Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Meclisa Malbatên Şehîdan îro bi boneya salvegera heftemîn a şehadeta şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan merasîmeke bîranînê li dar xist. Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê li Dêrikê, bi beşdariya bi sedan şênî, endamên partiyê û xizmên şehîdan hate lidarxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Nisrîn Doko axivî û diyar kir ku hedefgirtina Hevrîn Xelef êrişek li ser doza jinan û dengê azadiyê ye.
Nisrîn diyar kir ku daxwaza sereke ew e ku berpirsiyarên kuştina Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan werin darizandin û mafên jinan werin parastin. Her wiha destnîşan kir ku şehîd Hevrîn parêzvaniya wê yekê kir ku jin di astên siyasî, îdarî û civakî de li Sûriyeyê xwedî hêza biryardanê bin.
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziya Mihemed destnîşan kir ku şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan xwedî nêrînek ji bo pêşeroja Sûriyeyê ne. Remziye diyar kir ku hedefgirtina wan beşek ji êrişeke berfirehtir bû ku li dijî kesayet û rêberên navdar ên civaka Kurd û Sûriyeyê, di nav de jinên pêşeng pêk hat.
Dayika şehîd Hevrîn Xelef Suad Mistefa bi bîranîna keça xwe hemû şehîd bi bîr anî û daxwaza edalet û hesabpirsînê ji bo berpirsiyarên kuştina wê kir
Merasîma bîranînê bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

