Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bakirhan: Birêz Ocalan amadekariyeke cidî dike
Kurdistan

Bakirhan: Birêz Ocalan amadekariyeke cidî dike

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku Rêber Apo amadekariyeke cidî dike û destnîşan kir ku eger ev pêvajo bi ser bikeve wê hem Kurd hem jî gelên Tirkiyeyê bi ser bikevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Sibat 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ‘Hevdîtinên Azadî û Aştiyê yên Civakî’ dewam dikin. Li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê civîna gel hate lidarxistin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civînê de axivî. Bakirhan, bal kişand ser hevdîtinên bi Îmraliyê re û got: “Di hevdîtinan de birêz Ocalan tiştekî pir girîng dibêje; dibêje xwediyê esasî yê vê meseleyê gelê me ye, gelên me ne, gelê Amedê ye. Lewma dibêje ku beriya biryarek were dayin, ji ewil bi gelê me yê barê vî karî dikişîne re biaxivin, nîqaş bikin û li nêrîn û pêşniyarên wan guhdarî bikin. Got ku wan piştre bi min re parve bikin. Em jî tevî şandeya xwe van hevdîtinan dikin. Em ê nêrîn û pêşniyarên ji vir derdikevin jî bi rêya şandeyê bigihînin ber destê birêz Ocalan.”

Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku îktîdar dem bi dem wateyeke mezin didin Amedê û wiha pê de çû: “Carnan dibêjin ‘rêya çareseriyê ji Amedê derbas dibe.’ Hinek jî dibêjin ‘Rêya YE’yê ji Amedê re derbas dibe.’ Amed ne tenê ji bo me, ji bo rêveberên welêt jî pir girîng e. Rêya aştî û çareseriyê ji Amed û Enqereyê re debas dibe. Ji ber ku pêvajoyên çareserî û aştiyê di heman demê de alî bi hev re dişêwirin, muzakere dikin û encamê bi dest dixin. Amed û Enqere ew navendin ku dê ev nîqaş lê veguherin çareseriyê. Em qala pirsgirêkeke ku ji hêla enerjî, aborî û civakî Tirkiyeyê tune dike dikin. Em niha jî vê pirsgirêkê nîqaş dikin.

Niha nîqaşên pir girîng tên kirin. Hêvîdarim ev nîqaş veguherin pêvajoya aştiyê. Lê tenê bi daxwazê nabe, divê zemîna vê were avakirin. Ji bo veguhere aştiyeke birûmet divê em xwedî lê derkevin. Fikrên we ji bo diyarker in. Ji ber ku gelê me rêya me diyar dike. Tu têkoşînên gel tê de cih angirin bi ser nakevin. Heke tevî zilm û zexta 40 salan jî îro hêj li ser meseleya Kurd were axaftin, sedema wê ew e ku hûn aktorên sereke yên vê meseleyê ne. Ev têkiliya di navbera partiyê û gel de hêjayî pîrozkirinê ye.

Hevdîtinên bi birêz Ocalan re girîng in. Desthilatdarî heta niha her tim weke pirsgirêka ewlehî û îstîxbaratê nêzî meseleya Kurd bû. Çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya muzakere û demokrasiyê dê ji bo her kesî baştir be. Divê her kes ji bo çareseriyê îradeya xwe nîşan bide.

Hem medyaya qesrê hem jî ya yên ji xwe re dibêjin muxalîf tiştê pir cuda tên nîqaşkirin. Lê yek ji wan jî rastî nayê axaftin. Ne daxwazên gelê me ne jî nûnerên wan tune ne. Xwe bi xwe diaxivin û dilîzin. Hinek dibêjin tevgera Kurd bi AKP’ê re lihev kiriye ku Erdogan dîsa hilbijêrin, hinek dibêjin pirsgirêka Kurd hatiye çareserkirin û ev pirsgirêka îstîxbaratê û hwd. ye, hinek jî tenê aliyê çekdarî nîqaş dikin. Me li her derê got; çek sedema vê meseleyê nîne, encama wê ye. Heke li ser sedemên vê meseleyê were axaftin jixwe wateya çekê namîne. Lê mixabin li Tirkiyeyê li ser encamê tê axaftin. Em jî dibêjin çareseriya meseleya Kurd ji bo gelên Tirkiyeyê firsend e. Dê aboriya Tirkiyeyê bihêz bibe.

Pirsgirêka aştiyê ne tenê bi gotinan dibe. Pirsgirêke qanûnî, makezagonî ye. Heke ev pirsgirêk çareser bibe, divê Kurd bi zimanê dayikê perwerde bibin. Divê demokrasiya herêmî hebe. Nabe ku her kes li gorî keyfa xwe qeyûman tayînî îradeya gelê Kurd bike. Divê Tirkiye ji yekperestiyê dûr bikeve û hemwelatiya wekhev hebe. Divê ji mezhebperestiyê dûr bikevin. Divê pêvajoyeke wiha ya reformê tavilê bikeve meriyetê. Amadekariyên birêz Ocalan ên ji bo daxuyaniya dîrokî didomin. Em naveroka daxuyaniyê baş nizanin lê di daxuyaniyê de dê qala çareseriya meseleya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê were kirin. Mesele ne tenê meseleya bangawaziyê ye. Dibe ku bangek were kirin. Me duh gotibû ku di vê mijarê de amadekariyeke birêz Ocalan heye. Me got ku xwe ji bo daxuyaniyeke dîrokî amade dike. Di vê daxuyaniya dîrokî de birêz Ocalan amadekariya formula demokrasiya Tirkiyeyê û demokratîkkirina wê, çareseriya bi rêyên demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiyeke birûmet amade dike. Îşala dê di demekî nêz de têkildarî çareseriya pirsgirêkê nêrîn û bendewariyên xwe parve bike.

