Abdullah Aydin ku beriya du hefteyan hîn bû ku kekê wî (Fatih Aydin Agir Mêrdîn) û pismamê wî Vedat Aydin (Piling Barman) di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dan, ji ANF’ê re axivî. Abdullah Aydin anî ziman ku wan bi dilrehetî nekarîn şîna xwe jî dînin û diyar kir ku 22’ê Tebaxa 2026’an dema ku taziye danîn, çar kesên bi kincê sivîl ên li ser nasnameya wan Musteşariya MÎT’ê dihate nivîsandin û xwe weke dewletê dan naskirin bi zorê ketin mala wan, talan kirin, tuf li wêneyê kekê wî Fatih kirin û avêtin erdê. Abdullah Aydin bi gotina “Di pêvajoyeke bi vî rengî de aştiyeke bi vî rengî dibe?” nerazîbûna xwe nîşan da.
‘BI KEKÊ XWE FATIH RE EM WEKE CÊWIYAN BÛN, PARÇEYEKÎ MIN NÎVCO MA’
Abdullah Aydin ragihand ku wî bi salan nekarî ji kekê xwe agahiyê werbigire ku di zarokatiyê de gelekî nêzî hev bûn û beriya çend hefteyan hîn bû ku li nava refên gerîla şehîd bûye. Aydin ku bi navê kekê xwe li Umraniyeyê taziye qebûl kir, anî ziman ku bi şehadeta Fatih Aydin re parçeyekî wî nîvco ma. Aydin diyar kir ku ew weke cêwiyan mezin bûn û got, “Yê ku herî zêde nêzî min bû kekê min bû. Em bi hev re mezin bûn. Em li gundê Yeşîlalan ê Stewr a Mêrdînê ji dayik bûn. Bi hev re mezin bûn, çûn heman polê. Bi hev re gelek bîranînên me yên xweş çêbûn. Her tim ez diparast. Dema biçûk bûm min bi zarokan re şer dikir, zarokan li min dixistin, ew jî dihat li wan dixist. Gelekî hestewar bû. Zû hêrs dibû lê yekser jî aram dibû. Çi bihata bîra wî li rûyê te digot. Timî ez diparast. Em bi wî re weke cêwiyan bûn. Piştî ku em hatin Stenbolê em ji hev belav bûn.”
‘MAMOSTE TIMÎ DIGOT BI TIRKÎ BIAXIVE Û ZEXT DIKIR’
Aydin anî ziman ku di zarokatiyê de li dibistanê li nêzîkatiyên nijadperest ên mamosteyan rast hatin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Mamoste weke xerîban nêzî me dibû. Dema ku em bi zimanê xwe yê dayikê bi Kurdî diaxivîn hewl dida me bêdeng bike û bi gotina ‘Bi Tirkî biaxive’ zext dikir. Me ti carî xwe li vê yekê ranegirt. Timî li vê nijadperestiyê dipirsî. Bi taybetî kekê min Fatih gelekî lê dipirsî. Piştre ev lêpirsîn veguherî lêpirsîna li sîstemê.”
‘3 ROJ BERIYA ŞEHADETA KEKÊ XWE MIN EW DI XEWNA XWE DE DÎT, GOT ‘WERE MIN JI SER SÎNOR WERBIGIRE, EZ Ê BIÇIM MALÊ’
Aydin diyar kir ku dayika wan di sala 2008’an de ji ber kansera mîdeyê jiyana xwe ji dest da, piştre weke malbat koçî Stenbolê kir û got, “Me bavê xwe di sala 2000’î de winda kir. Dayika min jî ji ber kansera mîdeyê wefat kir, lewma me bar kir Stenbolê. Dema em hatin Stenbolê ez 15 salî bûm, piştî salekê kekê min Fatih hat. Ez dixebitîm, wî jî dixwend. Fatih ji bo xwendina Beşa Lojîstîkê çû Qersê. Piştî ku 2 salan li wir ma vegeriya Stenbolê û hat girtin, 6 mehan girtî ma. Du meh piştî hate berdan berê xwe da çiyê. Bi salan me nekarî agahiyê jê werbigirin. Heta du hefte berê şehadeta wî hate eşkerekirin. Wê demê em hîn bûn ku Fatih sala 2021’ê şehîd bûye. Sê roj beriya wergirtina agahiya şehadeta kekê xwe min ew di xewna xwe de dît. Di xewna min de Fatih ji min re got, ‘Were min ji ser sînor werbigire, ez ê biçim malê’. Piştî sê rojan jî agahiya li ser şehadeta wî hat.”
‘YÊN KU GOTIN EM DEWLET IN HATIN MALA ME TALAN KIRIN, TUF LI WÊNEYÊ KEKÊ MIN KIRIN Û AVÊTIN ERDÊ’
Aydin diyar kir ku îro qala aştiyê tê kirin, lê belê di şîna wan de jî dest ji wan nayê berdan û got, “Piştî ku me agahiya şehadeta kekê min û pismamê min wergirt, ji bo taziyeyê min ap û kekên xwe şand welêt. Çûm mala li Umraniyeyê. Ne şaş bim, 22’ê Tebaxê bû. 15 deqe piştî ku hat malê li derî xistin. Li ber derê çar kesên ku kincê sivîl li wan bû, hebûn. Dema ku min pirsî bê kî ne, yekî ji wan yekser li sînga min xist û got, ‘Em dewlet in’ û bi zorê ketin hundir. Li ser nasnameya ku nîşan dan Şêwirmendiya MÎT’ê dinivîsand. Dema ku min pirsî bê çi dixwazin, gotin ‘Em dewlet in, tişta em bixwazin em ê bikin’. Mal talan kirin. Yekî ji wan berê xwe da wêneyê kekê min ê li ser maseyê, tuf li wêne kir û avêt erdê. Ev yek bi zora min çû. Piştre me agahî da parlamenteran. Dema ku min lêkolîn kir, em hîn bûn ji Şêwirmendiya MÎT’ê nehatine. Dibe ku yên hatibin polîs bin. Hîn jî em nekarîn hîn bibin bê kî ne.”
‘BERIYA HER TIŞTÎ DIVÊ MEJÎ BIGUHERE’
Aydin anî ziman ku ji bo lêkolînkirina wan kesên avêtin ser mala wan wê gilî bike û got, “Ev çawa pêvajo ye ku di dema şîna me de avêtin ser mala me û talan dikin? Pêvajoyeke bi vî rengî ya çareseriyê, aştiyeke bi vî rengî dibe? Diavêjin ser malê. Dikevin odeya me ya razanê, kincên hevjîna min serûbin dikin, nivînan diavêjin erdê. Mal talan kirin. Ev çawa pêvajo ye ku di maça Amedsporê de kîsê zer dihejînin? Ji bo aştiyê beriya her tiştî divê mejî bê guhertin. Di nava civaka Tirk de hinek hene ku bi hêrs li me dinihêrin. Beriya her tiştî divê ev bê guhertin.”

