Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ku tevlî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê ku bi dirûşma “Bi Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana azad a komunal ve” li bajarê Haelen ê Hollandayê hate lidarxistin bû, rola Jineolojiyê ya di têkoşîna azadiya jinan de, xebatên 10 salên dawî û perspektîfên ku divê di serdema nû de pêş bikeve, ji ANF’ê re nirxand.
Ayten Kaplan diyar kir ku Jineolojî xwedî roleke girîng di eşkerekirina dîroka jinan de ye û anî ser ziman ku ji nû ve yekbûna jinan a bi kok, nasname û dîroka xwe, yek ji hêmanên bingehîn ên têkoşîna azadiyê ye.
‘JINEOLOJÎ RASTIYA DÎROKÎ YA JINAN EŞKERE DIKE’
Ayten Kaplan diyar kir ku jin di tevahiya dîrokê de tune hatine hesibandin û dîroka wan bi zîhniyetekî serweriya mêr hatiye nivîsandin û bilêv kir ku Jineolojî ji bo derbaskirina vê têgihiştinê xebatekî girîng dimeşîne.
Kaplan got: “Jineolojî ji bo me jinan pir girîng e. Dîrokekî ku jin tune hatine hesibandin û bi temamî bi zîhniyetekî mêr hatiye nivîsandin, heye. Jineolojî ji bo ku vê derxîne holê, jin bi kokên xwe yek bibe û bizanibe ku rabûrdiyek wan ê dîrokî heye, pir girîng e.”
Ayten Kaplan bilêv kir ku Jineolojî ji bo ku jinên ji gelên cuda hev nas bikin, çand û têkoşîna xwe bi hev re parve bikin, rolekî girîng dilîze û got ku ev xebat piştevaniya jinan a navneteweyî xurt dike.
Ayten Kaplan bal kişand ser xebatên 10 salên dawî yên Jineolojiyê û diyar kir ku bi taybet di qada navneteweyî de geşedanên girîng çêbûn.
Kaplan anî ser ziman ku di zanîngehên cuda de wane û beşên Jineolojiyê vebûne û got ku lêkolînên ku dîrok û pozîsyona civakî ya jinan ji nû ve digre dest, belav bûne.
‘DIVÊ JINEOLOJÎ XEBATEKÎ DU ALÎ BIMEŞÎNE’
Ayten Kaplan got ku divê di serdema nû de xebat di du qadên bingehîn de werin pêşxistin. Kaplan da zanîn ku ji xeynî xurtkirina têkiliyên bi tevgerên jinan ên navneteweyî re, girêdana bi jinên li çar parçeyên Kurdistanê jî were kûrkirin.
‘DIVÊ ROLA JINAN DI AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK DE WERE XURTKIRIN’
Ayten Kaplan diyar kir ku divê jin di avakirina civaka demokratîk de rolekî diyarker bigrin ser xwe û got ku divê jin tenê bi xurtkirina îradeya xwe re sînordar nemînin, di heman demê de rola pêşeng di veguherandina zîhniyeta serweriya mêr û têkiliyên civakî de bilîze.
Ayten Kaplan diyar kir ku Konferansa Jîneolojiyê ya Ewropayê ne tenê li ser rola Jîneolojiyê di avakirina civakek demokratîk de, di heman demê de nîqaş dike ku jin çawa dikarin bersivê bidin pirsgirêkên civakî yên heyî. Kaptan her wiha bal kişand ser lihevcivîna jinên ciwan û jinên xwedî tecrube di qada xebitîna hevpar de.
‘JIN DIVÊ ROLEKÎ NÛ JI BO XWE DIYAR BIKIN’
Ayten Kaplan anî ser ziman ku nîqaşên di konferansê de wê tevkarî di pêşxistina qadên nû yên xebatê de bike û da zanîn ku divê jin li hemberî şert û mercên civakî yên tên guhertin, rola xwe ji nû ve binirxînin.
Kaplan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em van di konferansan de nîqaş dikin. Ez di wê baweriyê de me ku wê bibe wesîleya vebûna nêrînên nû û pencereyên nû. Di heman demê de em li ser pêdiviya diyarkirina roleke nû ya ji bo jinan nîqaş li vir dikin. Ev nîqaş wê di xebatên me yên pêş de jî bên dîtin.”

