Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ê Iraqê Sebah Numan têkildarî biryarên nû yên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û dûrxistina çend berpirsek ji erka wan daxuyaniyek çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku piştî Elî Zeydî rapora komîteya lêkolînê ya taybet a di derbarê qeçaxçitiya neftê ya li Kompanya Nefta Bakur de xwend, çend biryar û fermanên nû derxist. Hin ji wan jî dûrxistina çend rayedarên payebilind bû, ew jî;
1-Dûrxistina Serokê Desteya Deriyên Sinorî ji erka wê.
2-Ji kar dûrxistina Fermandarê Operasyonên Kerkûkê û Rêvebirê Polîsên Kerkûkê, ji ber lêkolînekirina li ser dosya bi qeçaxbirina berhemên neftê.
3-Dûrxistina Fermandarê Lîwaya 1 a Polîsên Neftê û alîkarê wî, Rêvebirê Îstixbaratê yê Lîwaya 1 a Polîsên Neftê û Rêvebirê Beşa Bazirganiyê yê Lîwaya 1.
4-Pêşkêşkirina cezayê hişyariyê ji bo Rêveberê Asayîşa Niştimanî û Rêveberê Îstîxbarata Niştimanî li parêzgeha Kerkûkê.
5-Dest ji karkêşana demkî ya ji kar a Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Nefta Bakur û alîkarên wî, heta temambûna lêkolînan ji aliyê Desteya Destpakî ya Federal ve û şandina rêveberê berê ji bo lêkolînê.
6-Dûrxistina Rêveberê Beşa Venêrînê li Kerkûkê ku ser bi Kompanyaya Giştî ya Belavkirina Berhemên Neftê ye, ji ber cîbicînekirina erkên xwe.
7-Dest ji karkêşana demkî ji bo her yek ji Rêveberê Giştî yê Geşepêdana Pîşesaziyê û Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Pîşesaziyên Kanzayî li Wezareta Pîşesazî û Kanzayan, heta temambûna lêkolînên ji aliyê Desteya Destpakiyê ya Federal ve.
PÊŞNIYARÊN ÎDARÎ Û TEKNÎKÎ
Biryar hatiye dayîn ku dosye û binpêkirin ji dadgehê re bên şandin û Desteya Destpakiyê ya Federal li ser van xalan lêkolînê bike û wan bibe ber dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Tawanên Têkoşîna li Dijî Gendeliyê ya Navendî:
-Peymanên firotina berhemên petrolê yên di navbera Şirketa Petrola Bakur, şirketa “Mihwer Fizî” û şirketên din de bên kontrolkirin û piştrastbûn ji hemû wê petrola ku hatiye dabînkirin çêbibe.
-Rêbazên radestkirin û dabînkirina petrola xav ji aliyê Wezareta Petrolê ve ji bo her du parzûngehên “Baziyan” û “Kar” bên kontrolkirin da ku bê piştrastkirin ka petrola ku hatiye dayîn û ya ku hatiye wergirtin wekî hev in an na.
-Li gel birêvebir û karmendên Şirketa Petrola Bakur ji ber xemsarî û binpêkirinên wan ên di şopandinê de lêkolîn bê kirin.
-Li ser wan destûrên ku ji aliyê Wezareta Pîşesazî û Kanzayan (Birêvebiriya Bipêşketina Pîşesazî) ve ji bo hemû kargehan û wan şirketên ku bûne sedema hederdana samana giştî hatine dayîn lêkolîn bê kirin.
-Li ser wan pereyên ku ji bo nobedarên sivîl ên parastina boriyên petrolê hatine xerckirin lêkolîn bê kirin, ji ber ku ew kes li Şirketa Petrola Bakur nînin.
-Li ser binpêkirinên ku ji ber nebûna testên laboratuwarê hatine tomarkirin lêkolîn bê kirin û qasê wan berhemên petrolê yên ku bi rêya deriyên Herêma Kurdistanê ji Îraqê derketine bê eşkerekirin.
RÊKARÊN TAYBET LI SER DERIYÊN SÎNOR
1-Ji Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re rênimayek bê şandin ku ji bo hinartina petrola xav û berhemên petrolê ti destûrekê nede û ev kar tenê bi rêya Wezareta Petrolê ya Federal bê kirin da ku desthilat têkelî hev nebin.
2-Desteya Deriyên Sînor ên Îraqê hemû deriyên sînor ên li Herêma Kurdistanê wergire.
3-Wezareta Petrolê bê erkdarkirin ku hemû wan qadên petrolê yên girêdayî wezaretê bi rê ve bibe ku dikevin sînorên îdarî yên parêzgehên Diyala, Kerkûk, Selahedîn û Nînowayê ku di aliyê ewlehiyê de di bin desthilata Herêma Kurdistanê de ne.
TEDBÎRÊN EWLEHÎ
1-Fermandariya Hêzên Sînor dê hemû deriyên nefermî yên li ser sînorên navneteweyî yên bi welatên cîran re bigire, tevî deriyên nav Herêma Kurdistanê jî.
2-Wezareta Parastinê hat erkdarkirin ku her du lîwayên Yekem û Duyem ên Erkê Hevbeş hemû rêyên bejayî û alîkar ên di navbera parêzgehên Diyala, Selahedîn, Kerkûk û Nînowa û Herêma Kurdistanê de bigirin.
3-Wezareta Karên Navxwe, Birêvebiriya Polîsê Enerjiyê erkdar kir ku hemû qadên petrolê wergire, biparêze û bi kamerayan çavdêriya wan bike, tevî wan qadên ku dikevin sînorên îdarî yên hikûmeta federal û ji aliyê ewlehiyê ve di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne.
TEDBÎRÊN TEKNÎKÎ, ÇAVDÊRÎ Û ENDEZYARIYÊ
1-Ji bo rêkxistina tevgera berhemên petrolê ya di navbera parêzgehan de û bi rêya deriyên sînorî dê mekanîzmayeke zelal bê amadekirin û hemû alî dê girêdayî wê bin.
2-Ji bo parastin û çavdêrîkirina borî û bîrên petrolê dê teknolojiya nû bê bikaranîn û “Pergala Niştimanî ya Dîjîtal ji bo Çavdêrîkirina Xetên Petrolê û Eşkerekirina Qaçaxçîtiyê” bê avakirin.
3-Wezareta Petrolê dê li ser hemû bîrên petrolê yên çalak ên Îraqê pîverên elektronîk deyne.
4-Tîma endezyariyê ya Nivîsîngeha Serokwezîr dê li xalên kontrolê yên ketina Silêmanî, Hewlêr û Dihokê cihên taybet amade bike da ku karmendên Wezareta Petrolê, Polîsê Enerjiyê û Asayîşa Niştimanî tê de bi cih bibin. Her wiha li wan xalên kontrolê dê ji bo venêrîna berhemên ku diçin wan parêzgehan laboratuwar bên danîn.
5-Wezareta Pîşesazî û Kanzayan hat erkdarkirin ku di nava 6 mehan de hemû kargehên qîra oksîdkirî û neftayê yên li sînorên îdarî yên parêzgehên Diyala, Selahedîn, Kerkûk û Neynewayê yên ku li derveyî kontrola ewlehî ya hikûmeta federal in, veguhêze deverên din ên nav heman parêzgehan.

