Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bersivên KE, DMME û CPT ên ji bo nameyên li ser tecrîdê
Rojane

Bersivên KE, DMME û CPT ên ji bo nameyên li ser tecrîdê

Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bersiv da nameyên têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Îlon 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bersivek da Profesora Zanîngeha Bergenê Kariane Westrheim ku Westrheim li ser navê 69 xelagirên Nobelê yên têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek nivîsandibû. Rayedara DMME’yê Marialena Tsirli bi tenê spasiyên xwe anîn ziman ku Westrheim bal kişandiye ser mijara şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên girtîgehê.

Li ser vê yekê Karaine Westrheim nameyeke nû ji DMME’ê re şand û bang li dadgehê kir ku di mijara şandina heyeta ji bo Îmraliyê de berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û bi bîr xist ku Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtêna Êşkenceyê ya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê berpirsiyar in ku li welatên endamên Konseya Ewropayê parastina mafên mirovan bikin. 

DMME, KONSEYA EWROPAYÊ, CPT BERPIRSIYAR IN

Karaine Westrheim di nameya xwe de ev yek anîn ziman: “Têkiliya Birêz Ocalan ya bi derve re ev 42 meh in hatiye qutkirin. Ev yek ji bo Gelê Kurd, malbata wî û ji bo parêzerên wî ku gelek caran daxwaza wan a hevdîtinê tê redkirin cihê xemgînî û fikarê ye.  Ji ber ku Tirkiye jî dewleteke endam e, ji bo ku CPT yan jî Konseya Ewropayê ji bo Îmraliyê seredanekê bike, dikare zextê li Tirkiyeyê bike.  Ez dubare spasiyên xwe li Serokê DMME’ê dikim ku bersiv daye.  Her wiha ez dixwazim hûn li gel komîteyên Yekîtiya Ewropayê yên din hewl bidin ku heyetekê  bişînin Îmraliyê.”

BERSIVA KOMÎTEYA WEZÎRÊN KONSEYA EWROPAYÊ

Her wiha Wezîrê Karên Derve û Serokê Komîteya Wezîran Gabriellius Landsbergis bersiv da nameya Westrheim a ji Komîteya Wezîran re şandî.

Landbergis di nameya xwe de ragihand ku di civîna 1507’emîn a Komîteya Wezîran de mijara şert û mercên girtinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bê lêkolîn û got, “Weke Serokatiya Komîteya Wezîran a Lîtvanyayê, dikarim garantiyê bidim ku komîte wê bi dewamî bişopîne bê delwetên endam sozên xwe bi cih tîne yan na.”

DIVÊ KOMÎTEYA WEZÎRAN ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE

Kariane Westrheim bi vê gotinê bersiv da nameya Landsbergis: “Em gelekî kêfxweş bûn ku me bihîst, wê Serokatiya Komîteya Wezîran a Lîtvanyayê bişopînin bê dewletên endam berpirsyariyên xwe bi temamî bi cih tînin an na. Ev yek agahiyeke gelekî erênî ye, lê belê tecrûbeyên me nîşan didin ku Tirkiye zêde guh nade bangawaziyên bi vî rengî û ji ber vê yekê jî di pratîkê de guhertin nabe. Lewma em dixwazin bang li Komîteya Wezîran bikin ku heyetekê bişîne Girava Girtîgeha Îmraliyê, şert û mercên tenduristiyê û rewşa Birêz Abdullah Ocalan lêkolîn bike ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn. Abdullah Ocalan 42 meh in bi ti awayî têkiliyê bi derve re nikare dîne, ev ye kji bo malbata wî û parêzerên wî cihê xemgîniyeke mezin e. Tirkiye dewleteke endam e, lewma Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kare zextê li Tirkiyeyê bike ku destûrê bide serdana heyetekê.”

CPT TENÊ GOT ‘EM DIŞOPÎNIN’

Serokê CPT Alan Mitchell jî bersiv da nameya wekîlê Spanyayî Jorge Pueyo Sanz û diyar kir ku CPT rewşa kesên li Îmraliyê girtî ne ji nêz ve dişopîne û bal kişand ser serdana Îlona 2022’an a li Îmraliyê. Mitchell anî ziman ku têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên pê re diyaloga CPT a bi meqamên Tirk re dewam dike û got, komîte wê rewşa girtiyên li Îmraliyê bi dewamî bişopîne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Efrînê çar kes hatin revandin
Nûçeya Pişt re DEM Partiyê mexdûrên Komkujiya 6-7’ê Îlonê bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Ji bo azadiya Rêber Apo divê seferberiya demokratîk bê mezinkirin’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bang kir ku seferberiya demokratîk a ji…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiyê banga rûbirûbûna Qirkirina Ermeniyan kir

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan a 109 salan beriya niha…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 7’Ê ÇILEYA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?