Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Koma muzîkê ya BaBa Zula: Em bi aştiyê re ne, divê desthilatdarî gavê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Ramazan Tan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Psîkolog Recep Orûç anî ziman ku li bajarên Kurdistanê bikaranîna narkotîkê bi taybetî zarok û ciwanan dike hedef û got, "Meseleya me ya esasî ew e ku xeteke pêşîgir û parastinê ava bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li bajarên Kurdistanê fikarên li ser bikaranîna madeyên narkotîkê, çetebûyîn û dejenerebûna civakî zêde dibin. Rêxistinên mafên mirovan bi taybetî destnîşan dikin ku ciwan û zarok dibin hedef û ev jî dikare ciwanan bi rengekî cidî ji jiyana civakî qut bike.

 

Aktîvîstê “Platforma Şiyar Be ya têkoşîna li dijî narkotîkê” û psîkolog Recep Orûç bandora bikaranîna narkotîkê ya li ser civakê ji ANF’ê re nirxand.

Orûç diyar kir ku bikaranîna narkotîkê demeke dirêj e di rojeva bajaran de ye lê belê 5-6 salên dawî gihîştiye asteke gelekî giran û got, “Ya rast divê mirov bi rengekî yekpare binirxîne. Divê tenê bi qadekê nenirxînin. Dema ku em bi yekpare nêzîk bibin hingî em ê karibin pêvajoyên çareseriyê jî bi rengekî yekpare ava bikin û bi pêş ve biçin. Di vê mijarê de mirov dikare qala gelek sedem û bandoran bikin. Dikarin qala dibistan, malbat û çareseriya civakî û krîzên sîstemî bikin. Her yek ji van divê bi taybet bêne nirxandin. Polîtîkayên şerê taybet bêguman sedem û bandorek e, lê belê yekane nîne.”

Orûç anî ziman ku eger pirsgirêka madeyê tenê bi krîzên sîstemî bê vegotin, hingî civak wê berpirsyariya xwe binixumîne û destnîşan kir ku li hemberî polîtîkayên şerê taybet divê sekneke civakî bê nîşandan. Orûç got, “Eger li hemberî polîtîkayên şerê taybet em nikaribin civakê biparêzin, ev polîtîka wê hişmendiya civakî hîn bêhtir parçe bike. Lewma divê mirov mijara avakirinê daxîne asta civakê, têkoşîna civakî xurt bike.”

Di dewama axaftina xwe de Recep Orûç bi bîr xist ku dema pirsgirêka narkotîk û çetebûnê hate nirxandin divê tenê bi rengekî statîstîkî neyê nirxandin û got, “Girîng e mirov mirov û civakê bi yekpare binirxîne, mirov ji statîstîkbûnê derxîne. Ji ber ku her yek xwedî çîrokekê ye. Heta ku bi wan çîrokan nizanibe em nikarin avabûnekê jî çêbikin. Weke ku em hemû znain, zarokên di 7, 8, 9 salî de di dema herî bi meraqê de ne. Ew meraq berê mirov bide ku, ew zarok jî ber bi wê ve dikare biçe. Xeterî jî ji vir destpê dike. Sîstem baş zane ku bala zarok dikare ber bi ku ve bê birin. Zarokekî niha 8 salî, piştî 15-20 salan wê bibe ciwanek an jî nifşekî paşerojê temsîl bike. Her ku em nifşekî winda dikin, di heman demê de em paşerojê jî winda dikin.”

Orûç destnîşan kir ku ji ber vê yekê parastina paşeroja zarok û ciwanan divê weke berpirsyariyeke civakî bê dîtin.

Psîkolog Recep Orûç di mijara parastina zarok û ciwanan de anî ziman ku li gel mirovên bi bikaranîna narkotîkê ketine, divê ew bala xwe bidin ser ciwan û zarokên ku madeyan bi kar nîne û got, “Motîvasyona me ya bingehîn divê ev be: Kesên ku em ji xwe re bikin armanc divê ew kesên madeyê bi kar tînin an jî namzet bin? Herdu jî gelekî girîng e, lê belê divê beriya her tiştî em wan kesan biparêzin ku dikarin madeyên bi kar bînin. Ji ber ku em hemû namzet in. Ji zarokê 3 salî heta bi mirovê 60 salî her kes di nava mercên cuda de dikarin bikevin bin rîskê. Divê em nîqaşa wê yekê bikin ku çawa dikarin pêşî lê bigirin. Eger em nikaribin vê seknê biafirînin, hingî em ê paşeroja xwe ber bi tarîtiyê ve bibin.

Divê du xet bêne avakirin: Ya yekemîn bi yên ku madeyê bi kar tînin em çawa dikarin bimeşin. Ev girîng e, karekî pêwîst û hêja ye. Lê belê xeta têkoşîna civakî divê em li ser wê yekê ava bikin ku çawa karibin nehêlin mirov berê xwe bidin madeyê. Ji ber ku meseleya me ya esasî ev e. Eger em vê pêvajoyê nesekinînin hejmar wê zêde bibe. Eger em nikaribin xet têkoşînê ava bikin, her roj wê hîn bêhtir mirov bikevin bin vê rîskê.”

Recep Orûç destnîşan kir ku divê hemû beşên civakê di vê pêvajoyê de bi berpirsyariyê rabin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya TJA û DEM Partiyê bi Şanaz Îbrahîm re hevdîtin kir

TJA, DEM Partî û HDP’iyên ku li Başûrê Kurdistanê gelek hevdîtin pêk anîn, serdana Endama…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîş li ser herêma Humsê pêk hat: 5 kes hatin qetilkirin

Komeke çekdar êrîşî gundê Um Hartên yê rojavayê Humsê kir. Di êrîşê de tevî muxtarê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Çapemeniya alîgir bêyî destûra desthilatê nikare vî zimanî bi kar bîne’

Yek ji mijarên ku di nîqaşên pêvajo û diyalogê de li ser tê axaftin, zimanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Koma muzîkê ya BaBa Zula: Em bi aştiyê re ne, divê desthilatdarî gavê biavêje

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şehîd Ramazan Tan hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?