ya li dijî Îranê ku niha pêvajoya agirbestê heye; yanî rewşeke ku ji ber vê yekê rejîma Îranê mirovan bi darve dike û digre nîne. Îran ji ber ku bi dehan salan in bi vê zîhniyetê desthilatdariya xwe didomîne, rejîm tengas bûye. Jixwe desthilatdarî bi vî rengî ne, kengê tengas bibin diçin ser aliyên xwe ji xwe lewaztir dibînin. Ji ber vê yekê li Kurdistanê, Belûcîstanê û li herêmên din ên cuda, komkujiyan dike. Birayên ji Kirmanşanê ku hatin qetilkirin, hozan û hunermendên gelê xwe bûn, di qada çandê de xebatê dikirin. Qetilkirina van helbet qetilkirina civakê ye, nenaskirina nasname, ziman û çanda gelê Kurd e.

Dewam dike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate berdan
Nûçeya Pişt re Ji akademîsyenan plana wekhev a ji bo paşeroja gerstêrkê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevdîtina bi Barzanî re bi dawî bû, heyet wê bi Talabanî re rûnê

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî wê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Leonardo Boff piştgirî da banga Rêber Apo

Ji Zanîngeha Dewletê ya Rio de Janeiro ya Brezîlyayê profesorê rûmetî yê Exlaq, Felsefeya Olî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişloyê şehîd spartin axê

Li Qamişloyê bi sed hezaran kesan, şehîdên dawî yên Bendava Tişrînê spartin axê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aslan ê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şirnex û Mêrdînê bertekên li dijî darvekirinên li Îran û Rojhilat: Em ê bêdeng nemînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê li dijî darvekirinên li Îranê bertek: Gelê Kurd bi darvekirinan bêdeng nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK’ê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?