Rapora Edaleta Global a ji aliyê Laboratûwara Newekheviyê ya Cîhanê ve hate weşandin, di demekê de ku krîza avhewayê, zêdegaviya polîtîk, rageşiya aboriyê û newekheviya civakî kûr bûye, ji bo paşerojeke cihê jiyanê ya gerstêrkê nexeşrêyeke berfireh pêşkêş kir.
Li gorî nûçeya Jonathan Watts ê ji The Guardianê, pêşniyar tê kirin ku baca maldariya zêde ya milyarderan bê wergirtin, dema karkirinê bi rengekî cidî bê kêmkirin, goştê sor zêde neyê xwarin, razemenî li şûna li pîşesazî û madenkariyê bê kirin bi giranî li ser tenduristî û perwerdeyê bê kirin.
Li gorî raporê, eger ev polîtîka bi cih bê anîn wê heta sala 2100’î hatineya ji sedî 89 ê nifûsa cîhanê bi du qatî zêde bibe û germahiya global jî li gorî dema beriya pîşesaziyê di binê asta 2 pileyî de bê hiştin.
CÎHANEKE WEKHEV Û CIHÊ JIYANÊ PÊKAN E
Rapor li hemberî nêzîkatiyên neteweperest û teknokratîk ên rastgiriyê ku hilweşîna avhewayê, girêdana bi sotemeniya fosîlê û newekheviyê weke paşerojeke bivênevê pêşkêş dike, dixwaze vîzyoneke alternatîf biafirîne.
Hevdîrektorê Laboratûwara Newekheviyê ya Cîhanê û Profesorê Dibistana Aboriyê ya Parîsê Thomas Piketty anî ziman ku têkoşîneke polîtîk, entelektuel û çandî ya mezin tê meşandin. Li gorî Piketty polîtîkayên Donald Trump û hin xetên populîst ên rastgir ên weke wî pêşkêş dikin, ne ji krîza avhewayê ne jî ji pirsgirêkên civakî re dikarin bibin çare.
Piketty destnîşan kir ku modeleke jinûve parvekirinê ya hevkariyê ya ku xwe dispêre parvekirina wekhev a çavkanî û desthilatdariyê wê mecbûrî be, naxwe hem ji aliyê hawirdorî hem jî ji aliyê civakî ve dibe ku encamên hilweşîner rû bide.
BILA DEMA KAR BÊ KÊMKIRIN, ÇAVKANÎ JI TENDURISTÎ Û PERWERDEYÊ RE BÊ VEQETANDIN
Di bingeha raporê de têgeha “têrkeriyê” heye. Li gorî vê yekê mirov li şûna ku timî li pey xwarin û danhevkirinê bibezin, dikarin jiyaneke bi tenduristî, aram û bi wate bijîn.
Ji bo vê armancê jî sê gavên bingehîn têne pêşniyarkirin. Ya destpêkê, dema kar a salane ji 2 hezar û 100 saetî dakeve 1000 saetî. Yanî karê heftane du roj û nîvan bê kirin.
Ya duyemîn, xwarina goştê sor bê kêmkirin ku weke yek ji sedemên bingehîn ên tinekirina daristanan û hilweşîna ekolojîk tê nîşandan.
Ya sêyemîn jî ew e ku aborî ji bo qadên welê bê xerckirin ku maliyeta wê kêm e. Di raporê de tê gotin, lêçûnên perwerdeyê yên ji bo kesekî bibe 8 hezar û 400 euro, lêçûnên tenduristiyê jî bibe 14 hezar û 400 euro.
Piketty ragihand ku her euroyekî zêde li qada perwerde û tenduristiyê bê xerckirin, wê di heman demê de enerjiya ji bo sektorên hilberînê jî bi sê-çar qatî kêm bike. Ji ber vê yekê anî ziman ku veguherîna li navbera sektorên aboriyê di asteke krîtîk de girîng e.
PARA MALDARIYÊ YA MILYARDERAN WÊ BÊ KÊMKIRIN
Yek ji armancên bingehîn ên raporê kêmkirina newekheviya global e. Li gorî plana ku hate pêşniyarkirin, heta dawiya sedsalê hatineya mîllî ya brut a serê kesekî li tevahiya cîhanê dikare bibe 5 hezar euro. Bİ taybetî nifûsa li başûrê cîhanê wê sûdê ji vê zêdebûnê werbigire.
Ji bo vê jî pêşniyar tê kirin ku derdorên herî dewlemend ên ku ji krîza avhewayê herî zêde berpirsyar têne dîtin, bi bacên bilind bêne bisînorkirin. Tê xwestin ku para sermayeya global a milyarderan ku tenê ji sedî 0,001 ê nifûsa cîhanê ye ji sedî 6’an dakeve ji sedî 0,05, para maldariyê ya herî xizanan ku ji sedî 50 ye, ji asta ji sedî 2 bibe ji sedî 30.
Li gorî raporê banga maldariyê û mekanîzmayên jinûve belavkirinê ya global ne tenê ji bo edaleta civakî, her wiha li dijî krîza avhewayê jî mecbûriyeteke veguherînê ye.
Di raporê de tê destnîşankirin ku ev gav dikare heta dawiya sedsalê zêdebûna germahiya global di asta ji sedî 1,8 de bihêle.
Rapora Edaleta Global wê di Konferansa Newekheviyê ya Cîhanê de bê nîqaşkirin ku di 4-6’ê Hezîranê de li Parîsê bê lidarxistin.