Divê Tirkiye destê aştiyê dirêjî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û sepanên dijdemokratîk ên weke qeyûman jî bidawî bike.

Em çiqasî bihêz bin, weke sermuzakerevan destê birêz Ocalan dê ewqas xurtir bibe. Em çiqas xurt dengê xwe derxînin, ev pêvajo ewqas dê derbasî pêvajoya aştiyê bibe. Birêz Ocalan ji bo çareseriyeke mayinde dixebite. Yên ji wî hez nakin û naxwazin bi xwe jî dibînin bê ka di wê hucreya 12 metrekareyê de çawa ji bo aştiyeke birûmet dixebite, formûl û nexşerêyan çawa amade dike. Birêz Ocalan roleke zehmet û girîng li xwe girt. Divê tevahiya barî li ser milê wî nehêlin. Heke ev der têkoşîneke xurt bimeşîne, em ê barê wî sivik bikin û pirsgirêkê çareser bikin.

Ez niha bangî birêz Bahçelî û îktîdarê dikim; ma sermuzakerevan di hucreyê de tê ragirtin? Dê muzakereyan çawa bike? Ma di hucreyeke 12 metrekareyê de şertên muzakereyan hene? Bi hevdîtineke salê carekê ya 2 saetan ma dê bikare peywira xwe ya sermuzakerevan pêk bîne? Heke ne zane civak çi difkire dê çawa muzakereyan bike? Madem we jî weke sermuzakerevan qebûl kir, wê demê tecrîdê rakin. Divê em rêyeke ku birêz Ocalan fikrên xwe bi civakê re parve bike peyda bikin. Hûn ji mirovekî hatiye îzolekirin re dibêjin kerem bike em muzakereyan bikin. Tiştekî wiha li tu devera cîhanê nîne. Lewma heke em bihêz û birêxistinkirî bin, dikarin vê îzolasyonê ji holê rakin. Divê birêz Ocalan di nava civaka xwe de be. Ev ji bo Tirkiye û demokrasiyê dê bixêr be. Dê bike ku pêvajo bileztir pêş bikeve. Vê tecrîdê rakin û ji bo Ocalan bi civakê re bê gel hev, gavên şênber û pratîk biavêjin ku em jidilbûna we bawer bikin.

Kesên çekê ber didin dê çi bikin, dê bi ku de biçin, dê bê cem malbata xwe? Yên dibêjin ‘bila li Sûriyeyê, Iraqê û Qendîlê nemînin’ gelo bingeha vê amade kiriye? Bi sedhezaran girtiyên siyasî hene, dê çi bi wan bibe? Dê çi bi meseleya zimanê dayikê bibe, dê çi bi rêveberiyên herêmî bibe? Dê çi bi xespa îradeyê qeyûman bibe?

Birêz Ocalan amadekariyeke cidî dike. Dê bangekî bike lê ez jî nizanim dê çi bibêje. Em bi aştiyeke birûmet û çareseriyeke demokratîk re ne.

Pirsa ‘gelo di bangê de çi heye’ pir zêde tê kirin. Belê em ne li Îmraliyê ne. Em tenê tiştên şandeyê gotine dizanin. Hûn dizanin dê çi di bangê de hebe; banga birêz Ocalan di Newroza 2013’an de li navenda me ya têkoşînê Amedê li pêş sedhezaran kesan xwendibû. Birêz Ocalan çi digot; ‘Bila êdî çek bêdeng bibin û fikir biaxivin.’ Di vê bangawaziyê de jî dê were gotin ku bila tundî û pevçûn ji holê were rakirin û fikr û siyaset biaxive û ji bo vê jî bila zemîneke hiqûqî û qanûnî were amadekirin. Em girîngiyê didin vê.

Temînata pêvajoyê em nînin, hûn in. Heke hûn xwedî lê derkevin, piştrast bin ku dê neçar bimînin gavê biavêjin. Dê ev êş, xwîn, hêsrên çavan û hwd bi dawî bibin û pirsgirêk bi rêyên demokratîk çareser bibin. Heke hûn pişta xwe bidenê, dê kêm bimîne û wekî em dixwazin nemeşe. Temînata wê hûn in û em banga têkoşînê li gelê xwe dikin. Ev 40 sal in me êşên mezin kişand û niha firsendek heye. Lê rîsk jî heye. Firsend, rêxistinî û hêza me ye. Xetere jî xemsarî, bêdengiya me ye. Heke em firsendê bixwazin, divê em xwedî lê derkevini, kolan bi kolan bigerin, biçin cem hemû gel û baweriyan û derî bi derî bigerin. Em  li vir in û dê bi hev re biçin. Em ê bibêjin ‘Em li gel îradeya birêz Ocalan, bi gotinên wî re ne û piştgiriyê didin.’ Bawer bikin wê demê tu desthilatdarî wê nekarin pêşiya çareseriya vê meseleya izlm û zextê bigirin.”

Civîn, ji çapemeniyê re girtî domiya.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîla li Zap û Metînayê li dagirkeran xist
Nûçeya Pişt re Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Li pêşiya me du rê hene
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Oktay Kelebek re yê di greva birçîbûnê de ye şekir nayê dayin

Derket holê ku ji Oktay Kelebek re şekir nayê dayîn ku li dijî binpêkirina îdareya…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê 2 girtiyên siyasî darve kir

Li Îranê du girtiyên siyasî yên ku li Girtîgeha Qêzêlhêsar a li Kerecê hatibûn girtin,…

Ji aliyê Stêrk TV

YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' daxuyanî da…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?